Peyxam
10 Min melekekî din ê biqudret dît ku ji ezmên dadiket xwarê. Ew bi ewrekî pêçandî bû û li ser serê wî keskesorek hebû. Rûyê wî wek rojê bû û lingên wî wek stûnên êgir bûn. 2 Û di destê wî de destnivîseke biçûk a vekirî hebû. Wî lingê xwe yê rastê danî ser behrê* û lingê xwe yê çepê danî ser erdê. 3 Û wî bi dengekî bilind qey wek dengê şêrekî ku dihumîne bang kir. Gava wî bang kir, min dengê heft guregurên ezmanan bihîst.
4 Gava heft guregurên ezmanan xeber da, min dixwest dest bi nivîsandinê bikim, lê min bihîst ku dengek ji ezmên wisa dibêje: “Tiştên ku heft guregurên ezmanan gotin nenivîse, lê mor bike.” 5 Û melekê ku min li ser behrê* û erdê sekinî dît, destê xwe yê rastê ber bi ezmên ve bilind kir. 6 Û wî bi navê yê ku her û her dijî, û ezman, erd, behr û her tiştê ku di wan de ye çêkirine, sond xwar: “Xwedê wê êdî li bendê nesekine. 7 Lê belê, roja ku melekê heftan hazir be ku li boriya xwe bixe, sira pîroz, a ku Xwedê ji xulamên xwe re, yanî ji pêxemberan re wek mizgînî dabû, wê temam bibe.”
8 Û wî dengê ku min ji ezmên bihîstibû, dîsa bi min re xeber da û wisa got: “Here, û destnivîsa vekirî ji destê melekê ku li ser behrê* û erdê sekinî ye, bistîne.” 9 Ez çûm ba melek û min jê xwest ku ew destnivîsa biçûk bide min. Wî ji min re got: “Bigire û bixwe. Ewê di zikê te de tehl be, lê di devê te de wek hingiv şîrîn be.” 10 Min destnivîsa biçûk ji destê melek stand, û min ew xwar. Û di devê min de ew wek hingiv şîrîn bû, lê di zikê min de ew tehl bû. 11 Û ji min re hat gotin: “Gerek tu dîsa li ser xelk, milet, ziman û gelek hukimdaran pêxembertiyê bikî.”