Led, 21 Îlonê
Bira jinên wan giran, . . . xwegirtî, her tiştîda amin bin (1 Tîmt. 3:11).
Gava em divînin ku zar çiqas zû mezin dibin, em gelek ecêbmayî dimînin. Çaxê zar mezin dibe, ew bona vê yekê qewatê xerc nake. Lê seva ku ewana bibin şagirtên Îsa yên gihîştî, vê yekêra xîret û qewat lazim e (1 Korintî 13:11; Îbranî 6:1). Bona vê yekê, gerekê ewana dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Usa jî, seva ku ewana hunurên usa pêşda bînin, yên ku Xwedê xweş tên û bikaribin cabdariya bistînin, wanra alîkariya ruhê pîroz lazim e (Metelok 1:5). Yehowa çawa mêr usa jî jin efirandiye (Destpêbûn 1:27). Jin û mêr him ji aliyê fîzîkî, him jî gelek tiştên dinda ji hev cude dibin. Mesele, Yehowa jin û mêr usa çêkirine, ku her kes rola xwe bîne sêrî. Seva ku ewana cabdariyên xwe bînin sêrî, ewana gerekê hunur û feresetên usa nav xweda pêşda bînin, kîjan ku vê yekêda wê alî wan bikin (Destpêbûn 2:18). w23.12 18 ¶1-2
Duşem, 22 Îlonê
Merivên ji hemû mileta bikine şagirtên min û wana bi navê Bav, [û] Kur . . . binixumînin (Met. 28:19).
Gelo Îsa dixwest ku meriv navê Bavê wî bidine xebatê? Belê. Çaxê Îsa ser erdê bû, hine serwêrên rêlîgî diqewime difikirîn ku navê Xwedê gelek pîroz e, lema jî meriv gerekê nedine xebatê. Lê Îsa tu car îzin nedida ku erf-edetên usa, yên ku miqabilî Nivîsarên Pîroz in, bibine sebeb ku ew navê Bavê xwe pîroz neke. Bîne bîra xwe, gava Îsa li herêma Girasînî mêrekî cinaketî qenc kir, çi qewimî. Merivên herêmê tirsiyan, û dixwestin wekî Îsa ji wêderê here, û ew jî çû (Markos 5:16, 17). Lê yeke Îsa dixwest ku wêderê derheqa navê Yehowa pêbihesin. Lema jî ewî vî mêrê qencbûyîra got, wekî ew xelqêra bêje ku Yehowa ji bo wî çi kir, ne ku Îsa çi kir (Markos 5:19). Îsa dixwaze ku em jî usa bikin, dêmek wekî em ser temamiya dinyayê navê Bavê wî bidine naskirinê! (Metta 24:14; 28:20) Gava em usa dikin, em dilê Padşê xwe, Îsa, şa dikin. w24.02 10 ¶10
Sêşem, 23 Îlonê
Bona navê min te cefa kişand (Eyan. 2:3).
Keremeke çiqas mezin e, ku em van rojên xilaziyêda para teşkîleta Yehowa ne! Halê dinyayê çiqas diçe xirab dibe, lê Yehowa gelek xûşk-birên ezîz daye me, yên ku alî me dikin (Zebûr 133:1). Ew alî me dike wekî malbeta me qewî û bextewar be (Efesî 5:33–6:1). Û ew bîlaniyê dide me, wekî em ber çetinaya sebir kin û şabûna xwe unda nekin. Em gerekê xîret bin, wekî berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin. Gelo çira? Çimkî kêmasiyên kesên din cara dikarin me eciz kin. Dibeke em ji bo kêmasiyên xwe jî eciz dibin, îlahî çaxê em hine şaşiya dîsa û dîsa dikin. Belê, em gerekê berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin, (1) gava xûşk yan birak dilê me dêşîne, (2) gava em ji bo problêmên zewacêda eciz dibin û (3) gava em ji bo şaşiyên xwe dilteng dibin. w24.03 14 ¶1-2