KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g24 № 1 rûp. 7-9
  • Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Emir?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Emir?
  • Hişyar Bin!—2024
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIMA FERZ E QEDIR BIDINE KIFŞÊ HINDAVA EMIRDA
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • ŞEDÊN YEHOWA ÇI DIKIN
  • Çima Qedir Kêm Bûye?
    Hişyar Bin!—2024
  • Sihet-Qewata Fîzîkî
    Hişyar Bin!—2019
  • 2. Gelo Em in Sebebê Kul-Derdên Xwe?
    Hişyar Bin!—2020
Hişyar Bin!—2024
g24 № 1 rûp. 7-9
Xortê cahil avtê dajo û ew tevî hevalên xwe îçkê vedixwe.

Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Emir?

ÇIMA FERZ E QEDIR BIDINE KIFŞÊ HINDAVA EMIRDA

Çaxê tu tiştên usa dikî, çi ku ziyanê dide sihet-qewata te, ev yek dide kifşê, wekî tu emirê xwe û emirê merivên din qîmet nakî.

  • Kişandina cixarê ne tenê kanserê pêşda tîne, lê him jî bedenê usa sist dike, ku ew nikare pêşberî nexweşiyê şer bike. Weke 90 selef kansera pişika cem wan meriva pêşda tê, yên ku cixarê dikişînin û cem wan yên ku kêleka wan in.

  • Gulekirin mektebada her sal êşa êmosiyalî pêşda tîne. Zanîngeha Stanfordê usa dibêje: “Li gora lêkolînekê eyan bû, wekî zarên ku wedê gulekirina mektebêda emirê xwe xilaz dikin jî, yeke ji êşa êmosiyalî gelek sala diçerçirin”.

  • Merivên ku îçkê vedixwin yan jî narkotîkayê didine xebatê û paşê avtê dajon, him ser rê xofiyê pêşda tînin, him jî kêleka rê kîderê meriv diçin-tên. Çaxê meriv emir qîmet nakin, merivên neneheq ziyanê distînin yan jî diçerçirin.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Miqatî sihet-qewata xwe be. Tu car dereng nîne terka cixarê, îçkê û narkotîkayê bidî. Ev tişt ziyanê didine emirê te û didine kifşê, wekî tu qedirê merivên dor-berê xwe û malbeta xwe nagirî.

“Ji hemû kirêtiya qalib … xwe paqij kin” (2 Korintî 7:1).

Fesal be. Seva ku tu ziyanê nestînî, mala teda gerekê her tişt çêkirî be. Miqatî ereba xwe be û fesal bajo. Nehêle wekî kesek zorê te bike ku tiştên usava mijûl bî, çi ku dikare ziyanê bide te yan jî emirê te ji te bistîne.

“Gava tu mala nû çêkî, ser banî dora wê sûreke nimiz çêke, wekî tu xûnê neynî li ser mala xwe, gava yek ji ser ban bikeve” (Qanûna Ducarî 22:8).a

Merivara heyf be. Heçî zef zordarî û şer ji bo nefretiyê pêşda tên. Çaxê em qedir didine kifşê hindava emir, ev yek tê hesabê ku em hemû miletara, berekara, dewlemend û kesîbara heyf in.

“De bira her telayî, hêrs, berzeqî, qare-qar û kifirî-zifirî ji we dûr bin tevî her cûre kîn-boxiyêva. Û hevra şîrin û dilşewat bin” (Efesî 4:31, 32).

ŞEDÊN YEHOWA ÇI DIKIN

Şedên Yehowa hîn dikin ku miqatî sihet-qewata xwe bin. Hînbûna Kitêba Pîroz ya ku em derbaz dikin alî meriva dike, ku terka tiştên usa bidin, çi ku ziyanê dide emirê wan.

Em guh didine rêberiyên bona bêxofiyê ser proêktên avakirinê. Ewên ku bi rezedilî alîkariyê didin bona avakirina odên civata û avayên ku bona mektebên ser hîmê Kitêba Pîroz derbaz dibin, rind têne hînkirinê wekî ziyanê nestînin. Avayên me timê têne cêribandinê li gora qanûna bêxofiyê ya wî welatî, kîderê ewana têne avakirinê.

Em wedê qeziya alîkariyê didin. Nava 12 mehên paşwextiyêda ser temamiya dinyayê weke 200 qezî qewimîn û seva ku alîkariyê bidine wan yên ku ziyan standibûn, me weke 12 mîlyon dolarên qurbankirî xerc kir.

Çaxê ji bo nexweşiya Ebola Afrîkaya Roavayêda (sala 2014) û Komara Kongoya Dêmokratîkda (sala 2018) destpêbû qira meriva bê, me meriv hîn dikirin ku çi bikin, wekî ew nexweşiya ku mirinê pêşda tîne bela nebe. Me birên cabdar şand, wekî merivara gotara bi navê “Guhdarîkirin Jîyînê Diparêze” bixûnin. Hemû odên civatada me ciyê bona destşûştinê çêkir û me şirovekir, ku çima ferz e destê xwe bişon, usa jî wan tişta bikin, çi ku nahêlin nexweşî bela be.

Sîêrra-Lêonêda pê radîoyê, payê Şedên Yehowa dan û gotin ku wana him alî bawermendên xwe dikirin, him jî alî ne Şedên Yehowa, ku pêşberî nexweşiya Ebola şer bikin.

Şedên Yehowa bi sebir siriyêda sekinîne, ku destê xwe bişon, paşê bikevine oda civatê.

Ciyê destşûştinê Oda Civatêda, sala 2014 wedê nexweşiya Ebola, Lîberyayêda.

a Berê Rohilata Navînda, ev dewakirina bîlanî xemkirin dida kifşê bona bêxofiya neferên malê û merivên din.

Oskar Sêrpas

HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

Oskar Sêrpas berê endemekî koma qaçaxa bû, yê ku qedir nedida kifşê ne hindava emirê xweda, ne jî hindava emirê merivên dinda. Seva ku hê zêde pêbihesin çawa Şedên Yehowa alî wî kirin, ku ew emirê xweda guhastina bike, binihêrin gotara “Min Xwexa Xwera Mezel Dikola” ser jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin