KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mrt gotar 25
  • Kî wê Erdê Xilaz ke?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kî wê Erdê Xilaz ke?
  • Têmên Din
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Gelo meriv wê bikaribin derecê rast kin?
  • Hêvî heye
  • Gelo Erd wê Bê Wêrankirinê?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Xwedê Soz Dide ku Planêta Me wê Bê Xweykirinê
    Hişyar Bin!—2023
  • Dinya Teze Nêzîk e!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Erd Wêran Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Têmên Din
Têmên Din
mrt gotar 25
Keçikek kulîrkê av dide. Dûrva avayên karxanê têne kifşê, dûyê kîjanî tebiyetê qirêj dikin.

Kî wê Erdê Xilaz ke?

Gelek meriv ber xwe dikevin bona wê yekê ku însanet ziyanê dide erdê û tebiyetê. Li gora nihêrandina hine êkspêrta, kirên meriva bona tebiyetê tu car usa xof nîbûne ça rojên meda, çimkî gelek heywan û şînkayî bin qeziyêda nin ku wê lapte kuta bin.

Gelo meriv wê erdê kuta kin? Yan meriv wê hîn bin ziyanê nedine tebiyetê?

Gelo meriv wê bikaribin derecê rast kin?

Gelek zandar bawer in ku meriv dikarin planêta me û jîyîna ser vê xwey kin û ziyanê nedinê. Lê hine lêkolînkar dibêjin ku bona wê yekê lazim e derbekêra çend aliyada guhastina bikin. Mesele:

  • Biguhêzin mêtodên xebitandina erdê, mêşe, cimcima û okyanûsa.

  • Hînî mêtodên erdbêcerkirinêye teze bin û kaniyên tezeye ênêrjiyayê bidine xebatê.

  • Însanetê hînî xwarina teze bikin, wekî hê zêde pincar û şînkaya bixwin, ne ku goşt û mesî. Usa jî lazim e hîn bin xurek zêde xerc nekin û badîhewa nerêjin.

  • Însanet qebûl ke wekî emirê bextewar qazanckirina gelek tiştava girêdayî nîne.

Ça hûn difikirin? Gelo rêalî ye wekî serwêr, bîznêsmên û başqe-başqe meriv bibine yek wekî bigihîjine wê nêtê? Yan hunurên ku kûr nav merivada rûniştine dêmek timayî, xwehizî, û bêtalaşî wê nehêlin bigihîjine wê nêtê? (2 Tîmotêyo 3:1-5)

Hêvî heye

Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, wekî axiriya baş hîviya planêta me ye. Têda tê şirovekirinê ku çima qewata meriva bes nîne, wekî erdê xilaz kin. Usa jî ev dibêje ku konkrêt çi gerekê bê guhastinê û ev guhastin wê ça bêne kirinê.

Çima qewata meriva bes nîne, wekî planêta me xilaz kin. Yehowaa Xwedê erd efirand û temî da meriva ku bona wê xem bikin (Destpêbûn 1:28; 2:15). Meriv wê bikaribûna ev temî baniyana sêrî, hergê pey rêberiya Efirandarê xwe biçûna (Metelok 20:24). Lê dewsê wana pişta xwe dane Xwedê û safî kirin xweserîxwe bin (Waîz 7:29). Meriv bi xwe nikarin miqatî erdê bin. Hergê ewana tiştekî baş kin jî, lê yeke nikarin halê planêta me bi temamî rast kin (Metelok 21:30; Yêremya 10:23).

Guhastinên lazim. Xwedê wê nehêle meriv erdê kuta kin (Eyantî 11:18). Ew wê bineliyên erdê û serwêra ne ku biguhêze, lê dewsa wan yên teze dayne (Eyantî 21:1). Yehowa dibêje: “Va ez her tiştî nû çêdikim” (Eyantî 21:5).

Ev guhastin wê ça bêne sêrî. Yehowa wê dewsa serwêrtiya merivayî, serwêrtiya ezmana kifş ke, ya ku tê navkirinê Padşatiya Xwedê. Serwêrê vê padşatiyê wê Îsa Mesîh be. Ew wê problêmên planêta me safî ke (Daniyêl 2:44; Metta 6:10).

