Ismail Sen/Anadolu Agency via Getty Images
HIŞYAR BIMÎNIN!
Erdhejên Mezin Tirkya û Sûryayêda—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Duşemê, 6 Sibatê, sala 2023 Tirkya û Sûryayêda erdhejên mezin qewimîn.
“Duşemê, ji bo vê erdhejê, Tirkyayêda û bakur-roavaya Sûryayêda, 3 700 meriva zêdetir mirin. Zivistana gelek sar, halê cimetê diha xirab kir, çimkî meriv derva mabûn û gelek jî birîndar bûn. Û ji bo hewa sar, diha çetin bû meriva binê avayên hilşiyayî derxin” (“Roytêrs”, 6 Sibatê, sala 2023).
Dilê me gelek dêşe çaxê em derheqa qeziyên usa pêdihesin. Wedê usa giranda, em hewara xwe Yehowa dadixin, yê ku “Xwedêyê hemû berdiliyê” ye (2 Korintî 1:3). Ew alî me dike, wekî em bi saya “gotinên nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (Romayî 15:4).
Em ji Kitêba Pîroz pêdihesin:
Derheqa erdheja çi hatiye pêxembertîkirinê.
Em ji ku dikarin hêviyê û berdiliyê bistînin.
Xwedê wê ça hemû kul-derda bide hildanê.
Seva ku pêbihesin Kitêba Pîroz derheqa wan tişta çi dibêje, wan gotara bixûnin:
a Yehowa navê Xwedêyî şexsî ye (Zebûr 83:18).