KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb18 Kanûna Pêşin rûp. 8
  • Hîn be Wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî Bî; Alî Meriya Dikin Bibine Şagirt

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hîn be Wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî Bî; Alî Meriya Dikin Bibine Şagirt
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
  • Têmên Mîna Wê
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 2
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; Alî Şagirta Dikin seva ku Xwe Tesmîl kin û Bêne Nixumandinê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
  • Belakirina Mizgîniyê û Hînkirin Ferz in, seva ku Meriv Bikaribin Bibine Şagirt
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
  • Safî ke Yehowara Xizmet kî
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
mwb18 Kanûna Pêşin rûp. 8

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hîn Be Wekî Di Xizmetêda Hê Cêribandî Bî; Alî Meriya Dikin Bibine Şagirt

EV YEK ÇIMA FERZ E: Yehowa toximê rastiyê dadçikîne dilê wan meriyada, yên ku “bona jiyîna heta- hetayê kifşkirî bûn” (Kr.Şn. 13:48; 1 Kr. 3:7). Lema jî em tevî Wî şixulkariyê dikin û hemû qewata xwe xizmetêda didine xebatê ku alî wan meriya bikin, kîjan ku guh dane mizgîniya xêrê (1 Kr. 9:26). Ewên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, gerekê fem bikin, ku nixumandin ferz e seva ku xilazkirinê qazanç kin (1 Pt. 3:21). Em alî wan meriya dikin bibine şagirt, wanara dannasîn dikin û hîn dikin guhastina bikin jîyîna xweda, usa jî ku emirê xwe tesmîlî Yehowa kin (Mt. 28:19, 20).

ÇAWA BIKIN:

  • Bike bîra şagirta, wekî nêta hînbûna wane Kitêba Pîroz ew e, ku alî wan bikin Yehowa “nas kin” û dilê wî şa kin (Yn. 17:3).

  • Alî wan bike ruhanîda pêşda herin û tiştên usa nav xweda biguhêzin, ça xeysetêd xweye xirab û hevaltiya xirab

  • Pêşiya û paşî nixumandinê wana qewî ke û hêlan ke (Kr.Şn. 14: 22).

BINIHÊRE VÎDÊO “YEHOWA WÊ ALÎ TE BIKE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Kîjan tirs dikare riya hineka bigire, ku jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê?

  • Çawa rûspî dikarin alî şagirta bikin, wekî ewana ruhanîda pêşda herin?

  • Îşaya 41:10, çi me hîn dike derheqa Yehowa?

  • Rast e em gunekar in, lê dîsa jî kîjan xeyset-hunur alî me dikin Yehowara xizmet kin û dilê wî şa kin?

Rûspî xeber dide tevî wî merivî, yê ku ditirse xwe tesmîlî Yehowa ke û bê nixumandinê; merivekî wedê berê destê xwe dirêj dike ku alî kurê xwe bike; mêr hatiye nixumandinê

Çawa em tevî Yehowa şixulkariyê dikin û meriya dikine şagirt?

Tu ji Merivên Din Dipirsî?

Hergê tu derbaz dikî hînkirina Kitêba Pîroz tevî wî merivî, ku îda ruhanîda pêşda diçe, dikarî ji wî bipirsî hela kesek ji heval yan pismamên wî dixwazin hê zêde derheqa hînkirinên Kitêba Pîroz pêbihesin (Yn. 1:40, 41). Tu dikarî ew hîn kî û şirovekî wekî ew xwexa bikaribe hevalên xwera bêje ku hînkirin çawa derbaz dibe û paşê usa bike, ku tu rastî wan bêyî û hînkirin destpêkî. Çaxê em ji merivên din pêdihesin hela kî dîsa dixwaze hîn be, usa em digerin û divînin merivên ku bona jîyîna heta-hetayê kifşkirî ne (Mt. 10:11).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin