PIRSA 3
Çawa Ziman Dê-Bavê Xwera Bivînim?
TUYÊ ÇI BIKÎ?
Vê derecê bide ber çevê xwe: Cêfrî, ku 17 salî ye, çarşemê êvarê şixulên malê, ku dabûne wî, anî sêrî. Niha ew dikare hêsa be! Ew têlêvîziyonê vêdixe, cîkî rihet rûdinê, seva ku TV binihêre.
Lê nişkêva bavê wî derda tê, û çawa tê kifşê ew hêrs e.
“Cêfrî! Te çi xwe daye ber têlêvîziyonê, dewsa wê yekê tu dikarî alî birê xwe bikî, wekî dersên mektebê hîn be! Tu qe naynî sêrî wê yekê çi ku tera dibêjin!”
Cêfrî ber xweda dike birme-birm û dibêje: “Dîsa destpêkir”, û bav ewê yekê dibihê.
Bav dibêje: “Te çi got?”
Cêfrî neqayîl caba xwe dide û dibêje: “Tiştek na, Bavo”.
Bav hêrs dikeve û dibêjê: “Kê îzin daye te, ku usa tevî min xeber dî!”
Hergê tu dewsa Cêfrî bûyayî, teyê çi bikira, seva ku serê xwe ji wê xetayê derxista?
BISEKINE Û BIFIKIRE!
Heleqetiya tevî dê-bava mîna ajotina erebê ye. Çaxê tu dibînî, wekî rê hatiye dadanê tuyê destpêkî rêke din bigerî.
MESELE:
Keçikeke bi navê Lîya dibêje: “Minra gelek çetin e tevî bavê xwe xeber dim. Carna usa dibe, wekî ez wîra tiştekî gilî dikim, lê ew minra dibêje: ‘Bibaxşîne, te minra tiştek got?’”
BAL LÎYA SÊ DERECE HEYE, ÇI KU EW DIKARE BIKE.
Tevî bavê xwe hêrs xeber de.
Lîya hêrs dikeve, “Çima tu guh nadî min, ew yek gelek ferz e! Guh bide min!”
Îda bavê xwera tiştekî gilî neke.
Lîya safî dike, derheqa problêma xwe îda tevî bavê xwe xeber nede.
Mecala baş bigere û paşê gilî ke.
Lîya mecala baş divîne û paşê tevî bavê xwe xeber dide, yan jî ew derheqa problêma xwe nemêda dinivîse.
Ça tu difikirî, kîjan mecal diha baş e, wekî Lîya bijbêre?
BIFIKIRE: Bavê Lîya ketiye mitala û navîne, wekî qîza wî xemgîn bûye. Lema jî, hergê Lîya Mecala A bide xebatê û hêrse-hêrs bavê xwera xeber de, bav wê fem neke çima qîza wî hêrs ketiye. Û usa ewê qedir nede kifşê hindava bavê xwe (Efesî 6:2). Dêmek, ew mecala nebaş e.
Mîna wê yekê, çawa tu destpêdikî rêke teze bigerî, hema usa tu gerekê mecalê bigerî, seva ku diha nêzîkî dê-bavê xwe bî
Mecala B hêsa ye, lê ne haqas baş e. Çima? Çimkî seva ku çetinaya xwe safî ke, Lîyayêra lazim e tevî bavê xwe xeber de. Bav wê bikaribe alî wê bike, hergê bizanibe çetinaya wê çida ne. Lema jî gava ew xwe ker ke, çetinayî wê neyê safîkirinê.
Bi saya Mecala C, Lîya îzinê nade çetinaya, wekî riya wê bigirin tevî bavê xwe xeber de. Ewê safî kiriye rojeke din tevî wî xeber de. Û hergê Lîya safî ke bavê xwera nemê binivîse, wê xwe diha baş texmîn ke.
Nemêda Lîya dikare hêsa derheqa dil-fikirên xwe eyan ke. Gava bav nemê bixûne, ewê fem bike qîza wî çi dixwaze bêje, û wîra wê hêsa be diha rind fem ke. Mecala C wê diha kêrhatî be, ça seva Lîyayê usa jî seva bavê wê. Hergê Lîya tevî bavê xwe xeber de, yan nemê wîra binivîse usa ewê bide kifşê, wekî dijî bi saya şîretên ji Kitêba Pîroz “hindava hevda ser nêta edilayiyê” bin (Romayî 14:19).
Gelo Lîya dîsa çi dikare bike?
Bifikire derheqa wê yekê, dîsa çi cûre mecal tu dikarî bidî xebatê. Paşê binivîse axiriya wê yekê wê ça be.
FIKIRÊN XWE ZELAL EYAN KE
Bîr neke, carna dê-bav tiştekî din fem dikin, ne ku ew çi ku tu dixwazî bêjî.
MESELE:
Dê-bavê te dipirsin çira tu xemgîn bûyî. Lê tu usa caba van didî: “Ez naxwazim derheqa wê yekê xeber dim”.
Usa jî dê-bavê te ji te giliyên usa sedikin: “Ez îtbariya xwe we naynim. Derheqa çetinayên xwe ezê tevî hevalên xwe xeber dim, ne ku tevî we”.
Bide ber çevê xwe, wekî tu ketî çetinayê û dê-bavê te dixwazin alî te bikin. Lê tu dibêjî wan: “Ber xwe nekevin, ezê xwexa her tişt safî kim”.
Dê-bavê te wê çi ser xwe texmîn kin?
Çi wê diha baş be, wekî tu bêjî?