Çarşem, 17 Îlonê
Xwezî li wan, ku neheqiyên wan hatine baxşandinê û gunên wan hatine nixamtinê (Rom. 4:7).
Xwedê dinixumîne, dêmek bi temamî gunên wan meriva dibaxşîne, yên ku baweriya xwe wî tînin (Zebûr 32:1, 2). Ji bo baweriya wan, Xwedê wana rast hesab dike. Rast e Birahîm, Dawid û xizmetkarên Xwedêye din merivên gunekar bûn, yeke ewana ça merivên rast hatine hesabê. Lê xizmetkarên Xwedê û kesên ku wî nahebînin, ber çevê Xwedê mîna hev nînin. Xizmetkarên wî baweriya xwe wî tînin, lema jî ew wana bêsûc hesab dike (Efesî 2:12). Çawa ku Pawlos nema xweda zelal kir, meriv bê bawerî nikare bibe dostê Xwedê. Birahîm û Dawid dostên Xwedê bûn, çimkî wana baweriya xwe Xwedê dianî. Em jî dikarin bi baweriya xwe bibine dostên Xwedê. w23.12 3 ¶6-7
Pêşem, 18 Îlonê
Timê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yên ku navê wî îqrar dikin (Îbrn. 13:15).
Îro me hemûyara qedir hatiye dayînê, wekî wext, qewat û mecalên xwe bona Padşatiya Xwedê xerc kin. Gava em her tiştî dikin, wekî Yehowara xizmetê kin, bi vê yekê em ji aliyê xweda ya lape baş bona wî qurban dikin. Pawlosê şandî xilaziya nema xweye Îbraniyara, derheqa çend tişta nivîsî, yên ku em gerekê tu car bîr nekin û bînin sêrî (Îbranî 10:22-25). Mesele, em gerekê hertim dua bikin, kesên dinra derheqa gumana xwe bêjin, herin civîna, hevdu hêlan û qewî kin, heta ku Roja Xwedê bê. Xilaziya kitêba Eyantî, melekê Yehowa du cara got, wekî em gerekê Xwedêra xizmet kin (Eyantî 19:10; 22:9). Were em van rastiyên kûr derheqa paristgeha ruhanî, qe bîr nekin, û bişêkirînin wekî mecala me heye Xwedêyê Himzorra xizmet kin! w23.10 29 ¶17-18
Înî, 19 Îlonê
Hevdu hiz bikin (1 Yûhn. 4:7).
Em dixwazin timê “hevdu hiz bikin”. Lê em gerekê bîr nekin, ku Îsa got wekî “hezkirina geleka wê sar be” (Metta 24:12). Îsa negot ku hezkirin wê nava heçî zef şagirtên wîda sar be. Lê dîsa jî em gerekê hişyar bimînin, wekî dilsariya merivên vê dinê, ser hezkirina me hukum neke. Lema jî, were em dîna xwe bidine vê pirsa ferz: Em ça dikarin têderxin, hela hezkirina me hindava xûşk-birada qewî ye yan na? Hine derecên jîyîna meda, gotin û kirên me didine kifşê, wekî em kesên din çiqas hez dikin (2 Korintî 8:8). Petrûsê şandî derheqa vê yekê usa got: “Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hizkirin gelek guna dinixême” (1 Petrûs 4:8). Lê ji bo kêmasiyên xûşk-bira, hezkirina me dikare bê cêribandinê. w23.11 10-11 ¶12-13