Led, 14 Îlonê
Fireyî, dirêjayî, bilindayî û kûraya vê . . . fem bikin (Efes. 3:18, ÎM).
Pêşiya ku tu malekê bikirî, teyê bixwesta bi çevê xwe ev mal û der-dora wê bidîta. Usa jî, teyê dîna xwe bida hemû otaxa û her qulçên van. Em dikarin hema bi wî cûreyî hûr bi hûr Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin. Hergê em leze-lez bixûnin, emê tenê “ji gotinên Xwedê dersên pêşine sade hîn bin”, dêmek rastiyên sereke (Îbranî 5:12). Lê çawa ku meriv rind dîna xwe dide her qulçên mala teze, hema bi vî cûreyî em jî gerekê Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikin, wekî rind fem bikin. Ji bo vê yekê, em gerekê bivînin ku hemû rastiyên Kitêba Pîroz çawa hevva girêdayî ne. Usa jî, bes nîne tenê bizanibin van rastiya, kîjana em bawer dikin, lê em gerekê fem bikin ku çira em wan rastiya bawer dikin. Seva ku em Xebera Xwedê ji her aliyava fem bikin, em gerekê rastiyên kûr ji Kitêba Pîroz, pêbihesin. Pawlosê şandî xûşk-birara got, ku ewana Xebera Xwedê usa bixûnin, wekî “bikaribin fem bikin, ku berayî, dirêjayî, bilindayî û kûrayiya” rastiyê çi ye. Bi saya vê yekê, wê hîmê baweriya wan qewî bûya (Efesî 3:14-19). Hema bi vî cûreyî, em jî gerekê Kitêba Pîroz bixûnin. w23.10 18 ¶1-3
Duşem, 15 Îlonê
Xûşk-birano, aliyê telî-tengiya û sebirêda çev bidine wan pêxembera, yên ku bi navê Xudan xeber dane (Aqûb 5:10).
Kitêba Pîrozda gelek serhatiyên merivên bi sebir hene. Tu dikarî van serhatiya kûr lêkolîn kî. Mesele, gava Dawid cahiltiyêda ça Padşê Îsraêlê hatibû bijartinê, lazim bû wekî ew gelek sala hîviyê bûya, heta ku bibûya Padşa. Gava Şimhûn û Hana hîviya Mesîhê sozdayî bûn, wana bi aminî Yehowara xizmet dikir (Lûqa 2:25, 36-38). Çaxê tu derheqa van serhatiya lêkolîn bikî, ji xwe bipirse: “Çi alî wî merivî dikir ku ew sebir ke? Sebir çi kar jêra anî? Ez ça dikarim çev bidime wî?” Ji serhatiyên merivên bê sebir jî tu dikarî hine tişta hîn bî (1 Samûyêl 13:8-14). Ji xwe bipirse: “Sebira wan çira tune bû? Axiriyêda çi hate serê wan?” w23.08 25 ¶15
Sêşem, 16 Îlonê
Em bawer dikin û em zanin, wekî tu Pîrozê Xwedê yî (Yûhn. 6:69).
Petrûs yekî amin bû. Ewî îzin nedida tu tiştî, ku riya wî bigire pey Îsa here. Carekê, gava Îsa tiştek şagirtên xwera got û wana fem nekir, vê demê Petrûs aminiya xwe nîşan kir (Yûhenna 6:68). Gelek peyçûyên Îsa hîviya şirovekirina giliyên wî nesekinîn û pişta xwe dane wî çûn. Lê Petrûs usa nekir, çimkî ewî zanibû, ku “gotinên jiyîna heta-hetayê” cem Îsa ne. Îsa zanibû wekî Petrûs û şandiyên din, wê wî bihêlin. Lê yeke ew bawer bû, ku Petrûs wê dîsa vegere û amin bimîne (Lûqa 22:31, 32). Îsa fem dikir ku “ruh razî ye, lê beden sist e” (Markos 14:38). Lema jî çaxê Petrûs lê înkar kir, Îsa ji wî nexeydî. Paşî rabûna xwe, Îsa Petrûsra eyan bû û diqewime Petrûs wî çaxî tenê bû (Markos 16:7; Lûqa 24:34; 1 Korintî 15:5). Bi vî cûreyî, Îsa dilbînî da Petrûs! w23.09 22 ¶9-10