KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Mijdar rûp. 28-29
  • “Xîret kin ku Hûn Yektiyêda Bimînin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Xîret kin ku Hûn Yektiyêda Bimînin”
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • HER TIŞTÎ BIKIN WEKÎ “YEKTIYÊDA BIMÎNIN”
  • “Xwedayê Me Yahowa, Tek e Yahowa”
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Bi Yektî Kar Bikin
    Bistirên Yahowa Xwedêra
  • Bîranîn Cimeta Xwedê Dike Yektiyê
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Mijdar rûp. 28-29
Çend xûşk-bira mala kesekîda tevayî xwarinê dixwin.

“Xîret kin ku Hûn Yektiyêda Bimînin”

PAWLOSÊ şandî xûşk-birên Efesêra usa got: “Bi hezkirinê hevdu teyax kin. Bi saya ruhê pîroz hûn bûne yek. Lema jî edilayêda bin û xîret kin ku hûn yektiyêda bimînin” (Efesî 4:2, 3).

Yektiya nav meda “bi saya ruhê pîroz” pêşda hatiye. Çawa ku Pawlos gotibû, her kes ji me gerekê xîret ke, ku “yektiyêda bimînin”.

Mesele, bide ber çevê xwe ku kesekî erebe pêşkêşî te kiriye. Gelo cabdariya kê ye ku erebe bê xweykirinê? Hergê erebe xirab bûye çimkî tu miqatî vê nebûyî, ev yek neheqiya kê ye? Hemikî ev neheqiya wî merivî nîne, yê ku ew ça pêşkêş dabû te.

Mîna vê yekê, rast e yektiya nav meda pêşkêşa ji Xwedê ye, dîsa jî her kes ji me cabdar e ku yektiyê biparêze. Hergê orta me û xûşk yan birakîda edilayî xirab bûye, werên em ji xwe bipirsin: “Gelo ez çi ji destê min tê dikim, seva ku bi hezkirinê çetinaya orta meda safî kim?”

HER TIŞTÎ BIKIN WEKÎ “YEKTIYÊDA BIMÎNIN”

Çawa ku Pawlos gotibû, dibeke carna xîret lazim be wekî em yektiyêda bimînin, îlahî hergê xûşk yan birakî dilê me êşandiye. Seva ku em yektiya nav xweda biparêzin, gelo timê lazim e ku em tevî wî kesî derheqa problêmê xeber din? Na, carna dibeke ev yek nelazim be. Ji xwe bipirse: “Bona parastina yektiyê, gelo xeberdana derheqa problêmê wê karê bîne, yan jî problêma orta meda wê hê mezin be?” Carna, safîkirina lape baş ev e, ku çevê xwe ser vê problêmê dadin û bibaxşînine wî merivî (Metelok 19:11; Markos 11:25).

Şikil: Birak safî dike çevê xwe ser kirên nebaş ya birakî din bigire. 1. Birakî din ser wî dike qare-qar. 2. Bira derheqa kirên birê din difikire. 3. Ew Kitêba Pîroz dixûne û kûr difikire.

Ji xwe bipirse: “Bona parastina yektiyê, gelo xeberdana derheqa problêmê wê karê bîne, yan jî problêma orta meda wê hê mezin be?”

Çawa ku Pawlosê şandî nivîsîbû, were em “bi sebir bin û bi hezkirinê hevdu teyax kin” (Efesî 4:2). Li gora kanîkê, ev cimle dikare usa jî bê welgerandinê: “Ewana çi cûreyî bin jî, wana usa qebûl ke”. Ev gilî têne hesabê, ku em gerekê qebûl kin wekî xûşk-birên me jî qisûrdar in, ça em qisûrdar in. Hemikî em xîret dikin, wekî “merivê nû li xwe kin” (Efesî 4:23, 24). Lê em nikarin vê yekê bi cûrekî bêqisûr bikin (Romayî 3:23). Hergê em vê rastiyê qebûl kin, mera wê diha hêsa be “hevdu teyax kin”, bibaxşînine hev û “yektiyêda bimînin”.

Gava kesek dilê me bêşîne, emê bikaribin civatêda edilayê û yektiyê xwey kin, hergê bibaxşînine wî merivî û vê yekê neynin bîra xwe. Xebera Yûnanî, ya ku kitêba Efesîda hatiye welgerandinê ça “yektiyêda bimînin”, Kolosî 2:19-da ça “movik” hatiye welgerandinê. “Movik” benên qewî ne, yên ku hestiya hevva girêdidin. Mîna vê yekê, hergê hine gilî yan kirên xûşk-bira dilê me dêşînin jî, edilayî û hezkirin wê alî me bikin nêzîkî wan bimînin.

Lema jî gava kesek dilê me dêşîne yan me eciz dike, dewsa ku em dîna xwe bidine şaşiyên wî, were em xîret kin ku hindava wî dilşewat bin (Kolosî 3:12). Bîr neke ku her kes gunekar e û lema dibeke tu jî carna dilê kesên din dêşînî. Hergê em vê yekê bîra xweda xwey kin, evê alî me ke “yektiyêda bimînin”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin