Serhatî 98
Li Çiyayê Zeytûnê
NIHA Îsa li ser çiyayê Zeytûnê rûniştiye, û çar şagirtêd wî jî kêleka wî ne. Navêd wan: Endrawis, Petrûs, Aqûb û Yûhenna ye. Pêşiya wan, ji dûrva paristgehê Xwedê li Orşelîmê tê kivşê.
Paşî wê yekê ça Îsa li ser ceşikê kete Orşelîmê, weke du roj derbaz bûn. Niha roja sêşemê ye. Sibeh zû Îsa diçe li paristgehê. Li vir hine keşîşa dixwestin Îsa bigirtana û bikuştana. Lê çimkî cimet Îsa gele hez dikir, keşîş ditirsiyan vê yekê bikirana.
Wî çaxî Îsa serwêrêd kinîştara giliyêd usa got: “Hûn merno û çêjikêd mera!” Îsa usa jî got ku Xwedê seva şixulêd wane xirav wê ceza wan bîne. Paşê Îsa ji wir li çiyayê Zeytûnê hilkişiya, û li vir çar şagirtêd wî pirs dane Îsa. Zanî ewana çi ji Îsa pirs kirin?
Şagirt derheqa axiriyê ji Îsa pirs dikin. Ewana zanin ku axiriyê Îsa hemû neheqî û xiravî ji erdê wê ret ke. Lema jî ewana dixwazin pêbihesin ev yek wê kengê bibe? Û kengê Îsa wê vegere, wekî ça Padşa li ser erdê serwêrtî bike?
Lê Îsa zanibû ku şagirtêd wî wê nikaribin hatina wî bivînin, çimkî Îsa gerekê ji ezmana serwêrtî bike, û şagirt li ezmana wê nikaribin wî bivînin. Lema jî Îsa hine nîşan wanara gilî kir, wekî ewana hatina wî tê derxin. Îsa gilî kir, wekî çaxê ew destpêke ji ezmana serwêrtî ke, li ser erdê wê çi biqewimin. Were em pêbihesin ev nîşan çi bûn.
Îsa gilî dike ku şerêd mezin wê destpêbin, heçî zef ji meriya nexweş kevin û birçî bimînin, hin jî erd bi zulmiyê wê tije be û hemû ciya erdhejê mezin wê bibin. Usa jî Îsa got ku Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê. Lê ça tu texmîn dikî ev yek roja îroyîn diqewimin? Belê, aşkere diqewimin! Bi vê yekê em dikarin guman bin, ku Îsa îda li ser ezmana ça padşa padşatî dike. Zûtirkê Îsa wê xilaziya hemû zulmiyê û xiraviyê bîne.
Metta 21:46; 23:1-39; 24:1-14; Marqos 13:3-10.