Peyxam
14 Min Berx li ser Çiyayê Siyonê sekinî dît, û bi wî re 144.000 kes hebûn, ên ku navê wî û navê Bavê wî li ser eniya wan nivîsî bû. 2 Û min ji ezmên dengek wek dengê xuşexuşa avê û dengê guregura ezmên bihîst. Dengê ku min bihîst wek dengê stranbêjên ku li çengên xwe dixin, bû. 3 Wan li ber text, çar kerûb û rîspiyan kilama ku qey nû bû, digot. Ji xeynî 144.000 kesên ku ji erdê hatibûn kirîn, tu kesî nikaribû vê kilamê hîn bibe. 4 Ew ev kes in, ên ku xwe bi jinan re pîs nekiribû, belê ew kesên bêleke ne*. Berx here ku derê jî, ew bi dewamî li pey wî diçin. Ew ji nav mirovan wek berê pêşîn ji bo Xwedê û Berx hatin kirîn. 5 Tu derew ji devê wan derneket, û ew bêleke ne.
6 Min melekekî din dît, ê ku di nav ezmên de difirî, û mizgîniyeke herheyî li ba wî hebû. Gerek ew vê mizgîniyê bigihîne kesên ku li ser rûyê erdê dijîn, yanî hemû milet, eşîr, ziman û xelkan. 7 Wî bi dengekî bilind digot: “Ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidin wî, çimkî saeta ku ewê hukim bide hatiye. Loma ji yê ku erd û ezmên, behr* û kaniyên avê çêkirine re îbadetê bikin.”
8 Li pey wî melekê diduyan dihat û digot: “Babîla Mezin ketiye! Bajarê ku şeraba şehweta* xwe ya bêexlaqiya cinsî ji hemû miletan re daye vexwarin, ketiye!”
9 Melekê sisêyan li pey wan dihat û bi dengekî bilind digot: “Eger kesek ji heywanê wehşî û ji sûretê wî re îbadetê bike û îşaretekê li ser eniya xwe yan destê xwe bistîne, 10 ew kes wê ji şeraba xezeba Xwedê vexwe. Xwedê ev şeraba saf dixe kasa xezeba xwe, û ew kes wê li ber çavê pîrozan û li ber çavê Berx di nav agir û kewkurdê de ezabê bikişîne. 11 Û dûmana ezaba* wan her û her dû dike. Bi şev û roj rehetiya kesên ku ji heywanê wehşî û ji sûretê wî re îbadetê dikin û îşareta navê wî distînin, tune ye. 12 Ji ber vê yekê ji pîrozên ku emrên Xwedê tînin cih û xwe li îmana xwe ya bi Îsa digirin re, tehemul lazim e.”
13 Û min ji ezmên dengek bihîst, ê ku got: “Binivîse: Çi qas dilxweş in kesên ku ji niha û pê vê dimirin û bi Efendiyê me re di yekîtiyê de ne. Ruhê pîroz dibêje ku gerek ew ji karê xwe îstirahetê bikin, çimkî tiştên ku wan kirin nayên jibîrkirin*.”
14 Û min ewrekî spî û yekî mîna kurê mirov li ser ewr rûniştî dît. Li ser serê wî taceke zêrîn hebû û di destê wî de daseke tûj hebû.
15 Melekekî din ji îbadetgehê derket û bi dengekî bilind ji yê ku li ser ewr rûniştî bû re got: “Dasa xwe bavêje û bidirû, çimkî wexta dirûnê hatiye û genimê erdê gihîştiye.” 16 Û yê ku li ser ewr rûniştî bû dasa xwe avêt rûyê erdê, û erd hat dirûn.
17 Piştre melekekî din ji îbadetgeha li ezmên derket, û li ba wî jî daseke tûj hebû.
18 Û melekekî din jî ji qurbangehê derket û li ba wî qudreta li ser êgir hebû. Û wî bi dengekî bilind ji yê ku daseke tûj li ba wî hebû re got: “Dasa xwe ya tûj bavêje û tiriyên mêwa erdê top bike, çimkî ew gihîştine.” 19 Melek dasa xwe avêt rûyê erdê û mêwa erdê top kir û avêt mehsera* mezin a xezeba Xwedê. 20 Tirî li derveyî bajêr hatin pelçiqandin, û ji mehserê xwîn derket û 296 kîlometre* heta lixaba* hespan herikî.