Înî, 26 Îlonê
Berbangê, gava hê terî bû, Îsa rabû çû cîkî usa, kîderê tu kes tune bû, û destpêkir dua bike (Mark. 1:35).
Îsa meseleke baş şagirtên xwera hîşt, ku çawa dua bikin. Ewî gelek car dua dikir. Îsa qe betal nedima, çimkî gelek meriv dihatin cem wî, û lema jî lazim bû, ku ew bona duakirinê wede bivîne (Markos 6:31, 45, 46). Mesele, ew berbangê radibû, wekî başqe dua bike. Carekê, pêşiya ku safîkirineke ferz bike, ewî temamiya şevê dua dikir (Lûqa 6:12, 13). Usa jî, şeva pêşiya mirina xwe Îsa gelek cara dua dikir, seva ku cabdariya xweye here ferz bîne sêrî (Metta 26:39, 42, 44). Mesela Îsa nîşan dike, ku çiqas jî şixulên me hebin, em gerekê bona duakirinê wede bivînin. Mîna Îsa, em jî dikarin bona duakirinê mecala bivînin. Mesele, em dikarin şebeqê hinekî zû rabin, yan jî pêşiya razanê wede bona duakirinê veqetînin. Usa emê Yehowara bidine kifşê, ku em mecala duakirinê qîmet dikin. w23.05 3 ¶4-5
Şemî, 27 Îlonê
Hizkirina Xwedê ser meda bi wî Ruhê Pîroz bariye, yê ku mera hatiye dayînê (Rom. 5:5).
Zimanê orîjînalêda, vê rêzêda fikireke usa tê dayînê, ku hezkirina Yehowa hindava kesên bi ruh kifşkirî usa mezin e, wekî beramberî ava çem dibe. Kesên bi ruh kifşkirî bawer in, ku ewana ji aliyê “Xwedêda hizkirî” ne (Cihûda 1). Yûhennayê şandî bi van giliya hestên wan eyan kir: “Binihêrin, Bavê em çawa hiz kirin, wekî em zarên Xwedê bêne gotinê” (1 Yûhenna 3:1). Gelo Yehowa tenê kesên bi ruh kifşkirî hez dike? Na. Yehowa îzbat kiriye, wekî ew me hemûya hez dike. Gelo îzbatiya lape mezin ya hezkirina Yehowa çi ye? Hemikî kirîn, dêmek qurbana Îsa Mesîh! Bi saya qurbanê, Yehowa nîşan kir, wekî ew me çiqas hez dike (Yûhenna 3:16; Romayî 5:8). w24.01 28 ¶9-10
Led, 28 Îlonê
Neyarên minê paşda herin, gava ez hewara xwe Te daynim. Ez bi vê yekê pê dihesim, ku Xwedê tevî min e (Zeb. 56:9).
Ev rêz dîna me dikişîne ser tişteke din, ya ku alî Dawid kir, ku ew ji tirsên xwe xilaz be. Rast e emirê wî bin xofêda bû, ewî dida ber çevê xwe ku axiriyêda, Yehowa wê bona wî çi bike. Dawid zanibû, wekî wexta rastda, Yehowa wê wî xilaz ke. Yehowa xwexa gotibû, wekî Dawid wê bibe padşê Îsraêlê (1 Samûyêl 16:1, 13). Dawid bawer bû, wekî her sozên Yehowa wê bêne sêrî. Gelo Yehowa çi soz daye me? Hemikî em zanin, wekî îro Yehowa me ji hemû tengasiya xilaz nake. Lê ewî soz daye, ku dinya tezeda ewê me ji hemû kul-derda xilaz ke (Îşaya 25:7-9). Em bawer in, ku Xwedê wê miriya rake, me ji nexweşiya qenc ke û ji dijmin-neyara xilaz ke (1 Yûhenna 4:4). w24.01 6 ¶12-13