KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Îro

Sêşem, 23 Îlonê

Bona navê min te cefa kişand (Eyan. 2:3).

Keremeke çiqas mezin e, ku em van rojên xilaziyêda para teşkîleta Yehowa ne! Halê dinyayê çiqas diçe xirab dibe, lê Yehowa gelek xûşk-birên ezîz daye me, yên ku alî me dikin (Zebûr 133:1). Ew alî me dike wekî malbeta me qewî û bextewar be (Efesî 5:33–6:1). Û ew bîlaniyê dide me, wekî em ber çetinaya sebir kin û şabûna xwe unda nekin. Em gerekê xîret bin, wekî berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin. Gelo çira? Çimkî kêmasiyên kesên din cara dikarin me eciz kin. Dibeke em ji bo kêmasiyên xwe jî eciz dibin, îlahî çaxê em hine şaşiya dîsa û dîsa dikin. Belê, em gerekê berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin, (1) gava xûşk yan birak dilê me dêşîne, (2) gava em ji bo problêmên zewacêda eciz dibin û (3) gava em ji bo şaşiyên xwe dilteng dibin. w24.03 14 ¶1-2

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Çarşem, 24 Îlonê

Em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn (Fîlî. 3:16).

Cara tuyê derheqa serhatiyên wan xûşk-bira bibihêyî, yên ku safî kirine hê zêde Yehowara xizmet kin. Hine ji wan dibeke çûne Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê, yan jî derbazî cîkî usa bûne, kîderê ku mizgînvan hindik in. Lê tu dikarî xwera nêteke usa daynî? Gelek xizmetkarên Yehowa hazir in hê zêde xizmet kin (Karên Şandiya 16:9). Lê hergê niha dereca te dest nade vê yekê bikî, nefikire wekî tu ji wana kêmtir î. Lape ferz ev e, wekî tu heta xilaziyê amin bimînî (Metta 10:22). Tu gerekê li gora dereca xwe Yehowara xizmet kî û bi vî cûreyî berdewam kî pey Îsa herî (Zebûr 26:1). w24.03 10 ¶11

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025

Pêşem, 25 Îlonê

Ewî hemû neheqiyên me baxşandine me (Kols. 2:13).

Bavê meyî ezmana soz daye ku hergê em tobe bikin, ewê bibaxşîne me (Zebûr 86:5). Lema jî hergê em bona gunên xweye berê ji dil poşman bûne, em dikarin bawer bin ku Xwedê baxşandiye me. Usa jî bîr neke wekî Yehowa sert nîne û tu cara tiştên ku ji qewata me der e ji me dewa nake. Gava em bi dil û can wîra xizmet dikin, ew razî ye. Usa jî, dîna xwe bide mesela xizmetkarên Yehowaye berê. Mesele, Pawlosê şandî gelek sal bi xîret xizmet dikir, gelek rêwîtî dikir û gelek civat saz kirin. Lê gava dereca wî hate guhastinê û ewî îda nikaribû mizgîniyê mîna berê bela bike, gelo Yehowa ça ser wî dinihêrî? Pawlosê şandî çi ji destê wî dihat dikir, û Yehowa wî kerem dikir û ji wî razî bû (Karên Şandiya 28:30, 31). Mîna vê yekê, derecên me jî dikarin bêne guhastinê, û emê îda nikaribin Yehowara ça berê xizmet bikin. Lê bona Yehowa, tiştê ferz ev e ku em bi çi nêtê wîra xizmet dikin. w24.03 27 ¶7, 9

Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
Hûn bi xêr hatin.
Ew kitêbxane Şedên Yehowa çêkirine, seva ku li ser cûre-cûre zimana edebyeta lêkolîn kin.
Seva kişandina edebyeta, kerem ke bikeve li jw.org.
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin