Peyxam
19 Piştî vê yekê, min ji ezmên dengekî bilind bihîst, ê ku wek dengê gelekan bû. Wan got: “Pesnê Yah* bidin! Xelasî*, rûmet û qudret ên Xwedayê me ne, 2 çimkî hukmên wî rast û adil in. Wî hukmê fahîşeya mezin da, ya ku dinya bi bêexlaqiya xwe ya cinsî xera kiriye. Û wî heyfa xwîna xulamên xwe ji destê wê hilanî”. 3 Piştî vê yekê, wan cara diduyan got: “Pesnê Yah* bidin! Dûmana ku ji bajêr tê, her û her bilind dibe.”
4 Û 24 rîspî û çar kerûb ketin ser çokan û ji Xwedayê ku li ser text rûniştî ye re îbadet kirin û gotin: “Amîn! Pesnê Yah* bidin!”
5 Wekî din, dengek ji text hat û got: “Ey hûn, hemû xulamên wî, yên biçûk û mezin, ên ku ji wî ditirsin, pesnê Xwedayê me bidin.”
6 Û min dengekî wek dengê gelekan, dengê xûşexûşa avê û dengê guregura ezmên bihîst. Wan digot: “Pesnê Yah* bidin, çimkî Xwedayê me Yehowa, yê ku qudreta wî bêsînor e, dest bi hukimdariyê kiriye! 7 Bila em kêfxweş û dilgeş bin û rûmetê bidin wî, çimkî wexta daweta Berx hatiye û bûka wî xwe hazir kiriye. 8 Ji bûkê re îzin hat dayîn ku ew cilê ji kitanê paqij, ê ku dibiriqe li xwe bike. Ev kitan kirinên rast ên pîrozan temsîl dike.”
9 Hingê melek ji min re got: “Binivîse: Çi qas dilxweş in yên ku ji bo şîva daweta Berx hatine gazîkirin.” Wekî din, wî ji min re got: “Ev gotin, gotinên rast ên Xwedê ne.” 10 Û ez li ber wî ketim ser çokan ku ji wî re îbadetê bikim. Lê wî ji min re got: “Tu çi dikî? Wisa neke! Ez wek te û birayên te xulam im û mizgîniya li ser Îsa belav dikim. Tenê ji Xwedê re îbadetê bike! Çimkî armanca pêxembertiyan ev e ku mizgîniya li ser Îsa bê belavkirin.”
11 Min ezman vekirî dît û li wê derê hespekî boz hebû. Ji siwarê wî re Yê Dilsoz û Rast tê gotin. Hukmê wî adil e, û ew bi edalet şer dike. 12 Çavên wî wek pêta êgir in, û li ser serê wî gelek tac hene. Li ser wî navekî ku ji xeynî wî tu kes nizane, nivîsî ye. 13 Cilên wî bi xwîn bûn, û ji wî re Peyva Xwedê tê gotin. 14 Wekî din, ordiyên ezmên bi cilên ji kitanê spî û paqij li ser hespên boz li pey wî dihatin. 15 Ji devê wî şûrekî dirêj û tûj derdikeve ku li miletan bixe, û ewê bi gopalê hesin şivantiya wan bike. Wekî din, ew bi xezeba Xwedayê ku qudreta wî bêsînor e di mehserê* de tirî dipelçiqîne. 16 Li ser serkirasê wî û li ser ranê wî navek nivîsî ye: Hukimdarê hukimdaran û Efendiyê efendiyan.
17 Wekî din, min melekekî ku li ber rojê sekinî bû dît. Wî bi dengekî bilind gazî kir û ji hemû teyrên ku di nav ezmên de difirîn re got: “Werin û ji bo şîva mezin a Xwedê top bibin. 18 Û goştê hukimdaran, goştê fermandarên eskeran, goştê zilamên xurt, goştê hespan û siwarên wan, û goştê hemûyan, hem kesên azad û kole hem jî kesên biçûk û mezin, bixwin.”
19 Û min dît ku heywanê wehşî û hukimdarên dinyayê bi ordiyên xwe re li hev top bûne, da ku li hember yê ku li ser hesp siwarbûyî ye û ordiya wî şer bikin. 20 Û heywanê wehşî û pêxemberê sexte, yê ku li ber wî nîşan çêdikirin, hatin girtin. Bi van nîşanan, pêxemberê sexte kesên ku ji heywanê wehşî nîşan standin û kesên ku ji sûretê wî re îbadet dikirin, xapandin. Ev her du sax hatin avêtin nav gola êgir, a ku bi kewkurdê dişewite. 21 Lê kesên mayî bi şûrê dirêj, ê ku ji devê siwarê hesp derdiket, hatin kuştin. Hemû teyr ji goştê wan têr bûn.