Surasak Suwanmake/Moment via Getty Images
HIŞYAR BIMÎNIN!
Germaya Qewî û Xof Nav Temamiya Dinyayêda Havînê Sala 2023—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Ser temamiya dinyayê meriv dest germaya qewî û ji bo ziyana ku ji germê tê, diçerçirin. Dîna xwe bidine wan hesaba:
“Dinya ji bo qije-qija germê meha Hezîranêda diçerçirî. Ev meh nava 174 salên paşinda ser temamiya dinyayê, meha here germ bû”.—National Oceanic and Atmospheric Administration, U.S. Department of Commerce, 13 Tîrmehê, 2023.
“Germayî li Îtalya, Îspanya, Fransa, Almanya û Polonîstanê zef qewî bû, û hîviyê ne wekî ser giravên Sîsîlya û Sardînyayê germaya hewayê bigihîje 48°C [118°F] – çi ku nava terîxiya Ewropayêda wê têmpêratûra lape bilind be”.—European Space Agency, 13 Tîrmehê, 2023.
“Ji bo vê yekê ku planêta me hê zêde û zêde germ dibe, em hîviyê ne wekî baran jî wê hê qayîm û hê gelek car bibarin, ji bo çi jî lêyî û sêlav wê rabin”.—Stêfan Ûlênbrûk, dîrêktorê hîdroljiyayê, avê û krîosfêrê ji teşkîleta World Meteorological Organization, 17 Tîrmehê, 2023.
Hûn xemgîn dibin ji bo vê yekê ku nav temamiya dinyayêda germayî zêde dibe? Dîna xwe bidinê ku Kitêba Pîrozda derheqa vê têmayê çi tê gotinê.
Gelo Kitêba Pîrozda derheqa zêdebûna germayê hatiye pêxembertîkirinê?
Erê. Kitêba Pîrozda derheqa rojên me hatiye gotinê ku teşqelên tebiyetê wê biqewimin, dikeve nava vê usa jî germaya qewî û xirabbûna hewayê. Mesele, Îsa pêxembertî kir, wekî “li ezmên jî tiştên xof û tirs” wê biqewimin, dêmek tiştên ecêb (Lûqa 21:11). Zêdebûna germayê nav temamiya dinyayêda tirsê dike dilê meriva ku jîyîn ser erdê îda wê nikaribe hebe.
Gelo ser erdê jîyîn wê tune be?
Wê usa nîbe. Xwedê erd seva wê yekê çêkiriye, wekî seva însanetê maleke heta-hetayê be. Ew îzinê nade ku meriv erdê xirab kin û kuta kin (Zebûr 115:16; Waîz 1:4). Dewsê, Xwedê soz daye wekî “qira wan” bîne, yên ku erdê xirab dikin (Eyantî 11:18).
Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî Xwedê dikare erdê biparêze, û ewê ese vê yekê bike.
“[Xwedê] firtone seqirandin û pêl dane sekinandin” (Zebûr 107:29). Qewata Xwedê heye ku teşqelên tebiyetê kontrol ke. Ew dikare wan problêmên tebiyetê jî safî ke, ji bo çi germaya hewayê zêde dibe û meriv diçerçirin.
“Çevê Te ser erdê ye, Tu wê av didî, dewlemend dikî” (Zebûr 65:9). Xwedê wê erdê kerem bike û evê bibe cinet.
Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa sozên ji Kitêba Pîroz bona tebiyetê û erdê, binihêrin gotar “Kî wê Erdê Xilaz ke?”