Şedên Yehowa Çawa Hînbûna Ruhanî Distînin?
Şedên Yehowa timê hînbûna ruhanî distînin. Ewana usa jî şixulê belakirina mizgîniyêda kar dikin, çimkî Îsa temî da şagirtên xwe, wekî herin xizmet kin û meriva derheqa Padşatiya Xwedê hîn kin (Metta 24:14; 28:19, 20). Ev hînbûn em ser civatên meye her heftiyê û ser civatên mezine hersalî distînin. Şedên Yehowa cem kîjana cabdarî civatêda yan jî teşkîletêda hene, ewana hînbûna başqe distînin bi saya mektebên ser hîmê Kitêba Pîroz.
Vê gotarêda
Çi cûre hînbûn Şedên Yehowa distînin?
Civat. Ciyê hebandina me ser kîjanê em dibêjin Oda Civatê, her heftî du civatên me derbaz dibin. Civatek orta heftiyê derbaz dibe; civata din jî Şemî yan Ledê. Her kes dikare bê ser wan civata û wêderê pere nayê topkirinê.
Civîna Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin. Em ser vê civînê hîn dibin ça rind bixûnin, ça xeberdanê tevî meriva destpêkin, ça pê gotara derên, çi cûreyî xizmet kin û hîn kin. Em hînbûnê bi saya gotara, şêwirkirina, temaşa û vîdêoya distînin. Ev hînbûn alî me dike bi hostetî mizgîniya xêrê bela kin û hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz kin. Her kes kê tê ser vê civînê, ji hînbûnê karê distîne. Xêncî vê yekê, civatên me bawerî û hezkirina me hindava Xwedê qewî dikin û usa jî hezkirina me hindava xûşk-birên civatêda.
Civata ku Şemî yan Ledê derbaz dibe. Ev civat ji du para ye. Para pêşiyê destpêdibe pê gotara ser hîmê Kitêba Pîroz, ya ku bona hemûya ye. Lê para duda bi saya jûrnala Birca Qerewiliyêa ya bona hînbûnê, pê pirs û caba tê şêwirkirinê. Vê jûrnalêda cûre-cûre têmên ser hîmê Kitêba Pîroz têne şirovekirinê, yên ku xizmetiyêda û emirê meye herrojîda alî me dikin.
Civatên mezine yekrojî û sêrojî. Her sal sê civatên mezin derbaz dibin, ser kîjana xizmetkarên ji cûre-cûre civata tên. Ev civatên mezin têne sazkirinê ser hîmê têmeke ji Kitêba Pîroz. Bernama civata mezinda hene gotar, temaşe, qisekirin û vîdêo. Çawa ser civata, ser civatên mezin jî femkirina me hindava Kitêba Pîroz zêde dibe û ev yek me hêlan dike, xizmetiyêda hê cêribandî bin. Çawa me pêşda got, her kes dikare bê û wêderê pere nayê top kirinê.
Mektebên ser hîmê Kitêba Pîroz bona Şedên Yehowa
Seva ku hê zêde zanebûnê bistînin, hine Şedên Yehowa teglîfî cûre-cûre mekteba dikin. Ew çi mekteb in? Nêta wan mekteba çi ye û ev mekteb çiqas wext dikişînin? Û kê dikare wan mektebada hîn be?
Mekteba bona Pêşenga
Nêt: Ev mekteb alî xizmetkarên hertim, dêmek pêşengab dike, ku şixulên xizmetiyê û hînkirinêda diha cêribandî bin. Bernama vê mektebêda hene şêwirkirin, temaşe, gotar û ders.
Wede: Şeş roj.
Şagirt: Şedên Yehowa, yên ku salek ça pêşengên hertim xizmet kirine têne teglîfkirinê ser vê mektebê. Usa jî pêşengên hertim, yên ku pênc sal pêşda ewê mektebê derbaz bûne, dikarin dîsa derbaz bin.
Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê
Nêt: Ev mekteb alî pêşengên cêribandî dike hînkirina kûr bistînin. Şagirt feresetên xweye hînkirinê diha baş dikin û hîn dibin têmên Kitêba Pîroz kûr lêkolîn kin. Paşî mektebê xizmetkara dişînin wan ciya kîderê xizmetkar kêm in.
Wede: Du meh.
Şagirt: Ev pêşengên dereca kîjana dest dide û ewana hazir in herin wan ciya kîderê wê wana bişînin, dikarin blanka vê mektebê tije kin.
Mekteba bona Rûspiyên Civatê
Nêt: Ev mekteb alî rûspiyac dike cabdariyên xwe civatêda bînin sêrî, mesele kesên din hîn kin û serlêdanên şivantiyê bikin. Usa jî ewana hîn dibin hezkirina xwe hindava Xwedê û xûşk-bira qewî kin (1 Petrûs 5:2, 3).
Wede: Pênc roj.
Şagirt: Birên ku teze hatine kifşkirinê ça rûspî û usa jî rûspiyên cêribandî yên ku pênc sal pêşda ev mekteb derbaz bûne, dikarin dîsa hîn bin.
