KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Mijdar rûp. 22-27
  • Yehowa Te Gelek Qîmet Dike!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yehowa Te Gelek Qîmet Dike!
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÎSA ÇA ALÎ MERIVA DIKIR WEKÎ BIZANIBIN KU EWANA BER ÇEVÊ YEHOWA QÎMET IN?
  • EM ÇA DIKARIN BI ÇEVÊ YEHOWA SER XWE BINIHÊRIN?
  • Yehowa “Dilşkestîya Qenc Dike”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Yehowa Gelekî Te Hez Dike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Em Çi Hîn Dibin ji 40 Rojên Îsaye Paşin ser Erdê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Mijdar rûp. 22-27

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 47

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

Yehowa Te Gelek Qîmet Dike!

“Tu gelekî hatî hezkirin” (DANIYÊL 9:23, ÎM).

VÊ GOTARÊDA

Ev gotar dide kifşê ku Yehowa çiqas qîmet dike wan meriva, yên ku xwe bêqîmet hesab dikin.

1-2. Em ça dikarin îzbat bin, wekî Yehowa me qîmet dike?

XIZMETKARÊN Yehowa merivên gelek qîmet in, lê hinek ji wan xwe bêqîmet û nimiz hesab dikin. Diqewime menî ew e ku kesekî ewana bêhurmet kirine. Hergê em xwe bêqîmet hesab dikin, gelo em ça dikarin îzbat bin ku Yehowa me qîmet dike?

2 Were em dîna xwe bidine hine rêzên ku didine kifşê, wekî Yehowa ça ser meriva dinihêre. Mesele, Îsa qedirê meriva digirt û hindava wanda qenc bû. Bi vê yekê ewî nîşan kir, wekî ew û Bavê wî gelek qîmet dikin wan meriva, yên ku xwe bêqîmet hesab dikin (Yûhenna 5:19; Îbranî 1:3). Vê gotarêda emê pêbihesin 1) ku Îsa ça alî meriva dikir, wekî ewana bizanibin ku ber çevê Yehowa gelek qîmet in û 2) em ça dikarin îzbat bin, wekî Xwedê bi rastî me qîmet dike (Hagay 2:7).

ÎSA ÇA ALÎ MERIVA DIKIR WEKÎ BIZANIBIN KU EWANA BER ÇEVÊ YEHOWA QÎMET IN?

3. Gava bineliyên Celîlê ji Îsa alîkarî xwestin, ewî çi kir?

3 Gava Îsa cara sisiya li Celîlê mizgînî bela dikir, gelek meriv hatin wekî guh bidine wî û bi keremetî bêne qenckirinê. Îsa dît ku ewana “mîna pezên bê şivan, birîndar û beredayî bûn” (Metta 9:36). Rojên Îsada, serwêrên rêlîgî qe meriv qîmet nedikirin, û wana ew “nifirkirî” hesab dikirin (Yûhenna 7:47-49). Lê Îsa hindava merivada dilovan bû, û ewî qedirê wan digirt. Lema jî ewî ewana hîn dikirin û yên nexweş qenc dikirin (Metta 9:35). Seva ku alî diha zêde meriva bike, ewî usa jî şandiyên xwe hîn kir mizgîniyê bela kin, û qewat da wan wekî ewana jî bikaribin merivên nexweş qenc kin (Metta 10:5-8).

4. Em çi pêdihesin ji vê yekê ku Îsa hindava merivên milûk û şkestîda ça bû?

4 Îsa hindava guhdarên xwe dilovan bû, û ewî qedirê wan digirt. Bi wî cûreyî ewî nîşan dikir, ku ew û Bavê wî qîmet dikin wan meriva, yên ku aliyê kesên dinda dihatine nimizkirinê. Hergê tu xizmetkarê Yehowa yî, lê xwe bêqîmet hesab dikî, bîne bîra xwe ku Îsa ça dinihêrî ser wan merivên milûk û şkestî, yên ku dixwestin ji wî hîn bin. Ev yek dikare alî te bike fem kî, ku Yehowa çiqas te qîmet dike.

5. Halê kulfeteke ji Celîlê ça bû?

5 Xêncî vê yekê ku Îsa meriv bi komên mezin hîn dikirin, ewî yek bi yek jî dîna xwe dida meriva. Mesele, gava Îsa li herêma Celîlê xizmet dikir, ewî dîna xwe da kulfeteke nexweş, “ku îda 12 sal bû ser xûnê vebibû” (Markos 5:25). Ew kulfet ji bo vê nexweşiyê ser hîmê Qanûna Mûsa nepaqij dihate hesabê, û li gora Qanûnê, hergê kesekî destê xwe bida wê, ewê jî nepaqij bihata hesabê. Lema jî, ça tê kifşê ew tenê dima. Usa jî ew nikaribû biçûya kinîştê, ne jî dikaribû biçûya ser cejina wekî tevî meriva Yehowa bihebanda (Qanûna Kahîntiyê 15:19, 25). Bê şik, ewê kulfetê ji bo nexweşiya xwe him êş dikişand, him jî xwe bêqîmet hesab dikir (Markos 5:26).

6. Kulfeta ku ser xûnê vebibû, ça qenc bû?

6 Kulfeta nexweş dixwest, wekî Îsa wê qenc ke. Lê ew raste-rast neçû bal wî. Gelo çima? Dibeke ewê ji bo nexweşiya xwe şerm dikir. Yan jî dibeke ew ditirsiya, wekî ji bo vê yekê ku ew li gora Qanûnê nepaqij e, Îsa wê hêrs keve, çimkî ew hatibû nav meriva. Lema jî ewê dizîkava destê xwe da kincê wî, çimkî ew bawer bû ku usa wê qenc be (Markos 5:27, 28). Bi rastî jî usa qewimî. Gava Îsa pirsî kê destê xwe da wî, kulfetê anî ser xwe, wekî ewê destê xwe da kincê wî. Hingê Îsa çi kir?

7. Îsa hindava vê kulfetêda ku ji nexweşiya xwe diçerçirî, ça bû? (Markos 5:34)

7 Îsa hindava vê kulfetêda heyf û bi qedir bû. Ewî dît ku kulfet “ji tirsa lerizî” (Markos 5:33). Lema jî ewî dilê wê qewî kir û jêra got “qîza min”. Pê wan giliya ewî him qedirê wê girt him jî hezkirin û dilşewatî nîşan kir (Bixûne Markos 5:34). Kitêba Pîroz tenê carekê besa vê yekê dike, ku Îsa kulfetêra got “qîza min”. Ça tê kifşê, Îsa usa got çimkî ewî dît ku ew ça xemgîn dibe û ditirse. Bide ber çevê xwe, ku dilê kulfetê çiqas rihet bû! Rast e ew ji nexweşiya xwe qenc bû, lê hergê Îsa dilê wê qewî nekira, dibeke ewê dîsa jî xwe neheq texmîn kira. Lê Îsa pê giliyên xwe nîşanî wê kir, wekî Yehowa wê ça qîza xweye qîmet hesab dike.

8. Xûşkeke ji Brazîlyayê rastî çi çetinaya dihat?

8 Îro jî hine xizmetkarên Xwedê ji bo nexweşiyên xwe, xwe bêqîmet hesab dikin û dikevine dêprêsiyayê jî. Brazîlyayêda pêşengeke hertim bi navê Marîaa bê nig û bê destê çepê hate bûyînê. Ew dibêje: “Mektebêda, xwendekarên din timê qerfên xwe min dikirin û tiştên xirab minra digotin. Hela hê malbeta min jî carna ez nimiz dikirim”.

9. Xûşk-bira ça alî Marîayê kirin bivîne, wekî ew bona Yehowa gelek qîmet e?

9 Gelo Marîayê ça alîkarî stand? Gava ew bû Şedê Yehowa, xûşk-bira dilê wê rihet kirin û alî wê kirin, wekî ew pê çevê Yehowa ser xwe binihêre. Ew dibêje: “Rûpêlên deftera min têrê nakin, wekî ez derheqa hemû meriva binivîsim, yên ku alî min kirine! Ez gelek ji Yehowa razî me, çimkî ewî malbeteke bi hezkirinê tije daye min”. Belê, bi saya xûşk-bira Marîayê fem kir, ku ew çevê Xwedêda gelek qîmet e.

10. Kîjan çetinayên Meryema Megdelanî hebûn? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Bidine ber çevê xwe, ku Îsa ça alî Meryema Megdelanî kir, ya ku heft cin ketibûne wê (Lûqa 8:2). Diqewime ewê ji bo hukumê cina tiştên ecêb dikir, û kesên din xwe ji wê dûr digirtin. Derdê wê bi rastî jî giran bû. Dibeke ewê xwe bêçare û înkarkirî texmîn dikir. Ça tê kifşê, Îsa cinên ku Meryem eciz dikirin, derxistin û ew jî bû şagirta Îsa. Gelo Îsa ça alî wê kir ku bivîne, wekî ew bona Xwedê qîmet e?

Şikil: 1. Îsa ji dûrva divîne ku Meryema Megdelanî ça ji bo derdên xwe qulçekî terîda ketiye ser çoka. 2. Meryema Megdelanî bi şabûnê tevî Îsa û şagirtên wî xizmet dike.

Îsa çawa Meryema Megdelanîra da kifşê, wekî Yehowa wê qîmet dike? (Binihêre abzasa 10-11)


11. Îsa ça nîşanî Meryema Megdelanî kir, wekî ew bona Xwedê qîmet e? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Îsa Meryema Megdelanî teglîf kir, wekî ew tevî wî û şagirtên wî gund bi gund mizgîniyê bela ke.b Usa mecal jêra vebû bibihê, ku Îsa ça meriva hîn dike. Usa jî çaxê Îsa hate saxkirinê, ew jêra xuya bû. Bi vî cûreyî Meryem yek ji wan merivên pêşin bû, yên ku wê rojê Îsa dîtin. Îsa hela hê jêra got jî, ku ew here bal şandiya û wanra bêje, wekî ew ji mirinê rabûye. Bi vê yekê Îsa nîşanî wê kir, ku ew bona Xwedê gelek qîmet e (Yûhenna 20:11-18).

12. Çima Lîdiyayê xwe bêqimet texmîn dikir?

12 Mîna Meryema Megdelanî, îro jî gelek meriv xwe bêqîmet texmîn dikin. Îspanyayêda, xûşkeke bi navê Lîdiya dibêje, wekî pêşiya ku ew bihata bûyînê, diya wê dixwest wê ber xwe bike. Hela hê gava ew biçûk bû, diya wê dîna xwe nedida wê û giliyên sert û xirab digote wê. Lîdiya dibêje: “Min timê dixwest wekî meriv min qebûl kin û hez kin. Ez ditirsiyam ku ezê tu car hêjayî hezkirinê nîbim, çimkî diya min ez dabûme bawerkirinê, ku ez yeke xirab im”.

13. Çi alî Lîdiyayê kir ku fem ke, wekî ew bona Yehowa qîmet e?

13 Çaxê Lîdiyayê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, halê wê hate guhastinê. Bi saya duayên şexsî, xwendina Kitêba Pîroz û vê yekê ku xûşk-bira pê gilî û kirên xwe hindava wêda qencî didane kifşê, ewê fem kir, ku ew bona Yehowa qîmet e. Ew dibêje: “Mêrê min gelek cara minra dibêje, ku ew min gelek hez dike. Ew û hevalên min timê dîna min didine ser hunurên mine baş”. Dibeke civata teda jî hine kesên mîna Lîdiyayê hene, kîjana ku tu dikarî pê gilî û kirên xwe bidî bawerkirinê, wekî ew ber çevê Yehowa qîmet in.

EM ÇA DIKARIN BI ÇEVÊ YEHOWA SER XWE BINIHÊRIN?

14. Ça 1 Samûyêl 16:7 alî me dike pê çevê Yehowa ser xwe binihêrin? (Binihêre çargoşa bi navê “Yehowa Çima Xizmetkarên Xwe Qîmet Dike?”)

14 Bîr neke, ku Yehowa mîna merivên vê dinyayê ser te nanihêre (Bixûne 1 Samûyêl 16:7). Merivên vê dinyayê timê dîna xwe didine bejn-bala meriva, xwendina wan û hebûka wan. Lê nihêrandina Yehowa bi temamî cude ye (Îşaya 55:8, 9). Lema jî, qîmetê xwe ne li gora nihêrandina dinyayê, lê li gora nihêrandina Yehowa hesab ke. Kitêba Pîrozda, derheqa wan meriva bixûne, yên ku carna xwe bêqîmet texmîn dikirin, mesele derheqa Êlyas, Nahomiyayê û Hannayê, û dîna xwe bidê, ku ça Yehowa hezkirina xweda wana dida bawerkirinê. Xêncî vê yekê, tu dikarî derecên emirê xwe, yên ku îzbat dikin, wekî Yehowa bi rastî te hez dike û te qîmet dike, xwera binivîsî. Usa jî tu dikarî edebyetên meda înformasiyayê bigerî, ya ku nîşan dike wekî tu bona Yehowa qîmet î.c

Yehowa Çima Xizmetkarên Xwe Qîmet Dike?

Yehowa bi cûrekî mexsûs meriv efirandine. Lema jî em gelek aliyava ji heywana cude dibin. Mesele, em dikarin bibine dostên Xwedê (Destpêbûn 1:27; Zebûr 8:5; 25:14; Îşaya 41:8). Hela hê tenê ev fikir jî îda îzbat dike, wekî em bona Yehowa gelek qîmet in. Lê hergê em nêzîkî Yehowa bin, soz bidinê ku emê heta-hetayê wîra xizmet kin û guh bidine wî, ewê hê zêde me qîmetê ke (Îşaya 49:15).

15. Yehowa çima Daniyêl qîmet dikir û wî hez dikir? (Daniyêl 9:23)

15 Bîr neke, wekî Yehowa te qîmet dike, çimkî tu jêra bi aminî xizmet dikî. Carekê, gava Daniyêl pêxember weke 100 salî bû, ew gelekî westiyayî û dilteng bû (Daniyêl 9:20, 21). Gelo Yehowa ça dilê wî qewî kir? Xwedê bi melek Cibrayîl Daniyêlra da kifşê, wekî ew yekî gelek qîmet e (Bixûne Daniyêl 9:23). Xwedê çima usa Daniyêl qîmet dikir? Gelek hunurên wîyî baş hebûn. Mesele, ewî rastî hez dikir û ew yekî amin bû (Hezeqêl 14:14). Yehowa ev serhatî Kitêba Pîrozda da nivîsarê, wekî berdiliyê bide me (Romayî 15:4). Belê, Yehowa guh dide duayên te jî, û ew te qîmet dike, çimkî tu jî rastiyê hez dikî û bi aminî wîra xizmet dikî (Mîxa 6:8; Îbranî 6:10).

16. Çi dikare alî te bike, wekî tu Yehowa ça Bavê xweyî hezkirî hesab kî?

16 Yehowa Xwedê ça Bavê xwe hesab ke, yê ku te hez dike. Ew şaşiyên te nagere, lê dixwaze alî te bike (Zebûr 130:3; Metta 7:11; Lûqa 12:6, 7). Fikirandina ser vê rastiyê kareke mezin anî wan merivara, yên ku xwe bêqîmet texmîn dikirin. Mesele, Îspanyayêda xûşkeke bi navê Mîşêl, mêrê kîjanê ku gelek sala lê bêhurmet dikir, xwe bêkêr texmîn dikir. Ew dibêje: “Gava ez xwe bêkêr texmîn dikim, ez didime ber çevê xwe, wekî Yehowa ez dame ber dilê xwe, ew min diparêze û min hez dike” (Zebûr 28:9). Afrîkaya Başûrêda, xûşkeke bi navê Laûrên usa dibêje: “Hergê Yehowa ez bi hezkirinê kişandime bal xwe, haqas sal nêzîkî min e û min dide xebatê, wekî kesên din hîn ke, bê şik ew min ça yeke kêrhatî û qîmet hesab dike” (Hoseya 11:4).

17. Çi dikare te bide bawerkirinê, wekî Yehowa ji te razî ye? (Zebûr 5:12) (Binihêre usa jî şikil.)

17 Bawer be ku Yehowa ji te razî ye (Bixûne Zebûr 5:12). Dawid Padşa qebûlkirina Yehowa beramberî “dîwara” kir, ya ku merivên rast diparêze. Ev fikir ku Yehowa ji te razî ye û alîkariyê dide te, dikare mîna dîwarekî te biparêze, gava tu difikirî ku bêqîmet î. Gelo çi dikare te bide bawerkirinê ku Yehowa ji te razî ye? Ça me dît, Yehowa bi saya Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî ew ji te razî ye. Usa jî ew bi saya rûspiyên civatê, hevalên te û kesên din tîne bîra te, wekî tu bona wî gelek qîmet î. Gava kesên din payê te didin, tu gerekê çi bikî?

Xûşkek bi şabûnê ji Oda Civatê derdikeve, wekî here xizmetiyê. Xûşka ku tevî wê diçe, wê hemêz dike.

Fikira ku Yehowa ji me razî ye, dikare alî me bike ku xwe bêqîmet hesab nekin (Binihêre abzasa 17)


18. Çima tu gerekê paya qebûl kî?

18 Gava ewên ku te nas dikin û te hez dikin ji dil payê te didin, giliyên wan înkar neke. Bîr neke ku Yehowa dikare wana bide xebatê, wekî nîşanî te bike ku ew ji te razî ye. Xûşka me Mîşêl usa dibêje: “Hêdî-hêdî, ez giliyên şîrin ji kesên din qebûl dikim. Rast e minra ev yek çetin e, lê ez zanim ku Yehowa dixwaze, wekî ez van paya qebûl kim”. Mîşêlê ji alîkariya rûspiya jî kar standiye. Niha ew pêşeng e û ji dûrva alîkariyê dide Beytelê.

19. Tu çima dikarî bawer bî, ku Yehowa te qîmet dike?

19 Çawa ku Îsa gotiye, Bavê meyî ezmana me gelek qîmet dike (Lûqa 12:24). Lema jî em dikarin bawer bin, ku ev yek bi rastî jî usa ye. Were em vê yekê tu cara bîr nekin! Were em usa jî alî kesên din bikin, wekî ewana jî bawer bin ku ber çevê Xwedê gelek qîmet in!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Îsa ça merivara dida kifşê, wekî ewana ber çevê Xwedê gelek qîmet in?

  • Îsa ça alî vê kulfetê kir, ya ku ser xûnê vebibû?

  • Çi dikare alî me bike bi çevê Yehowa ser xwe binihêrin?

KILAMA 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe

a Hine nav hatine guhastinê.

b Meryema Megdelanî yek ji wan kulfeta bû, ya ku tevî Îsa rêwîtî dikir. Wan kulfeta hebûka xwe didane xebatê, wekî bona hewcên Îsa û şandiyên wî xem bikin (Metta 27:55, 56; Lûqa 8:1-3).

c Mesele, binihêrin kitêba Nêzîkî Yehowa bin serê 24, û usa jî edebyetêda bi navê Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike, binihêrin rêzên ji têma “Dudilîbûn”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin