Çarşem, 24 Îlonê
Em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn (Fîlî. 3:16).
Cara tuyê derheqa serhatiyên wan xûşk-bira bibihêyî, yên ku safî kirine hê zêde Yehowara xizmet kin. Hine ji wan dibeke çûne Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê, yan jî derbazî cîkî usa bûne, kîderê ku mizgînvan hindik in. Lê tu dikarî xwera nêteke usa daynî? Gelek xizmetkarên Yehowa hazir in hê zêde xizmet kin (Karên Şandiya 16:9). Lê hergê niha dereca te dest nade vê yekê bikî, nefikire wekî tu ji wana kêmtir î. Lape ferz ev e, wekî tu heta xilaziyê amin bimînî (Metta 10:22). Tu gerekê li gora dereca xwe Yehowara xizmet kî û bi vî cûreyî berdewam kî pey Îsa herî (Zebûr 26:1). w24.03 10 ¶11
Pêşem, 25 Îlonê
Ewî hemû neheqiyên me baxşandine me (Kols. 2:13).
Bavê meyî ezmana soz daye ku hergê em tobe bikin, ewê bibaxşîne me (Zebûr 86:5). Lema jî hergê em bona gunên xweye berê ji dil poşman bûne, em dikarin bawer bin ku Xwedê baxşandiye me. Usa jî bîr neke wekî Yehowa sert nîne û tu cara tiştên ku ji qewata me der e ji me dewa nake. Gava em bi dil û can wîra xizmet dikin, ew razî ye. Usa jî, dîna xwe bide mesela xizmetkarên Yehowaye berê. Mesele, Pawlosê şandî gelek sal bi xîret xizmet dikir, gelek rêwîtî dikir û gelek civat saz kirin. Lê gava dereca wî hate guhastinê û ewî îda nikaribû mizgîniyê mîna berê bela bike, gelo Yehowa ça ser wî dinihêrî? Pawlosê şandî çi ji destê wî dihat dikir, û Yehowa wî kerem dikir û ji wî razî bû (Karên Şandiya 28:30, 31). Mîna vê yekê, derecên me jî dikarin bêne guhastinê, û emê îda nikaribin Yehowara ça berê xizmet bikin. Lê bona Yehowa, tiştê ferz ev e ku em bi çi nêtê wîra xizmet dikin. w24.03 27 ¶7, 9
Înî, 26 Îlonê
Berbangê, gava hê terî bû, Îsa rabû çû cîkî usa, kîderê tu kes tune bû, û destpêkir dua bike (Mark. 1:35).
Îsa meseleke baş şagirtên xwera hîşt, ku çawa dua bikin. Ewî gelek car dua dikir. Îsa qe betal nedima, çimkî gelek meriv dihatin cem wî, û lema jî lazim bû, ku ew bona duakirinê wede bivîne (Markos 6:31, 45, 46). Mesele, ew berbangê radibû, wekî başqe dua bike. Carekê, pêşiya ku safîkirineke ferz bike, ewî temamiya şevê dua dikir (Lûqa 6:12, 13). Usa jî, şeva pêşiya mirina xwe Îsa gelek cara dua dikir, seva ku cabdariya xweye here ferz bîne sêrî (Metta 26:39, 42, 44). Mesela Îsa nîşan dike, ku çiqas jî şixulên me hebin, em gerekê bona duakirinê wede bivînin. Mîna Îsa, em jî dikarin bona duakirinê mecala bivînin. Mesele, em dikarin şebeqê hinekî zû rabin, yan jî pêşiya razanê wede bona duakirinê veqetînin. Usa emê Yehowara bidine kifşê, ku em mecala duakirinê qîmet dikin. w23.05 3 ¶4-5