Padşatiya Xwedê wê alî meriva bike li gora prînsîpên wî bijîn. Çaxê meriv hîn bin nihêrandina Xwedê hildin hesab û şîretên wî bînin sêrî, hingê ewana wê bikaribin miqatî tebiyetê bin (Îşaya 11:9). Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê ku Padşatiya Xwedê, kîjan ku wê ziyanê nede erdê, wê çi cûreyî bona hewcên bineliyên xwe xem bike. Bi saya Padşatiya Xwedê wê:

  • Xwarin têr-tije be (Zebûr 72:16).

  • Tebiyet tezeda geş be (Îşaya 35:1, 2, 6, 7).

  • Edilayî orta meriva û heywanada hebe (Îşaya 11:6-8; Hoseya 2:18).

  • Tebiyet û planêta me, ji kutakirinê xilaz be (Marqos 4:37-41).

Em dikarin bawer bin wekî zûtirekê Padşatiya Xwedê wê hemû wan guhastina bîne sêrî. Bona hê zêde elametî bixûne gotar “Padşatiya Xwedê wê Çi Çax li ser Erdêra Serwêrtiyê Bike?”

a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).

Ça em dikarin îda nihada miqatî planêta xwe bin?

Heta ku em hîviyê ne, wekî Padşatiya Xwedê problêmên tebiyetê safî ke, îda nihada her kes ji me dikare miqatî tebiyetê be û usa planêtê xwey ke. Mesele em dikarin xurek, av û tiştên din badîhewa xerc nekin. Usa jî em dikarin li gora qanûnên dewletê edebê kuta kin (Yûhenna 6:12, 13; Romayî 13:1, 5).

  • Brêt.

    Brêt pêşiya ku bibûya pênsiyonêr, konsûltantê êkolojiyayê bû. Zanebûna wîye derheqa tebiyetê ew dane îzbatkirinê, wekî Efirandar heye û ewê eseyî planêtê biparêze. Serhatiya Brêt bixûnin.

  • Du xebatçî avayên teze dinihêrin yên Ofîsa Sereke ya Şedên Yehowa.

    Şedên Yehowa qedir hindava Efirandarê xwe bi wê yekê didine kifşê, ku seva avakirinê mêtodên ku ziyanê nadine êkolojiyayê, didine xebatê. Binihêrin vîdêo Mêtodên Avakirinêye ku Ziyanê Nadine Tebiyetê Yehowa Rûmet Dikin.

Rêzên Kitêba Pîroze derheqa erdê

Destpêbûn 2:15: “Xudan Xwedê ew mêr hilda danî baxçê Êdênê, wekî wê bêcer ke û xweyîtîyê lê bike”.

Ev çi tê hesabê: Xwedê cabdarî da meriva ku miqatî mala xwe, dêmek miqatî erdê bin.

Destpêbûn 1:28: “Xwedê dua li wan kir û Xwedê wanra got: ‘Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin, hukumî li ser mesîyên berê teyredên ezmên û hemû heywanên li ser erdêye ku dihejin bikin’”.

Ev çi tê hesabê: Merivara cabdarî hatibû dayînê ku xweyîtiyê heywana bikin.

Îşaya 45:18, ÎM: “Çimkî Xudanê ku ezmana efirandiye–Ew Xwedê ye!–yê ku erdê çêkiriye û şikil dayê, yê ku asê kiriye û vikîvala neefirandiye şikil dayê ku li ser were rûniştin wiha dibêje: ‘Ez Xudan im û yekî din tuneye’”.

Ev çi tê hesabê: Nêta Xwedêye bona erdê nehatiye guhastinê. Erd wê bi wan meriva tije be, yên ku wê hema usa xweytiyê lê bikin, çawa Xwedê qirar kiribû.

Zebûr 37:29: “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn”.

Ev çi tê hesabê: Ewên ku li gora prînsîpên Xwedê dijîn, wê heta-hetayê li ser erdê bijîn.

Zebûr 98:6-8: “Li ber Xudan Padşa, borî û strû lêdin eşq û şa bin. Bira ber bike xuşîn têr û tijîya xweva, dinya û hemûyên nav wêda. Bira ber Xudan çem destên xwe hev xin, çîya-banî hevra Xudanra gul û geş bin”.

Ev çi tê hesabê: Padşatiya Xwedê wê her tiştî bike, ku planêta me geş be.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin