GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 44
KILAMA 138 Rû-Guliyê Sipî Kofiya Rûmetê ye
Emirê Xweyî Mezinda Şabûna Xwe Unda Nekin
“Heta mezinayîya xweda jî wê ber bidin” (ZEBÛR 92:14).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku çira ferz e, wekî yên emirda mezin şabûna xwe unda nekin, û ewana ça dikarin vê yekê bikin.
1-2. Yehowa ça dinihêre ser xizmetkarên xweye amin, yên ku emirda mezin in? (Zebûr 92:12-14; usa jî binihêrin şikil.)
HINE welatada, meriv kesên emirda mezin ça kesên xweyîqedir hesab dikin. Lê gelek ciyada, meriv çi ji destê wan tê dikin, wekî kal û pîr neyêne kifşê. Mesele, gava porên wan sipî dibin, ewana wan diqetînin, wekî kes wan pora nevîne. Lê wede derbaz dibe, porên sipî dîsa derdikevin û hê zêde dibin. Belê, ew yek eyan dike ku tu kes nikare kalbûn-pîrbûnê bide sekinandinê.
2 Gelo Bavê meyî ezmana ser xizmetkarên xweye kal û pîr ça dinihêre? (Metelok 16:31) Ew wana beramberî darên geş û mezin dike (Bixûne Zebûr 92:12-14). Lê çira ev beramberîkirineke baş e? Çimkî hene darên gelek kevin, yên ku dîsa jî bi belg û gulên bedew tije ne. Mesele, Japonyayêda, hine darên sakûrayê yên herî bedew, hezar salî zêdetir in. Mîna wan dara, kesên amin, yên ku îda kal-pîr bûne, îlahî çevê Xwedêda gelek bedew in. Yehowa ne ku rengê porê meriva dinihêre, lê dilê wan. Ew gelek qîmet dike sebir û aminiya wan, û usa jî salên ku wana xizmetiyêda derbaz kirine.
Mîna baxên gihîştî û berdar, xûşk-birên emirda mezin, yên ku bi aminî Yehowara xizmet dikin, hê bedew û berdar dibin (Binihêre abzasa 2)
3. Wedê berê, Yehowa ça bi saya kesên emirda mezin qirara xwe dianî sêrî?
3 Firqî tune meriv salada çiqas mezin e, yeke qîmeta wî ber çevê Yehowa unda nabe.a Yehowa gelek car bi saya kesên emirda mezin nêt û qirara xwe dianî sêrî. Mesele, gava jina Birahîm, Serah, pîr bû, Yehowa wêra got, ku ewê bibe diya miletekî mezin, û Mesîhê sozdayî wê ji zureta wê bê (Destpêbûn 17:15-19). Gava Mûsa pêxember kal bû, Yehowa wî kifş kir, wekî ew Îsraêliya ji welatê Misirê derxe (Derketin 7:6, 7). Usa jî, gava Yûhennayê şandî kal bû, ewî ji bîna ber Yehowa pênc kitêbên Kitêba Pîroz nivîsîn.
4. Li gora Metelok 15:15, çi dikare alî kesên emirda mezin bike, wekî ewana nava çetinayên xweda sebir kin? (Binihêre usa jî şikil.)
4 Gava meriv kal-pîr dibin, ewana rastî gelek çetinaya tên. Çawa xûşkekê bi henek gotibû: “Bona kalbûn-pîrbûnê mêrxasî lazim e”. Lê şabûnb dikare alî kesên emirda mezin bike, wekî ewana nava tengasiyên xweda teyax kin (Bixûne Metelok 15:15). Vê gotarêda, emê dîna xwe bidine hine tiştên ku kesên emirda mezin dikarin bikin, wekî şabûna xwe unda nekin. Usa jî, emê bivînin ku kesên din çawa dikarin alî xûşk-birên emirda mezin bikin. Ya pêşin, were em bivînin ku gava meriv kal-pîr dibe, çira nehêsa ye ku ew şabûna xwe xwey ke.
Hergê tu dîna xwe bidî keremên Yehowa, tu dikarî ber zemetiyên kalbûn-pîrbûnê teyax kî û şabûnê unda nekî (Binihêre abzasa 4)
KALBÛN-PÎRBÛN ÇA DIKARE SER ŞABÛNA TE HUKUM KE?
