KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 68
  • Du Gede Hatin Sax Kirinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Du Gede Hatin Sax Kirinê
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Kurê Jinebî Hate Saxkirinê
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Ordiya Yehowaye Agir
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 68

Serhatî 68

Du Gede Hatin Sax Kirinê

HELA bide hesavê xwe, dîya zarokê wê çi halîda bûya, hergê zara wê bimiriya, lê paşê paşda destpêkira bijî? Şabûna dê wê bê hesav bûya! Usa nîne? Lê gelo tiştêd usa qe carekî qewimîne? Gelo kesêd ku mirine dikarin paşda bijîn?

Hela binihêre li ser vî mêrî, vê kulfetê û kurê biçûk. Ev mêr pêxemberê Xwedê ye û navê wî Êlyas e. Kulfet jinebî ye, ew ji şeherê Serepta ye, û kurê biçûk jî zara wê ye. De xwendkarê xwera bêjim, derbekê zarok gele nexweş ket, halê zarê her car hê xirav dibû û xilaziyê ew mir. Wî çaxî Êlyas gote dîya wî: “Hela zarokê bide min”.

Êlyas zar hilda, bire otaxa jorê û wî li ser ciya velezand. Paşê ewî dua kir: “Ya Xwedayê min Yahowa, usa bike ku zar dîsa bijî”. Hema wê demê zarok destpêkir bîna xwe bikişîne! Êlyas zar hilda destê xwa, wî anî jêrê û gote dîya wî: “Binihêre, zara te sax e!” Ahan çira dîya zarê usa şa dibe.

Dîsa pêxemberekî Xwedê hebû bi navê Êlîşa. Wedê xweda ew alîkariya Êlyas dikir. Lê paşwextiyê Yahowa destpêkir Êlîşa jî bide xevatê ku gele keremeta bike. Derbekê Êlîşa çûbû şeherê Şûnem. Li wir jinek wîra gele qencî dikir. Paşê pêra kurek hate bûyînê.

Derbekê kurik, yê ku îda hinekî mezin bibû, çû cem bavê xwe, yê ku çolê dixevitî. Nişkêva zarok bi girînva got: “Serê min dêşe!” Çaxê zar anîn malê ew mir. Bidine hesavê xwe, derdekî çiqa giran kete dilê dîya zarokê! Ew leze-lez çû ku Êlîşa bîne vir.

Gava Êlîşa gihîşte cî, ew pêra-pêra kete wê otaxê, kîderê bedenê zarokê danîbûn. Ewî dua kir Yahowara û li ser bedena wî veleziya. Hine wede şûnda bedena zarê germ bû û ew heft cara hênijî. Bide hesavê xwe, gava dîya zarokê derda hat û dît ku zara wî îda sax e, ew çiqas şa dibû!

Di nav terîxiya dinyayê gele merî miribûn. Ji vê yekê meriyêd wan û hevalêd wan gele ber xwe diketin. Qewata me nagihîjê ku meriya sax kin, rast e? Lê qewata Yahowa digihîje, û paşê emê pêbihesin Xwedê wê çawa milîona meriya sax ke.

1 Padşatî 17:8-24; 2 Padşatî 4:8-37.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin