Peyxam
20 Min melekek dît, ê ku ji ezmên daket jêr, û di destê wî de mifteya* çala bêbinî û zincîreke mezin hebû. 2 Wî ejder, marê kevnar, ê ku Îblîs û Şeytan e, girt û ji bo 1.000 salî girêda. 3 Melek ew avêt çala bêbinî, çal girt û mor kir, da ku ew miletan nexapîne heta ku 1.000 sal temam bibin. Piştî vê yekê, gerek ew ji bo demeke kin bê berdan.
4 Û min text dîtin, û ji kesên ku li ser wan rûniştî bûn re qudret hat dayîn ku ew hukim bidin. Min canê wan kesan dît, ên ku hatibûn îdamkirin ji ber ku wan mizgîniya li ser Îsa belav dikir û li ser Xwedê xeber dida. Wan ne ji heywanê wehşî ne jî ji sûretê wî re îbadet dikir. Û wan li ser eniya xwe û li ser destê xwe nîşan nestandibû. Ew vegeriyan jiyanê, û wan bi Mesîh re 1.000 sal hukimdarî kir. 5 (Gava 1.000 sal temam bûn, miriyên mayî vegeriyan jiyanê.) Ev rabûna miriyan a pêşîn bû. 6 Çi qas dilxweş û pîroz in yên ku di dema rabûna miriyan a pêşîn de ji mirinê rabin. Li ser wan qeweta mirina diduyan tune ye. Ewê bibin kahînên Xwedê û Mesîh, û ewê bi wî re wek hukimdar 1.000 salî hukimdariyê bikin.
7 Gava 1.000 sal temam bibin, Şeytan wê ji hebsê bê berdan. 8 Ewê derkeve ku miletên ji çar kujên dinyayê, yanî Gog û Magog, bixapîne û wan ji bo şer top bike. Hejmara wan wek qûma* behrê* ye. 9 Ew li seranserê erdê belav bûn, û wan dora cihê pîrozan û bajarê ku Xwedê jê hez dike girtin. Lê ji ezmên agir hat û ew tune kirin. 10 Û Îblîsê ku ew dixapandin hat avêtin nav gola agir û kewkurdê, cihê ku heywanê wehşî û pêxemberê sexte jixwe li wê derê bûn. Û ewê bi şev û roj her û her ezabê bikişînin*.
11 Û min textekî mezin ê spî û yê ku li ser wî rûniştî bû dît. Erd û ezman ji ber wî reviyan, û ji bo wan êdî cihek tune bû. 12 Min yên mirî, yên biçûk û mezin, li ber text sekinî dîtin, û destnivîs hatin vekirin. Lê destnivîseke din vebû, ew destnivîsa jiyanê ye. Û kesên mirî li gor kirinên xwe, yên ku di destnivîsan de nivîsî bûn, hukmê xwe stand. 13 Behrê* kesên ku tê de mirî bûn dan, mirin û Gorê* kesên ku di wan de mirî bûn dan. Her kesî li gor kirinên xwe hukmê xwe stand. 14 Hingê mirin û Gor hatin avêtin nav gola êgir. Gola êgir mirina diduyan temsîl dike. 15 Û her kesê ku navê wî di kitêba jiyanê de ne nivîsî bû hat avêtin nav gola êgir.