5. Hine kesên emirda mezin çira dilteng dibin?
5 Bona çi tu dikarî dilteng bî? Diqewime yek ji meniya ev e, ku tu îda nikarî hemû tiştên ku te berê dikirin, bikî. Dibeke tu bîra cahiltiya xwe û sihet-qewata xweye berê dikî (Waîz 7:10). Xûşka me Rûbî usa dibêje: “Hemû derê min dêşin û ez nikarim mîna berê tişta bikim, lema jî minra zor e ku ez kinca li xwe kim. Destên min sist bûne, û ji bo artrîtê, minra çetin e hela hê şixulên biçûk jî bikim”. Birê me Harold, yê ku Beytelêda xizmet dikir, usa dibêje: “Ez xwe îda nas nakim, û carna ez ji halê xwe gelek eciz dibim. Berê min sport gelek hez dikir, û min bêyzbol jî hez dikir. Berê timê digotin: ‘Ka topê bidine Harold, wekî em ser kevin’. Lê niha ez difikirim ku ezê qe nikaribim topê bavêjim jî”.
6. a) Kîjan sebebên din hene ku hine kesên emirda mezin dilteng bin? b) Çi dikare alî kesên emirda mezin bike, wekî têderxin hela gerekê ewana terka ajotina erebê yan motosîklêtê bidin yan na? (Vê jûrnalêda, binihêre gotara bi navê “Gelo Îda Wede ye ku Terka Ajotinê Bidim?”)
6 Menîke din jî diqewime ev e, ku tu îda nikarî hine tişta tenê bikî. Diqewime lazim e ku kesek miqatî te be, yan jî tu derbazî mala zareke xwe bî. Yan jî, dibeke sihet-qewata te îda xirab bûye, yan jî çevên te îda rind navînin, û lema tu îda nikarî tenê herî cîkî, yan erebê yan motosîklêtê bajoyî. Rastî jî ew yek çiqas çetin e! Lê bîr neke ku ber çevê Yehowa û kesên din, qîmeta te vê yekêva girêdayî nîne hela tu dikarî xwe xwey kî, tenê bijîyî yan erebê bajoyî. Bona wî ferz e ku dilê teda çi ye, dêmek ku tu wî û xûşk-bira hez dikî (1 Samûyêl 16:7). Û tu car dudilî nebe ku Yehowa te fem dike.
7. Çi dikare alî wan kesa bike, yên ku ditirsin ku ewana wê xilaziya dinyayê nevînin?
7 Tu dibeke ditirsî, wekî tuyê Harmegedonê pê çevê xwe nevînî, çimkî îda emirda mezin î. Hergê usa ye, bîne bîra xwe ku Yehowa bi sebir hîviyê ye, wekî vê dinya xirab kuta ke (Îşaya 30:18). Bi saya sebira wî, bi mîlyona meriv mecalê distînin, ku wî nas kin û bibine xizmetkarên wî (2 Petrûs 3:9). Lema jî gava tu dilteng î, bide ber çevê xwe ku pêşiya xilaziya vê dinyayê, çiqas meriv, û dibeke neferên te jî, wê ji sebira Yehowa karê bistînin.
8. Gava kesên emirda mezin nexweş in yan êşê dikişînin, dibeke ewana çi bikin?
8 Firqî tune em çend salî ne, yeke çaxê em nexweş in, dibeke em hine tiştên ecêb bêjin yan bikin û paşê poşman bin (Waîz 7:7; Aqûb 3:2). Mesele, gava Îboyê amin êş dikişand, ewî cara bê hemdê xwe xeber dida (Îbo 6:1-3). Ji bo nexweşiyê, dibeke kesên emirda mezin tiştên ecêb bêjin yan bikin. Hemikî, gerekê em sihet-qewata xwe yan emirê xweyî mezin xwera nekine menî, wekî hindava meriva sert bin yan gelek tişta ji wan dewa kin. Û hergê em têderxin ku me dilê kesekî êşandiye, were em zû baxşandinê ji wî bixwazin (Metta 5:23, 24).
TU ÇA DIKARÎ ŞABÛNA XWE XWEY KÎ?
Tu ça dikarî ber çetinayên kalbûn-pîrbûnê şabûnê unda nekî? (Binihêre abzasa 9-13)
9. Çira tu gerekê ji kesên din alîkariyê qebûl kî? (Binihêre usa jî şikil.)
9 Ji kesên din alîkariyê qebûl ke (Galatî 6:2). Sêrîda, diqewime tera ew yek çetin be. Xûşkeke bi navê Grêtêl usa dibêje: “Carna minra zor e alîkariyê qebûl kim, çimkî ez naxwazim kesekîra bibime bargiranî. Lê wext derbaz bû, min fikira xwe guhast û min bi milûktî qebûl kir ku ez hewcê alîkariyê me”. Gava tu ji kesên din alîkariyê qebûl dikî, bi rastî tu mecalê didî wan, wekî ewana şabûna ku ji “dayînê” tê, bistînin (Karên Şandiya 20:35). Gava tu divînî ku kesên din te çiqas hez dikin û dikevine heyra te, dilê te jî bi şabûnê tije dibe.
(Binihêre abzasa 9)
10. Çira ferz e ku tu şêkirdariya xwe nîşan kî? (Binihêre usa jî şikil.)
10 Şêkirdariya xwe nîşan ke (Kolosî 3:15; 1 Têsalonîkî 5:18). Hemikî em dişêkirînin gava meriv mera qenciyê dikin, lê em gerekê usa jî bîr nekin ku gelek ferz e wanra bêjin wekî em ji wan razî ne. Lema jî were em bi dilgermî timê razîbûna xwe wanra bidine kifşê. Hingê ewana wê bizanibin ku em qenciya wan dişêkirînin. Xûşka me Lîa, ya ku Beytelêda miqatî kesên emirda mezin dibe, usa dibêje: “Xûşkek ku ez miqatî wê dibim, her gav minra nemên razîbûnê dinivîse. Rast e ev nemên kin in, lê usa şîrin in. Ew neme gelek dilê min digirin, û ez şa dibim ku xûşka min alîkariya min dişêkirîne”.
(Binihêre abzasa 10)
11. Tu ça dikarî alî kesên din bikî? (Binihêre usa jî şikil.)
11 Çiqas ji destê te tê, alî kesên din bike. Gava tu dîna xwe bidî kesên din, tuyê îda hiş-aqilê xwe zef nedî ser problêmên xwe. Gotineke Afrîkayî heye, ku kesên emirda mezin beramberî kitêbxanekê dike, ya ku bi kitêbên bîlanî tije ye. Lê heta ku meriv van kitêba nexûne, ew nikare ji wana karê bistîne. Lema jî seva cahil bikaribin ji te hîn bin, tevî wan xeber de. Pirsa bide wan û rind guh bide wan. Wanra gilî ke, ku Yehowa ça alî te kiriye û çira ferz e ku meriv guh bide Yehowa. Bê şik tuyê gelek bextewar bî, gava hêlana bidî hevalên xweye cahil û wana qewî kî (Zebûr 71:18).
(Binihêre abzasa 11)
12. Li gora Îşaya 46:4, Yehowa çi soz daye kesên emirda mezin? (Binihêre usa jî şikil.)
12 Ji Yehowa qewatê bixwaze. Em bende ne, lema jî em dikarin bê hal bikevin û biwestin, lê Yehowa tu cara naweste û sist nabe (Îşaya 40:28). Gelo Yehowa ênêrjiya xweye bêsînor ça dide xebatê? Mesele, ew qewatê dide xizmetkarên xweye emirda mezin (Îşaya 40:29-31). Ewî hela hê soz jî daye ku wê alî wan bike (Bixûne Îşaya 46:4). Em zanin ku Yehowa sozên xwe timê tîne sêrî (Yêşû 23:14; Îşaya 55:10, 11). Lema jî dua bike û alîkariya Yehowa bixwaze. Hingê tuyê texmîn kî, wekî ew çiqas te hez dike û tuyê şabûnê bistînî.
(Binihêre abzasa 12)
13. Li gora 2 Korintî 4:16-18, gerekê em çi bîr nekin? (Binihêre usa jî şikil.)
13 Bîr neke ku halê teyî niha wedelû ye. Gava em tînin bîra xwe ku çetinayên me wedelû ne, mera diha hêsa dibe sebir kin. Kalbûn-pîrbûn jî usa ye. Kitêba Pîroz nîşanî me dike ku rojekê, emê ji vî halî xilaz bin (Îbo 33:25; Îşaya 33:24). Lema tu dikarî şa bî, çimkî rojên herî xweş îda ber şêmîkê ne (Bixûne 2 Korintî 4:16-18). Lê kesên din ça dikarin alî te bikin?
(Binihêre abzasa 13)
KESÊN DIN ÇA DIKARIN KOMEKÊ BIDIN?
14. Çira ferz e ku em teseliya kesên emirda mezin bikin û wanra têlê xin?
14 Timê teseliya xûşk-birên emirda mezin bike û wanra têlê xe (Îbranî 13:16). Kesên emirda mezin carna xwe tenê texmîn dikin. Birakî bi navê Kamîl, yê ku nikare ji malê derkeve, usa dibêje: “Ji şebeqê heta êvarê, ez mecbûr im malda bim. Lema jî ez bi rastî eciz dibim. Carna ez xwe mîna şêrekî kal texmîn dikim, yê ku girtî ye”. Hergê em teseliya kesên emirda mezin bikin, emê nîşanî wan kin ku em wana qîmet dikin û wana hez dikin. Diqewime me çend cara xwest herin bal xûşk yan birakî emirda mezin, lê nişkêva şixulek pêşda dihat û em neçûn. Hemikî em gişk merivên betal nînin. Hergê usa ye, em ça dikarin “dîna xwe bidine tiştên diha ferz”? (Fîlîpî 1:10) Yek ji van tiştên ferz ev e, ku em teseliya xûşk-birên emirda mezin bikin. Lema jî, seva ku em bîr nekin serlêdana wan bikin, sms wanra bişînin yan wanra têlê xin, em dikarin xwera têlêda zengil daynin ku vê yekê bike bîra me. Em gerekê tiştên usa paş nexin.
15. Yên cahil û emirda mezin ça dikarin tevayî wede derbaz kin?
15 Hergê tu cahil î, dibeke tu nizanî derheqa çi tevî yên emirda mezin xeber dî yan jî ça tevî wan wede derbaz kî. Lê bona vê yekê ber xwe nekeve. Tenê xîret bike ku bibî hevalên wan (Metelok 17:17). Pêşiya û paşî civata tevî wan xeber de. Mesele, ji wan bipirse kîjan rêz ewana hê zêde hez dikin, yan jî bêje ku bira ewana besa derecên hewas ji zarotî yan cahiltiya xwe bikin. Yan jî tu dikarî gazî wan bikî, wekî tevayî Brodkastîngê binihêrin. Usa jî tu dikarî bi gelek cûra alî wan bikî. Mesele, nîşanî wan ke ku ça têl û planşêtên xwe bidine xebatê û edebyetên teze xwera bidine kişandinê. Xûşkeke bi navê Karol usa dibêje: “Gava tu yên emirda mezin teglîf dikî, tevayî tiştên usa bikin, çi ku te xweş tê. Mesele, ez çiqas emirda mezin dibim jî, dîsa jî ez hez dikim herim dikana tişta bikirim yan kafêda tevî hevala rûnêm, yan jî derva ciyên bedewda bigerim”. Xûşkeke bi navê Maîra usa dibêje: “Yek ji hevalên min 90 salî ye. Ez 57 sala ji wê biçûktir im, lê ez vê yekê bîr dikim gava em tevayî heneka dikin, dikenin yan jî fîlma dinihêrin. Gava em rastî tengasiya tên, em şîreta ji hev dixwazin û alî hev dikin”.
16. Çima wê baş be, wekî em tevî yên emirda mezin herin bal doxdir?
16 Tevî wan here bal doxdir. Xêncî vê yekê ku bi erebê yên emirda mezin bivî bal doxdir, tu usa jî dikarî dîna xwe bidî hela doxdir rind guh dide wan yan na (Îşaya 1:17). Usa jî, diqewime tu dikarî xwera binivîsî ev yek çi ku doxdir dibêje. Xûşkeke emirda mezin bi navê Rûf usa dibêje: “Gelek cara, gava ez tenê diçim bal doxdir, ew rind guh nade min. Doxdir dikare usa bêje min: ‘Bi rastî tu nexweş nînî, ev tenê tera usa tê kifşê, problêm serê teda ye’. Lê gava kesek tevî min tê, doxdir hê zêde dîna xwe dide min. Ez şêkirdar im ku xûşk-bira wedê xwe bona min vediqetînin û tevî min tên”.
17. Tu ça dikarî tevî yên emirda mezin xizmet kî?
17 Tevî wan here xizmetiyê. Qewata hine xûşk-birên emirda mezin têra wan nake, wekî mal bi mal xizmet kin. Gelo tu ça dikarî alî wan bikî? Mesele, tu dikarî gazî xûşk yan birakî emirda mezin bikî, wekî tevayî ber stêndê bisekinin. Yan jî tu dikarî kursiyê bînî, wekî ew ber stêndê rûnê. Yan jî, dibeke tu dikarî yên emirda mezin teglîfî ser hînbûna Kitêba Pîroz bikî, yan jî hînbûnê mala wanda derbaz kî. Rûspî dikarin civînên bona xizmetiyê malên kesên emirda mezinda derbaz kin, wekî wanra hêsa be ji wan civîna karê bistînin. Gava em çi ji destê me tê dikin, wekî qedirê xûşk-birên emirda mezin bigirin û nîşanî wan kin ku em wana hez dikin, Yehowa ji me razî dibe (Metelok 3:27; Romayî 12:10).
18. Gotara dinda emê derheqa çi xeber din?
18 Ça me dît, Yehowa kesên emirda mezin hez dike û qîmet dike. Bi rastî, em jî wana hez dikin û qîmet dikin! Kalbûn-pîrbûn zemet e, lê bi alîkariya Yehowa hûnê şabûna xwe unda nekin (Zebûr 37:25). Ça baş e ku rojên herî xweş hê pêşiya we ne! Lê hergê em miqatî merivekî xweyî emirda mezin, zarekî yan hevalekî nexweş dibin, em çi dikarin bikin wekî şabûna xwe unda nekin? Gotara dinda emê caba vê pirsê bistînin.
KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost
a Li ser jw.org û li JW Library®, vîdêoya bi navê Rola Yên Emirda Mezin, Gelek Ferz e binihêre.
b XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Şabûn yek ji hunurên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22). Şabûna rast ji dostiya tevî Yehowa pêşda tê.