Kim Steele/The Image Bank via Getty Images
KAMPANIYA MEXSÛS
Problêmên Êkonomîkî—Padşatiya Xwedê wê Çi Bike
Îro gelek merivara çetin e ebûra xwe bikin û ev yek çiqas diçe diha çetin dibe.
Li gora hesabekê ya ku van paşwextiya hatibû kirinê,a hate kifşê ku qîmeta pera ketiye. Lêkolînkar dibêjin, ku hergê tiştek neyê safîkirinê, wê problêm pêşda bê hindava merivên dewletî û kesîb, û xêncî vê yekê gelek malbet û xebatçî wê nikaribin çawa berê bi jîyîna komfort bijîn.
Gelo serwêr wê bikaribin problêmên êkonomîkayê safî kin?
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî wê hebe serwêrtî ya ku wê hemû problêmên êkonomîkî û firqiya orta dewlemend û kesîba safî ke. Têda usa jî tê gotinê ku “Xwedayê ezmana wê padşatiyê kifş ke,” dêmek serwêrtiya, ku wê hemû problêmên ser erdê safî ke (Daniyêl 2:44). Bin vê serwêrtiyêda, tu kes wê neyê bîrkirinê û hîştinê (Zebûr 9:18). Padşatiya Xwedê wê bona bajarvanên xwe xem bike û wê wanra her tişt bide, seva ku ewana bextewar bin. Her kes wê ji karê destê xwe şabûnê û xelatê bistîne (Îşaya 65:21, 22).
a International Labour Organization Global Wage Report 2022-23