Sêşem, 28 Cotmehê
[Yehowa, DT] wê xwexa we . . . bişidîne (1 Pet. 5:10).
Mîna her kesî, xizmetkarên Yehowa jî rastî tengasiya tên û nexweş dikevin. Serda jî, Şedên Yehowa ji destê kesên ku wana hez nakin rastî zulmî û zêrandinê tên. Hemikî Yehowa hemû çetinaya ji me dûr naxe, lê ewî soz daye ku wê alî me bike (Îşaya 41:10). Bi alîkariya wî em dikarin şabûna xwe unda nekin, safîkirinên baş bikin û nav çetinayada jî wîra amin bimînin. Li gora Kitêba Pîroz, emê “edilayiya Xwedê” bistînin (Fîlîpî 4:6, 7). Ev tê hesabê ku edilayî wê bikeve dilê me, çimkî em dostên Yehowa ne. “Edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” û ji her tiştî ku em dikarin bidin ber çevê xwe, baştir e. Belê, çaxê em ji dil dua dikin, rihetiya mezin ku dikeve dilê me, ev heye “edilayiya Xwedê”. w24.01 20 ¶2; 21 ¶4
Çarşem, 29 Cotmehê
Pesinê Xudan bide, nefsa min û her tiştê nava minda, navê Wîyî pîroz (Zeb. 103:1).
Ewên ku Yehowa hez dikin, bi dil û can dixwazin pesinê navê wî bidin. Dawid Padşa zanibû ku gava meriv pesinê navê Yehowa dide, ew bi rastî pesinê Yehowa dide. Çaxê em navê Yehowa dibihên, hingê xeyset, hunur û kirên wî têne ber çevê me. Dawid dixwest bi “hemû hebûna” xwe, dêmek bi temamiya dilê xwe pesinê navê Xwedê bide û wî pîroz ke. Bona Lêwiya jî pîrozkirina navê Yehowa tiştekî zef ferz bû. Wana bi milûktî fem dikir, ku wê nikaribin tenê pê giliya bi temamî pesinê navê Yehowa bidin (Nehemiya 9:5). Bê şik, dilê Yehowa gelek şa dibû, gava wana bi dil-can û milûktî pesin didane wî. w24.02 9 ¶6
Pêşem, 30 Cotmehê
Em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn (Fîlî. 3:16).
Hergê tu negihîjî nêteke xwe, nefikire ku Yehowa te ça yekî bêkêr hesab dike (2 Korintî 8:12). Ji vê yekê xwera dersa hîn be, û bîr neke wekî tu îda gihîştî çi. Kitêba Pîroz dibêje, ku “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (Îbranî 6:10). Lema jî derheqa wan tişta bifikire çi ku bal te îda hatiye standinê, mesele ku tu bûyî dostê Yehowa, belakirina mizgîniyêda kar dikî û hatî nixumandinê. Çawa ku berê tu gihîştibûyî nêtên xweye ruhanî, tu dikarî berdewam kî pêşda herî û bigihîjî nêtên xweye din jî. Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî bigihîjî nêta xwe. Gava tu xîret dikî wekî bigihîjî nêta xwe, bîr neke ku heta niha, Yehowa ça alî te kiriye û xîreta te kerem kiriye (2 Korintî 4:7). Hergê tu sist nebî û destê xwe berjêr nekî, tuyê keremên mezin bistînî! (Galatî 6:9) w23.05 31 ¶16-18