KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bm para 13 rûp. 16
  • Padşêd Qenc û yêd Xirab

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Padşêd Qenc û yêd Xirab
  • Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Sebir da Kifşê Hindava Ûnis
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Ûnis Û Mesiyê Mezin
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
bm para 13 rûp. 16
Padşê Îsraêlêye cahil

SERÊ 13

Padşêd Qenc û yêd Xirab

Îsraêl dibe du para. Gelek padşêd Îsraêlê guhdariya Xwedê nakin. Babîloniya, Orşelîmê hildişînin

PAŞÎ wê yekê ku Silêman Yahowa înkar kir, Îsraêl bû du para, ça jî Yahowa pêşda gotibû. Kurê Silêman Rehobowam padşakî bê rem bû. Lema jî dehe berekêd îsraêliya miqabilî wî derketin, û padşatiya Îsraêlêye bakûrê saz kirin. Lê du berekêd dinê, textê Dawidra yê ku di Orşelîmêda bû, amin man, û padşatiya Cihûdayê başûrê saz kirin.

Halê Îsraêlê û Cihûdayê baş nîbû, çimkî padşêd wan Xwedêra amin nîbûn û gura wî nedikirin. Lê halê padşatiya bakûrê diha xirab bû, çimkî padşêd wan hê sêrîda qulixkirina qelp pêşda dianîn. Rast e wan çaxa pêxemberêd usa qulix dikirin ça Êlyas û Êlîşa, yêd ku şixulêd mezin dikirin û hela hê mirî jî sax dikirin, lê yeke cimet riya xirabda diçû. Di axiriyêda, Yahowa hîşt wekî Aşûriya, padşatiya bakûrê hilşîne.

Ji sed salî hinek zêde derbaz bû, padşatiya Cihûda jî kete vê rojê, û cezakirina Xwedê stand. Tenê çend padşêd Cihûdê guh didane pêxemberêd Xwedê, û dixwestin wekî cimetê vegerînin cem Yahowa. Mesele, Yoşiya padşa destpêkir Cihûda ji qulixkirina qelp temiz ke, û paristgeha Yahowa teze ke. Çaxê ew kitêba, ku Qanûnêd Xwedê dabû Mûsa têda hatibûn nivîsarê, hate dîtinê, Yoşiya gelek ecêbmayî ma û destpêkir hê bi dil-can û bi xîret qulixkirina qelp kuta ke.

Lê yazix, wekî paşî Yoşiya kî ku li ser textê padşatiyê rûniştin, pey mesela wiye baş neçûn. Lema jî Yahowa hîşt ku Babîloniya, Cihûda zeft kin, bajarê Orşelîmê û paristgehê jî hilşînin. Lê yêd ku sax bimînin, wana bibine Babîlonê ça dîl. Xwedê pêşda gotibû wekî dîltiya wan, 70 sal wê bikişîne û Cihûda wê wêran bimîne heta hingê, çaxê cimet îzinê bistîne vegere li Orşelîmê ser erdê xweyî helal.

Lê kesek ji rikinyata Dawid îda wê nebe padşa, heta Xilazkarê sozdayî, dêmek Mesîhê ku pêşda derheqa wî hatibû gotinê, bê ser text. Meselêd gelek padşa, yêd ku li ser textê Dawid rûniştibûn, îzbat kirin wekî merivêd neqedandî nikarin serwêrtiyê bikin. Tenê Mesîh hêjayî vê yekê ye. Lema jî Yahowa derheqa Mesîh giliyê usa got: “Ewê heta-hetayê padşatiyê ser mala Aqûb bike û xilaziya Padşatiya wî wê tunebe” (Lûqa 1:33).

Li ser hîmê kitêbêd 1 Padşatî; 2 Padşatî; 2 Dîrok serê 10 heta 36; Yêremya 25:8-11.

  • Çira Îsraêl bû du para û halê van her du padşatiya ça bû?

  • Çi hate serê rikinyata Dawid û çira?

  • Çi em pêdihesin derheqa Yahowa ji serhatiya Ûnis? (Binihêre çargoşe)

ÛNIS

Wî çaxî, çaxê padşatî bû du para, Yahowa Xwedê, Ûnis pêxember şande Nînewaya dûr, wekî ew cimeta vî şeherê zulmkarra elam ke, derheqa xezebê. Lê Ûnis rûnişt li gemiyê ku lap alîkî dinda diçû. Hingê Xwedê keremet kir, usa kir wekî mesiyê mezin, dêmek hût, Ûnis daqurçîne. Çaxê Ûnis hindurê mesîda bû ewî Yahowara dua kir û Yahowa usa kir, wekî mesî kire hoqîn û Ûnis avîte devê berê. Niha Ûnis îda hazir bû biqedîne ew şixulê ku Xwedê wîra dabû.

Paşî wê yekê çaxê Xwedê ders da Ûnis û hîn kir ku ew guhdar be, Ûnis dîsa şaşî berda. Ewî merivêd Nînewayêra dannasîn dikir, wana guhdarî kir û tobe kirin. Hingê ev yek qe Ûnis xweş nehat, ku çira Yahowa hindava wan dilrem bû, baxşande wan û ewana ceza nekirin. Çaxê hûn evê kitêba hewas bixûnin, hûnê bibînin wekî ça Yahowa keremeta duda kir û bi vê yekê Ûnis hîn kir dilrem be.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin