KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt Peyxama Yûhena 1:1-22:21
  • Peyxam

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Peyxam
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Peyxam

PEYXAM

1 Peyxama* ji Îsa Mesîh, a ku Xwedê daye wî, da ku tiştên ku wê di nêzîk de çêbin nîşanî xulamên xwe bide. Îsa melekê xwe şand ba xulamê xwe Yûhena, da ku ew van tiştan bi nîşanan ji wî re bide zanîn. 2 Yûhena ji bo gotinên Xwedê û mizgîniya Îsa Mesîh, yanî ji bo hemû tiştên ku wî dîtin bû şahid. 3 Çi qas dilxweş e kesê ku gotinên vê pêxembertiyê bi dengekî bilind dixwîne, û çi qas dilxweş in kesên ku van gotinan dibihîzin û xwe li tiştên ku di wan de nivîsî ne digirin, çimkî wexta hilbijartî nêzîk e.

4 Ez Yûhena, vê nameyê ji heft civatên li herêma Asyayê re dinivîsim:

Bila qenciya mezin û aştiya ji “yê ku heye, hebû û wê bê”, ji heft ruhên ku li ber textê wî ne, 5 ji Îsa Mesîh, ê ku “Şahidê Dilsoz”, “yê pêşîn ku ji nav miriyan rabûye” û “Serokê padîşahên dinyayê” ye, li ser we be.

Yê ku ji me hez dike û em bi xwîna xwe ji gunehên me azad kirine, 6 yê ku em ji bo Bav û Xwedayê xwe kirine hukimdar û kahîn, erê, bila rûmet û qudret her û her a wî be. Amîn.

7 Va ye, ew di nav ewran de tê, û her kes, heta kesên ku bedena wî qul kiriye jî, wê wî bibînin. Û hemû miletên dinyayê wê ji ber wî şînê bigirin û li singê xwe bixin. Erê, ev tişt wê çêbin. Amîn.

8 Yehowa Xwedê dibêje: “Ez Alfa û Omega* me, yê ku heye, hebû û tê, yê ku qudreta wî bêsînor e.”

9 Ez Yûhena, birayê we û şagirtê Îsa, bi we re tengasiyan dikişînim, tehemul dikim û bi we re hevparê hukimdariya Xwedê me. Ji ber ku min li ser Xwedê xeber dida û mizgîniya li ser Îsa belav dikir, ez li girava Patmosê bûm. 10 Di bin tesîra ruh de ez di roja Efendiyê me de bûm, û min li pişt xwe dengekî bilind, ê ku wek dengê boriyê bû, bihîst. 11 Vî dengî wisa got: “Tiştên ku tu dibînî di destnivîsekê de binivîse û ji van heft civatan re bişîne: Efes, Îzmîr, Bergama, Tiyatîra, Sardîs, Fîladelfya û Laodîkya.”

12 Ez zivirîm, da ku bibînim ku kî bi min re xeber dide, û min heft şamdankên zêrîn dîtin. 13 Û di nava şamdankan de min yekî wek kurê mirov dît, ê ku bi kirasekî dirêj û qayîşeke zêrîn li singê wî girêdayî bû. 14 Porê serê wî wek hiriyê spî bû, wek berfê bû, û çavên wî wek pêta êgir bûn. 15 Lingên wî wek tûncê saf, ê ku di firinê de hatiye sorkirin, dibiriqîn, û dengê wî wek dengê xuşexuşa avê bû. 16 Di destê wî yê rastê de heft stêr hebûn, û ji devê wî şûrekî tûj, dirêj û dudev derdiket. Û rûyê wî wek roja ku bi hemû qeweta xwe şewq dide, bû. 17 Gava min ew dît, ez wek yekî mirî ketim ber lingên wî.

Û wî destê xwe yê rastê danî ser min û got: “Netirse. Yê Pêşîn, yê Dawîn 18 û yê ku dijî ez im. Ez mirî bûm, lê niha ez her û her dijîm. Û mifteyên* mirin û Gorê* li ba min in. 19 Loma tiştên ku te dîtin, tiştên ku niha çêdibin û tiştên ku wê paşê çêbin, binivîse. 20 Ez ji te re maneya sira pîroz a heft stêrên ku te di destê min ê rastê de dîtin û heft şamdankên zêrîn eşkere dikim: Heft stêr melekên heft civatan temsîl dikin, û heft şamdank heft civatan temsîl dikin.”

2 Wekî din, wî got: “Ji melekê civata Efesê re binivîse: Yê ku heft stêr di destê wî yê rastê de ne û di nav heft şamdankên zêrîn de dimeşe, wisa dibêje: 2 ‘Ez bi kirinên te, keda destê te û tehemula te dizanim. Û ez dizanim ku tu mirovên xerab qebûl nakî, û tu kesên ku xwe wek şandî bi nav dikin, lê ne şandî ne, diceribînî û tê derdixî ku ew derewkar in. 3 Tu îsbat dikî ku tu tehemul dikî û ji ber navê min di gelek zehmetiyan de sebir dikî, û tu newestiyayî. 4 Lê belê, gazineke min ji te heye: Te dev ji hezkirina xwe ya pêşîn berdaye.

5 Loma bîne bîra xwe ku li ba te çi hebû û te çi winda kir, tobe bike û wek berê hereket bike. Eger tu tobe nekî, ezê bêm ba te û şamdanka te ji cihê wê rakim. 6 Lê tiştek heye, yê ku tu rast dikî: Tu jî wek min ji kirinên mezheba Nîkolaos nefret dikî. 7 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje: Yê ku bi ser dikeve, ezê destûrê bidim ku ew ji dara jiyanê, ya ku di ceneta Xwedê de ye, bixwe.’

8 Û ji melekê civata Îzmîrê re binivîse: Yê Pêşîn û yê Dawîn, ê ku mirî bû û vegeriya jiyanê, wisa dibêje: 9 ‘Ez bi tengasî û belengaziya te dizanim, lê belê tu dewlemend î. Wekî din, ez bi kesên ku xwe wek Cihû bi nav dikin û heqaretê li te dikin, dizanim. Ew ne Cihû ne, lê sînagoga* Şeytan in. 10 Ji cefayên ku wê bên serê te netirse. Îblîs wê hin ji we bavêje hebsê, da ku hûn bi temamî bên ceribandin û deh roj cefayê bikişînin. Heta mirinê dilsoz bimîne, û tuyê xelata jiyanê* bistînî. 11 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje: Yê ku bi ser dikeve, ewê mirina diduyan qet nebîne.’

12 Ji melekê civata Bergamayê re binivîse: Yê ku şûrê tûj, dirêj û dudev li ba wî heye, wisa dibêje: 13 ‘Ez dizanim ku tu li ku derê dijî. Tu li cihê ku textê Şeytan li wê derê ye dijî. Lê dîsa jî tu xwe li navê min digirî û te dev ji baweriya xwe ya bi min bernedaye. Wexta ku di bajarê we de, yanî li cihê ku Şeytan lê dijî, şahidê min ê dilsoz Antîpas hat kuştin jî, te dev ji îmana xwe berneda.

14 Lê belê, çend gazinên min ji te hene: Di nav te de hin kes hene, yên ku xwe li hîndariyên Balam digirin. Wî hînî Balak kir ku ew kurên Îsraîl çawa ji rê derxe, da ku ew xwarina ku ji pûtan re hatiye qurbankirin bixwin û bêexlaqiya cinsî bikin. 15 Bi eynî awayî, di nav te de hin kes hene, yên ku xwe li hîndariyên mezheba Nîkolaos digirin. 16 Loma tobe bike. Eger tu tobe nekî, ezê zû bêm ba te û ezê bi şûrê dirêj, ê ku ji devê min derdikeve, li dijî wan şer bikim.

17 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje: Yê ku bi ser dikeve, ezê ji mana veşartî û kevirekî spî bidim wî. Li ser vî kevirî navekî nû nivîsî ye, û ji xeynî yê ku ev kevir standiye, tu kes vî navî nizane.’

18 Ji melekê civata Tiyatîrayê re binivîse: Kurê Xwedê, yê ku çavên wî wek pêta êgir in û lingên wî wek tûncê saf in, wisa dibêje: 19 ‘Ez bi kirinên te, hezkirina te, îmana te, xizmeta te û tehemula te dizanim. Û ez dizanim ku karên te yên dawîn ji karên te yên berê zêdetir in.

20 Lê gazineke min ji te heye: Tu wê jinika bi navê Îzabel, a ku xwe wek pêxember bi nav dike, qebûl dikî. Ew xulamên min hîn dike û dixapîne ku ew bêexlaqiya cinsî bikin û xwarina ku ji pûtan re hatiye qurbankirin bixwin. 21 Min wext da wê ku ew tobe bike, lê ew naxwaze dev ji bêexlaqiya xwe ya cinsî berde û tobe bike. 22 Ji ber vê yekê ezê wisa bikim ku ew nexweş bikeve û bikeve nav nivînan. Û eger kesên ku bi wê re zinayê dikin tobe nekin, ezê wan bixim tengasiyeke mezin. 23 Û ezê zarokên wê bi nexweşiyeke giran bikujim, da ku hemû civat bizanin ku yê ku bi dil û fikrên kûr* dizane ez im. Û ezê heqê her yekî ji we li gor kirinên wî bidim wî.

24 Lê ez ji we re, ji kesên din li Tiyatîrayê, yên ku xwe li hîndariya Îzabel nagirin û “fikrên kûr ên Şeytan” nizanin re dibêjim: Ez barekî din naxim stûyê we. 25 Lê belê, heta ku ez bêm, xwe li tiştên ku li ba we hene bigirin. 26 Û yê ku bi ser dikeve û heta dawiyê li gor emrên min hereket dike, ezê qudretê bidim wî ku ew li ser miletan hukimdariyê bike, 27 çawa ku min ji Bavê xwe qudret standiye. Û ewê bi gopalê hesin şivantiya mirovan bike ku ew wek firaqên herî bişkên. 28 Û ezê stêra sibehê bidim wî. 29 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje.’”

3 Wekî din, wî got: “Ji melekê civata Sardîsê re binivîse: Yê ku heft ruhên Xwedê û heft stêr li ba wî hene, wisa dibêje: ‘Ez bi kirinên te dizanim. Tu wisa xuya dikî qey tu sax î, lê bi eslê xwe tu mirî yî. 2 Hişyar be û tiştên ku mane û li ber mirinê ne, xurt bike. Çimkî ez nabînim ku te hemû tiştên ku Xwedayê min ji te dixwaze kirine. 3 Îcar bîne bîra xwe ku te çi standiye û bihîstiye, wan tiştan xwedî bike, û tobe bike. Eger tu hişyar nebî, ezê wek diz bêm, û tu nizanî ku ezê di kîjan saetê de bêm.

4 Lê belê, li ba te li Sardîsê çend kes hene, yên ku kirasên xwe mirdar nekirine. Ewê bi min re bi kirasên spî bimeşin, ji ber ku ew hêja ne. 5 Yê ku bi ser dikeve, kirasê spî wê li wî bê kirin. Ezê navê wî tu caran ji kitêba jiyanê dernexim*, lê ezê li ber Bavê xwe û li ber melekên wî bibêjim ku ez navê wî dizanim. 6 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje.’

7 Ji melekê civata Fîladelfyayê re binivîse: Yê ku pîroz e, yê ku rast e, yê ku mifteya* Dawid li ba wî ye, yê ku vedike ku tu kes nikare bigire, û yê ku digire ku tu kes nikare veke wisa dibêje: 8 ‘Ez bi kirinên te dizanim. Va ye, min derî li ber te vekir, û tu kes nikare derî bigire. Ez dizanim ku qeweta te hindik e, û dîsa jî te xwe li peyva min girt û navê min înkar nekir. 9 Ezê wisa bikim ku kesên ji sînagoga* Şeytan, ên ku xwe wek Cihû bi nav dikin, lê bi eslê xwe ne Cihû ne, bên ba te û li ber lingên te bikevin ser çokan. Û ewê bizanin ku ez ji te hez dikim. 10 Ji ber ku te rind bala xwe da tiştên ku li ser tehemula min hatine gotin, ezê jî di saeta ceribandinê de te biparêzim. Ev saet wê bê serê temamiya dinyayê, da ku hemû kesên ku li ser rûyê erdê dijîn, bên ceribandin. 11 Ezê zû bêm. Xwe li tiştên ku li ba te hene qayîm bigire, da ku tu kes xelata te* ji te nestîne.

12 Yê ku bi ser dikeve, ezê wî di îbadetgeha Xwedayê xwe de bikim stûn, û ewê ji wê derê qet dernekeve. Ezê li ser wî navê Xwedayê xwe û navê bajarê Xwedayê xwe, yanî Orşelîma Nû, binivîsim. Ev bajar ji ezmên ji ba Xwedayê min dadikeve jêr, û ezê navê xweyî nû li ser binivîsim. 13 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje.’

