Şemî, 13 Îlonê
Tu gelekî hatî hezkirin (Dan. 9:23, ÎM).
Çaxê Daniyêl pêxember hê xort bû, Babîloniya ew çawa dîl birine Babîlonê, ku gelek dûrî Orşelîmê bû. Ça kifş e serwêrên Babîloniya dîna xwe dane Daniyêl, çimkî ev yekî berbiçev bû (1 Samûyêl 16:7). Ew yekî “bêqisûr û lihevhatî” bû û ji malbeteke esilzade bû. Lema jî Babîloniya ew hîn kirin, wekî qesirêda xizmet ke (Daniyêl 1:3, 4, 6, ÎM). Yehowa Daniyêl hez dikir ne ji bo bejn-bala wî yan jî nav-dengê wî, lê çimkî ewî xwe li rastiyê digirt û ber çevê Xwedê tiştên rast dikir. Mesele, çaxê Yehowa got ku Daniyêl mîna Nuh û Îbo pêxember yekî amin e, hingê Daniyêl dibeke weke 20 salî bû. Îbo û Nuh bi deha sala ber Xwedê navekî baş qazanc kiribûn (Destpêbûn 5:32; 6:9, 10; Îbo 42:16, 17; Hezeqêl 14:14). Temamiya emirê xwe, Daniyêl pêxember Yehowa hez dikir (Daniyêl 10:11, 19). w23.08 2 ¶1-2
Led, 14 Îlonê
Fireyî, dirêjayî, bilindayî û kûraya vê . . . fem bikin (Efes. 3:18, ÎM).
Pêşiya ku tu malekê bikirî, teyê bixwesta bi çevê xwe ev mal û der-dora wê bidîta. Usa jî, teyê dîna xwe bida hemû otaxa û her qulçên van. Em dikarin hema bi wî cûreyî hûr bi hûr Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin. Hergê em leze-lez bixûnin, emê tenê “ji gotinên Xwedê dersên pêşine sade hîn bin”, dêmek rastiyên sereke (Îbranî 5:12). Lê çawa ku meriv rind dîna xwe dide her qulçên mala teze, hema bi vî cûreyî em jî gerekê Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikin, wekî rind fem bikin. Ji bo vê yekê, em gerekê bivînin ku hemû rastiyên Kitêba Pîroz çawa hevva girêdayî ne. Usa jî, bes nîne tenê bizanibin van rastiya, kîjana em bawer dikin, lê em gerekê fem bikin ku çira em wan rastiya bawer dikin. Seva ku em Xebera Xwedê ji her aliyava fem bikin, em gerekê rastiyên kûr ji Kitêba Pîroz, pêbihesin. Pawlosê şandî xûşk-birara got, ku ewana Xebera Xwedê usa bixûnin, wekî “bikaribin fem bikin, ku berayî, dirêjayî, bilindayî û kûrayiya” rastiyê çi ye. Bi saya vê yekê, wê hîmê baweriya wan qewî bûya (Efesî 3:14-19). Hema bi vî cûreyî, em jî gerekê Kitêba Pîroz bixûnin. w23.10 18 ¶1-3
Duşem, 15 Îlonê
Xûşk-birano, aliyê telî-tengiya û sebirêda çev bidine wan pêxembera, yên ku bi navê Xudan xeber dane (Aqûb 5:10).
Kitêba Pîrozda gelek serhatiyên merivên bi sebir hene. Tu dikarî van serhatiya kûr lêkolîn kî. Mesele, gava Dawid cahiltiyêda ça Padşê Îsraêlê hatibû bijartinê, lazim bû wekî ew gelek sala hîviyê bûya, heta ku bibûya Padşa. Gava Şimhûn û Hana hîviya Mesîhê sozdayî bûn, wana bi aminî Yehowara xizmet dikir (Lûqa 2:25, 36-38). Çaxê tu derheqa van serhatiya lêkolîn bikî, ji xwe bipirse: “Çi alî wî merivî dikir ku ew sebir ke? Sebir çi kar jêra anî? Ez ça dikarim çev bidime wî?” Ji serhatiyên merivên bê sebir jî tu dikarî hine tişta hîn bî (1 Samûyêl 13:8-14). Ji xwe bipirse: “Sebira wan çira tune bû? Axiriyêda çi hate serê wan?” w23.08 25 ¶15