Sêşem, 7 Cotmehê
Xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e (Kols. 1:10).
Sala 1919-da, xizmetkarên Xwedê ji hukumê Babîlona Mezin aza bûn. Wê salê, “xulamê amin û serwaxt” eyan bû. Ev kom wextda, alî kesên dilsax dikir, wekî ewana bikevine ser “Riya Pîroz” (Metta 24:45-47; Îşaya 35:8). Bi saya xebata van mêrên xîret û xwedêxof, kesên ku hatibûn ser vê rê, dikaribûn derheqa Yehowa û nêta wî diha zêde pêbihesin (Metelok 4:18). Usa jî, wana dikaribû li gora xwestina Yehowa bijîn. Yehowa hîviyê nîbû, ku xizmetkarên wî hemû guhastinên lazim carekêra bikin. Dewsa vê yekê, ewî alî xizmetkarên xwe dikir, wekî ewana hêdî-hêdî bêne guhastinê. Gava ev roj bê ku em bikaribin bi hemû kirên xwe dilê Xwedê şa kin, emê gelek bextewar bin! Hemû rê timê têne tezekirinê. Ji sala 1919, ser “Riya Pîroz” gelek xebat têne kirinê. Bi vî cûreyî, diha zêde meriv dikaribûn ji Babîlona Mezin derkevin. w23.05 17 ¶15; 19 ¶16
Çarşem, 8 Cotmehê
Ezê tu car ji te neçim (Îbrn. 13:5).
Koma Rêberiyê, alîkarçiyên bona komîtêyên Koma Rêberiyê hîn dike. Ew alîkarçî niha bi aminî gelek cabdariyên giran tînin sêrî, û ewana hazir in axiriyêda jî bona pezên Mesîh xem bikin. Gava nêzîkî xilaziya tengasiya mezin bijartiyên paşin bêne hildanê li ezmana, xizmetkarên Xwedêye din wê bi saya rêberiya Îsa Mesîh, berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin. Hingê Gog ji Magogê, dêmek koalîsya mileta, wê hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bike (Hezeqêl 38:18-20). Lê ew hicûma kin wê ser nekeve û hebandina temiz nede sekinandinê. Yehowa wê xizmetkarên xwe xilaz ke. Yûhennayê şandî xeyalekêda “elaleteke . . . mezin”, dêmek pezên din, dît. Wîra hate gotinê ku ewana ji “tengasiya mezin” derketine (Eyantî 7:9, 14). Dêmek ewana wê bêne xilazkirinê! w24.02 5-6 ¶13-14
Pêşem, 9 Cotmehê
Ruhê Pîroz netemirînin (1 Têsln. 5:19).
Seva ku em ruhê pîroz bistînin, em gerekê dua bikin, Xebera Xwedê bixûnin û xwe li teşkîleta wî bigirin, ya ku bi rêberiya ruhê pîroz pêşda diçe. Usa emê bikaribin “berê ruh” pêşda bînin (Galatî 5:22, 23, DT). Xwedê ruhê pîroz dide tenê wan meriva fikir û kirên kîjana temiz e. Hergê em berdewam kin ser tiştên xirab bifikirin, yan jî li gora fikirên nebaş tişta bikin, Xwedê wê ruhê pîroz nede me (1 Têsalonîkî 4:7, 8). Xêncî vê yekê, seva ku em berdewam kin ruhê pîroz bistînin, em gerekê “pêxembertiya bêrûmet nekin” (1 Têsalonîkî 5:20). Vê rêzêda, xebera ‘pêxembertî’ tê hesabê xeberên ku Xwedê bi hukumê ruhê pîroz daye me. Mesele, hine ji van xebera besa roja Yehowa dikin û tînin bîra me, ku ev roj çiqas nêzîk e. Gerekê em nefikirin wekî emê pê çevê xwe Harmegedonê nevînin. Dewsa vê yekê, seva ku em bîr nekin, wekî roja Xwedê çiqas nêzîk e, em gerekê her roj “jiyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin” (2 Petrûs 3:11, 12). w23.06 12 ¶13-14