Peyxam
16 Û min ji îbadetgehê dengekî bilind bihîst, ê ku ji heft melekan re got: “Herin û heft tasên xezeba Xwedê birijînin ser erdê.”
2 Melekê pêşîn çû û tasa xwe rijand ser erdê. Hingê bedena mirovên ku ji sûretê heywanê wehşî re îbadet dikir û nîşana wî li ser wan bû bi kunêrên pîs û xerab ve tije bû.
3 Melekê diduyan tasa xwe rijand ser behrê*. Û behr bû mîna xwîna mirovekî mirî, û her tiştê* ku di behrê de dijiya, mir.
4 Melekê sisêyan tasa xwe rijand ser çem û kaniyên avê, û ew bûn xwîn. 5 Û min bihîst ku melekê ku qudreta wî li ser avê hebû, wisa got: “Tu, yê ku heye, hebû û dilsoz e, tu adil î, çimkî te ev hukim dane. 6 Ji ber ku wan xwîna pîrozan û pêxemberan rijandiye, te xwîn da wan ku ew vexwin. Belê, wan ev yek heq kir.” 7 Û min dengek ji qurbangehê bihîst, ê ku got: “Erê, ya Yehowa Xwedê, yê ku qudreta te bêsînor e, hukmên te rast û adil in.”
8 Melekê çaran tasa xwe rijand ser rojê, û ji rojê re destûr hat dayîn ku ew mirovan bişewitîne. 9 Mirov ji ber germiyeke mezin şewitîn, û wan kufir li navê Xwedê kir, ê ku qudreta wî li ser van belayan heye. Wan tobe nekir û rûmet neda wî.
10 Melekê pêncan tasa xwe rijand ser textê heywanê wehşî. Hukimdariya wî tarî bû, û mirovan ji ber êşê zimanê xwe gez dikir. 11 Wan ji ber êş û kunêrên xwe kufir li Xwedayê ezmên kir, û wan ji kirinên xwe tobe nekir.
12 Melekê şeşan tasa xwe rijand ser çemê mezin ê Firatê û ava çem ziwa bû. Bi vî awayî, rê ji bo hukimdarên rojhilatê hat hazirkirin.
13 Min dît ku ji devê ejder, ji devê heywanê wehşî û ji devê pêxemberê sexte sê gotinên nepak* wek beq derketin. 14 Bi eslê xwe, ev gotin ji cinan tên û nîşanan çêdikin. Ew diçin ba hukimdarên temamiya erdê ku wan ji bo şer top bikin, ê ku wê di roja mezin a Xwedayê ku qudreta wî bêsînor e de, çêbe.
15 “Va ye, ez wek diz têm! Çi qas dilxweş e kesê ku hişyar dimîne û serkirasê xwe ji xwe nake, da ku tazî negere û şerma wî neyê dîtin.”
16 Û wan hukimdar li cihê ku jê re bi Îbranî Armagedon* tê gotin, top kirin.
17 Melekê heftan tasa xwe rijand ser hewayê. Hingê dengekî bilind ji textê ku li îbadetgehê ye hat û got: “Çêbû!” 18 Û birûskan lê da, deng û guregura ezmên hat bihîstin û erdhejeke mezin çêbû. Ji dema ku li ser rûyê erdê mirov hene, erdhejeke wisa mezin qet çênebûbû. 19 Bajarê mezin bû sê par, û bajarên miletan wêran bûn. Xwedê Babîla mezin anî bîra xwe ku kasa şeraba hêrs û xezeba xwe bide wê. 20 Hemû girav winda bûn, û çiya nehatin dîtin. 21 Û ji ezmên li ser mirovan zîpikên* mezin bi qasî giraniya talentekê* barîn. Mirovan ji ber belaya zîpikan kufir dikir, çimkî ev bela pir giran bû.