Mekteba bona Berpirsiyarên Mihalê û Jinên Wan
Nêt: Ev mekteb alî berpirsiyarên mihalê diked, wekî cabdariyên xwe diha rind bînin sêrî (1 Tîmotêyo 5:17). Xêncî vê yekê, ser vê mektebê berpirsiyarên mihalê û jinên wan zanebûna xwe hindava Kitêba Pîroz diha kûr dikin.
Wede: Mehek.
Şagirt: Salek paşî kifşkirinên xwe, berpirsiyarên mihalê û jinên wan têne teglîfkirinê. Ewana evê mektebê paşî pênc sala dikarin dîsa derbaz bin.
Mekteba Xizmetiyê
Nêt: Ev mekteb alî rûspiya û alîkarçiyên civatêe dike, wekî li gora derece û hewcên xûşk-bira ewana cabdariyên xwe bînin sêrî (2 Tîmotêyo 3:1). Ev mekteb çend sala carekê derbaz dibe.
Wede: Gelek car tenê rojek dikişîne.
Şagirt: Berpirsiyarên mihalê, rûspî û alîkarçiyên civatê.
Mekteba bona Xizmetiya Beytelêda
Nêt: Ev mekteb alî Beytelvanaf dike şixulên xwe rind bînin sêrî û hezkirina xwe hindava Xwedê û hevdu qewî kin.
Wede: Pênc roj û nîv.
Şagirt: Beytelvanên teze dikarin hîn bin û yên ku îda gelek wext xizmet dikin, lê pênc sal pêşda ev mekteb derbaz bûne.
Mekteba Gîled
Nêt: Ev mekteb alî şagirta dike, razîbûna xwe hindava Xebera Xwedê bidine kifşê û çi ku hîn dibin emirê xweda bidine xebatê (1 Têsalonîkî 2:13). Xizmetkarên cêribandî, yên ku mekteba Gîledê derbaz bûne, alîkarîke mezin didinê teşkîleta Yehowa. Wan xizmetkara Beytelada kifş dikin, yan jî ça pêşengên mexsûs kifş dikin welatên wanda yan jî welatên dinda.
Wede: Pênc meh.
Şagirt: Evê mektebê derbaz dibin ew xizmetkar, kîjana Komîtêya Fîlîalê bijartiye ku blankê tije kin. Ev mekteb Patêrsonê, Niyû Yorkêda derbaz dibe.
Mekteba seva Endemên Komîtêya Fîlîala û Jinên Wan
Nêt: Ev mekteb alî birên ji Komîtêya Fîlîalêg dike, wekî ewana bona xebata Beytelêda xem bikin û bona şixulê belakirina mizgîniyê welatê xweda yan jî wan welatada bona kîjanê ewana cabdar in.
Wede: Du meh.
Şagirt: Evê mektebê ew birên ji Komîtêya Fîlîalê derbaz dibin, kîjana ji Ofîsa Sereke ya Şedên Yehowa teglîfkirin standine. Ev mekteb Patêrsonê, Niyû Yorkêda derbaz dibe.
Hînbûna ku Şedên Yehowa distînin ser hîmê çi ye?
Hemû bernamên mektebên Şedên Yehowa ser hîmê Kitêba Pîroz in. Em bawer in, wekî Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê ye û têda rêberiya lape baş e, bona her derecên jîyîna Mesîhiya (2 Tîmotêyo 3:16, 17).
Gelo Şedên Yehowa pere bona hînbûnê didin?
Na. Hînbûn bêpere ye. Hemû şixulê me bi saya piştgiriya qurbanên rezedilî tê kirinê (2 Korintî 9:7).
a Kitêba Pîroz û hacetên bona hînbûna Kitêba Pîroz usa jî vîdêo, dikarin bivînin ser malpera jw.org.
b Pêşeng ev heye mêr yan kulfeta nixumandî, yê ku meseleke baş e û her meh xizmetiyêda sihetên kifşkirî xerc dike.
c Rûspî Mesîhiyên gihîştî ne, yên ku bi saya Kitêba Pîroz hîn dikin û şivantiyê cimeta Xwedê dikin bi vê yekê, ku alî wan dikin û hêlan dikin. Bona şixulê xwe ewana pera nastînin.
d Berpirsiyarê mihalê ev heye xizmetkarê ku mihala xweda her heftî teseliya cûre-cûre civata dike. Ew bi saya gotarên ser hîmê Kitêba Pîroz û karkirina xizmetiyêda, xûşk-bira hêlan dike.
e Alîkarçiyên civatê, cûre-cûre pirsada alîkariyê didine xûşk-bira. Bi vê yekê rûspiyara hê zêde wede dimîne, wekî hîn kin û serlêdanên şivantiyê bikin.
f Beytel ev navê fîlîalên Şedên Yehowa ye. Xizmetkarên hertim, yên ku fîlîalada xizmet dikin, piştgiriya şixulên Şedên Yehowa dikin.
g Komîtêya Fîlîalêda sê yan hê zêde birên cêribandî xizmet dikin.