KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Mijdar rûp. 30
  • Alîkariya bona Jinên ku Rastî Zorbetiyê Tên

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Alîkariya bona Jinên ku Rastî Zorbetiyê Tên
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Têmên Mîna Wê
  • Bêxofiya Jina—Nihêrandina Kitêba Pîroz
    Têmên Din
  • Bide Xebatê jw.org Wedê Dannasînkirinê; “Bibe Dostê Yahowa”
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Rêberî bona Lêkolînê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Em Dikarin Alîkariyê Bistînin
    Hişyar Bin!—2020
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Mijdar rûp. 30
Xûşkek gotara “Bêxofiya Jina—Nihêrandina Kitêba Pîroz”, dide jinikekê.

Alîkariya bona Jinên ku Rastî Zorbetiyê Tên

“NAV temamiya dinyayêda bi mîlyona jin û keçik, rastî zorbetiyê tên. Diqewime tu jî rastî vê yekê hatî? Pêbihese ku çira bona Xwedê ferz e, wekî tu bêxofiyêda bî û Ewê çi bike hindava zorbetiyê, rastî kîjanî jin tên”.

Gotara ser jw.org bi navê “Bêxofiya Jina—Nihêrandina Kitêba Pîroz” bi van giliyên jorê destpêdibe. Bi saya lînka ku xilaziya gotarêda heye, tu dikarî vê gotarê bi formata PDF bikişînî, neşir kî û mîna belavokê qet kî. Xûşkeke ji Amêrîkayê navê kîjanê Stêysî ye, derheqa vê gotarê dibêje: “Min çend hev neşir kirin û tevî xûşkeke din bire sitargeheke bona jina, ya ku mihala civata meda bû”.

Xebatçîke vê sitargehê ji me pirsî, ku dîsa çend hev belavok hene, wekî ew bide kesên din jî. Axiriyêda du xûşk çûn û wana dîsa 40 belavok û 30 kartên jw.org bela kirin. Careke din, mênêcêra sitargehê xwest wekî xûşkên me nîşanî jina bikin, ku hînbûna Kitêba Pîroz ça derbaz dibe.

Stêysî û du xûşkên din çûn sitargeheke din jî. Wêderê, wana pênc belavok dan jinên ku wêderê diman, lê wana diha zêde belavok xwestin. Xebatçîke sitargehê usa got: “Ev belavok wê alî jinên li vir bike”. Usa jî ewê got: “Jinên li vir bi rastî jî hewcê vê yekê ne”. Wedê serlêdaneke din, çend jin tevayî top bûn wekî bivînin, ku hînbûna Kitêba Pîroz ça derbaz dibe, û ji wana duda xwestin xilaziya heftiyê bêne civatê.

Stêysî usa dibêje: “Em ecêbmayî dimînin ku gava meriv vê gotara xweş distînin, ew çiqas şa dibin. Neşirkirin û belakirina vê gotarê mêtodeke baş e, wekî em wan jinara, yên ku rastî zulim û zorbetiyê tên, derheqa Serwêrtiya Xwedê gilî kin. Em gelek şa dibûn, çaxê me didît ku ewana ça guh didine me. Em guman in ku Yehowa wê xîreta me kerem ke û alî me bike, wekî em wan kulfetara derheqa mizgîniyê gilî kin”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin