TheCrimsonMonkey/E+ via Getty Images
KAMPANIYA MEXSÛS
Problêmên Êkolojiyayê—Padşatiya Xwedê wê Çi Bike
“Ji bo guhastina klîmatê gelek problêm pêşda tên, çi ku ziyanê didine meriya, bajara û êkosîstêmayê. Firtonên mezin kîjan ku ji bo guhastina klîmatê diha qewî dibin, gelek malên meriva hildişînin, û nabe ku wêderê bijîn. Êkolojiya bînberên okyanûsêda jî zef xirab dibe, ji bo çi jî dibeke gelek ji wan kuta bin”.—Îngêr Andêrsên, wekîla sêkrêtarê serekeye Miletên Yekbûyî û dîrêktorê sereke yê UN Environment Programme, 25 Tîrmehê, sala 2023.
Gelo serwêr wê bikaribin tevayî wan problêma safî kin, kîjan ku ser temamiya erdê hukum dikin? Lê gelo wê qewata wan bigihîjê, ku bi temamî wan problêma bidine hildanê?
Kitêba Pîroz derheqa serwêrtîke usa xeber dide, kîjan ku dikare hemû problêmên erdêye êkolojiyayê bide hildanê û wê eseyî vê yekê bike. Ew dibêje wekî “Xwedayê ezmana wê padşatiyê kifş ke”, dêmek serwêrtiyê, kîjan ku wê ser erdêra serwêrtiyê bike û problêmên temamiya erdê safî ke (Daniyêl 2:44, DT). Bi saya vê serwêrtiyê meriv wê ziyanê nedine hev û ne jî erdê (Îşaya 11:9).