Pêşem, 25 Îlonê
Ewî hemû neheqiyên me baxşandine me (Kols. 2:13).
Bavê meyî ezmana soz daye ku hergê em tobe bikin, ewê bibaxşîne me (Zebûr 86:5). Lema jî hergê em bona gunên xweye berê ji dil poşman bûne, em dikarin bawer bin ku Xwedê baxşandiye me. Usa jî bîr neke wekî Yehowa sert nîne û tu cara tiştên ku ji qewata me der e ji me dewa nake. Gava em bi dil û can wîra xizmet dikin, ew razî ye. Usa jî, dîna xwe bide mesela xizmetkarên Yehowaye berê. Mesele, Pawlosê şandî gelek sal bi xîret xizmet dikir, gelek rêwîtî dikir û gelek civat saz kirin. Lê gava dereca wî hate guhastinê û ewî îda nikaribû mizgîniyê mîna berê bela bike, gelo Yehowa ça ser wî dinihêrî? Pawlosê şandî çi ji destê wî dihat dikir, û Yehowa wî kerem dikir û ji wî razî bû (Karên Şandiya 28:30, 31). Mîna vê yekê, derecên me jî dikarin bêne guhastinê, û emê îda nikaribin Yehowara ça berê xizmet bikin. Lê bona Yehowa, tiştê ferz ev e ku em bi çi nêtê wîra xizmet dikin. w24.03 27 ¶7, 9
Înî, 26 Îlonê
Berbangê, gava hê terî bû, Îsa rabû çû cîkî usa, kîderê tu kes tune bû, û destpêkir dua bike (Mark. 1:35).
Îsa meseleke baş şagirtên xwera hîşt, ku çawa dua bikin. Ewî gelek car dua dikir. Îsa qe betal nedima, çimkî gelek meriv dihatin cem wî, û lema jî lazim bû, ku ew bona duakirinê wede bivîne (Markos 6:31, 45, 46). Mesele, ew berbangê radibû, wekî başqe dua bike. Carekê, pêşiya ku safîkirineke ferz bike, ewî temamiya şevê dua dikir (Lûqa 6:12, 13). Usa jî, şeva pêşiya mirina xwe Îsa gelek cara dua dikir, seva ku cabdariya xweye here ferz bîne sêrî (Metta 26:39, 42, 44). Mesela Îsa nîşan dike, ku çiqas jî şixulên me hebin, em gerekê bona duakirinê wede bivînin. Mîna Îsa, em jî dikarin bona duakirinê mecala bivînin. Mesele, em dikarin şebeqê hinekî zû rabin, yan jî pêşiya razanê wede bona duakirinê veqetînin. Usa emê Yehowara bidine kifşê, ku em mecala duakirinê qîmet dikin. w23.05 3 ¶4-5
Şemî, 27 Îlonê
Hizkirina Xwedê ser meda bi wî Ruhê Pîroz bariye, yê ku mera hatiye dayînê (Rom. 5:5).
Zimanê orîjînalêda, vê rêzêda fikireke usa tê dayînê, ku hezkirina Yehowa hindava kesên bi ruh kifşkirî usa mezin e, wekî beramberî ava çem dibe. Kesên bi ruh kifşkirî bawer in, ku ewana ji aliyê “Xwedêda hizkirî” ne (Cihûda 1). Yûhennayê şandî bi van giliya hestên wan eyan kir: “Binihêrin, Bavê em çawa hiz kirin, wekî em zarên Xwedê bêne gotinê” (1 Yûhenna 3:1). Gelo Yehowa tenê kesên bi ruh kifşkirî hez dike? Na. Yehowa îzbat kiriye, wekî ew me hemûya hez dike. Gelo îzbatiya lape mezin ya hezkirina Yehowa çi ye? Hemikî kirîn, dêmek qurbana Îsa Mesîh! Bi saya qurbanê, Yehowa nîşan kir, wekî ew me çiqas hez dike (Yûhenna 3:16; Romayî 5:8). w24.01 28 ¶9-10