Pêşem, 18 Îlonê
Timê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yên ku navê wî îqrar dikin (Îbrn. 13:15).
Îro me hemûyara qedir hatiye dayînê, wekî wext, qewat û mecalên xwe bona Padşatiya Xwedê xerc kin. Gava em her tiştî dikin, wekî Yehowara xizmetê kin, bi vê yekê em ji aliyê xweda ya lape baş bona wî qurban dikin. Pawlosê şandî xilaziya nema xweye Îbraniyara, derheqa çend tişta nivîsî, yên ku em gerekê tu car bîr nekin û bînin sêrî (Îbranî 10:22-25). Mesele, em gerekê hertim dua bikin, kesên dinra derheqa gumana xwe bêjin, herin civîna, hevdu hêlan û qewî kin, heta ku Roja Xwedê bê. Xilaziya kitêba Eyantî, melekê Yehowa du cara got, wekî em gerekê Xwedêra xizmet kin (Eyantî 19:10; 22:9). Were em van rastiyên kûr derheqa paristgeha ruhanî, qe bîr nekin, û bişêkirînin wekî mecala me heye Xwedêyê Himzorra xizmet kin! w23.10 29 ¶17-18
Înî, 19 Îlonê
Hevdu hiz bikin (1 Yûhn. 4:7).
Em dixwazin timê “hevdu hiz bikin”. Lê em gerekê bîr nekin, ku Îsa got wekî “hezkirina geleka wê sar be” (Metta 24:12). Îsa negot ku hezkirin wê nava heçî zef şagirtên wîda sar be. Lê dîsa jî em gerekê hişyar bimînin, wekî dilsariya merivên vê dinê, ser hezkirina me hukum neke. Lema jî, were em dîna xwe bidine vê pirsa ferz: Em ça dikarin têderxin, hela hezkirina me hindava xûşk-birada qewî ye yan na? Hine derecên jîyîna meda, gotin û kirên me didine kifşê, wekî em kesên din çiqas hez dikin (2 Korintî 8:8). Petrûsê şandî derheqa vê yekê usa got: “Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hizkirin gelek guna dinixême” (1 Petrûs 4:8). Lê ji bo kêmasiyên xûşk-bira, hezkirina me dikare bê cêribandinê. w23.11 10-11 ¶12-13
Şemî, 20 Îlonê
Hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:34).
Hergê em civatêda hezkirinê tenê hinekara bidine kifşê, ev yek tê hesabê ku em guh nadine temiya Îsa. Hemikî, em jî mîna Îsa tevî hine xûşk-bira diha nêzîk in (Yûhenna 13:23; 20:2). Lê Petrûs şîret dide me, ku em gerekê “xûşk-bira hiz bikin”, dêmek hezkirinê hindava hemûya bidine kifşê, çimkî em neferên malbetekê ne (1 Petrûs 2:17). Petrûs got, “bi dilê sax hevdu qayîm hiz bikin” (1 Petrûs 1:22). Dêmek, çiqas çetin be jî, yeke em gerekê hemû xûşk-bira hez bikin. Mesele, hergê birak dilê me bêşîne, em gerekê çi bikin? Sêrîda dibeke emê bixwazin xwe mîna wî bidine kifşê. Lê Petrûs ji Îsa pêhesiya, ku tiştên usa Xwedê xweş nayê (Yûhenna 18:10, 11). Petrûs nivîsî: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê” (1 Petrûs 3:9). Hezkirina ji dil alî me dike dîsa jî dilremiyê bidine kifşê. w23.09 28-29 ¶9-11