14 Ji melekê civata Laodîkyayê re binivîse: Yê ku navê wî Amîn* e, yê ku şahidê dilsoz û rast e, yê ku xuliqandina* herî pêşîn a Xwedê ye, wisa dibêje: 15 ‘Ez bi kirinên te dizanim. Tu ne sar î û ne jî germ î. Xwezî tu sar yan jî germ bûyayî. 16 Lê ji ber ku tu ne sar û ne jî germ î, lê sarogerm î, ezê te ji devê xwe tif bikim. 17 Tu dibêjî: “Ez dewlemend im, gelek mal û milkê min heye û qet hewcedariya min tune ye.” Lê tu nizanî ku tu reben, perîşan, belengaz, kor û tazî yî. 18 Loma şîreta min ji bo te ev e: Zêrê ku bi êgir hatiye safkirin ji min bikire, da ku tu dewlemend bibî. Û kirasê spî jî ji min bikire, da ku tu wî li xwe bikî û şerma tazîbûna te neyê dîtin. Wekî din, melhema çavan bikire û li çavên xwe bide, da ku tu bibînî.

19 Hemû kesên ku ez jê hez dikim, ez wan serrast dikim û terbiye dikim. Loma xîretkêş be û tobe bike. 20 Ez li ber derî sekinî me û li derî dixim. Eger kesek dengê min bibihîze û derî veke, ezê bikevim mala wî, û emê bi hev re şîvê bixwin. 21 Yê ku bi ser dikeve, ezê destûrê bidim wî ku ew bi min re li ser textê min rûne, çawa ku ez bi ser ketim û bi Bavê xwe re li ser textê wî rûniştim. 22 Guhên kê hene, bila baş guh bide ku ruhê pîroz ji civatan re çi dibêje.’”

4 Piştî van tiştan min li ezmên deriyekî vekirî dît, û dengê pêşî yê ku min bihîst wek dengê boriyê bû û ji min re wisa got: “Hilkişe vir, û ezê tiştên ku gerek çêbin nîşanî te bidim.” 2 Di cih de ruhê Xwedê daket ser min, û min dît ku li ezmên textek hebû û kesek li ser text rûniştî bû. 3 Yê ku li ser text rûniştî bû wek kevirê yaspîs û kevirê sor ê giranbiha şewq dida. Û li dora text keskesoreke wek zimrûd hebû.

4 Li dora text 24 text hebûn û li ser van textan 24 rîspî rûniştî bûn. Kirasên wan spî bûn û li ser serê wan tacên zêrîn hebûn. 5 Ji text birûsk, deng û guregura ezmanan derdiketin. Û li ber text heft qendîlên vêxistî hebûn, ên ku heft ruhên Xwedê temsîl dikin. 6 Li ber text tiştekî wek behreke* ji cam a ku wek krîstalê xuya dikir, hebû.

Û di navberê de li cihê ku text lê bû, li dora text çar kerûb hebûn, ên ku ji pêş û ji paş ve bi çavan ve tije bûn. 7 Kerûbê pêşîn wek şêr bû, yê diduyan wek ga bû, rûyê yê sisêyan wek rûyê mirovekî bû, û yê çaran wek qertelê* ku difire bû. 8 Û şeş baskên her kerûbî hebûn, û baskên wan bi çavan ve tije bûn. Û wan bi şev û roj bê rawestin digot: “Pîroz, pîroz, pîroz e Yehowa Xwedê, yê ku qudreta wî bêsînor e, yê ku hebû, heye û wê bê.”

9 Her cara ku kerûban hurmet, rûmet û şikirdarî didan yê ku li ser text rûniştî ye, yê ku her û her dijî, 10 24 rîspî li ber yê ku li ser text rûniştî ye diketin ser çokan û ji yê ku her û her dijî re îbadet dikirin. Û wan tacên xwe diavêtin ber text û digotin: 11 “Ya Yehowa, Xwedayê me, tu hêja yî ku hurmet, rûmet û qudretê bistînî, çimkî te her tişt çêkiriye, û her tişt bi daxwaza te hatiye çêkirin û heye.”

5 Min di destê wî yê rastê de, yê ku li ser text rûniştî bû, destnivîsek dît. Ev destnivîs ji her du aliyan ve hatibû nivîsîn û bi heft moran hatibû morkirin. 2 Min melekekî biqudret dît, ê ku bi dengekî bilind got: “Kî hêja ye ku destnivîsê veke û morên wê rake?” 3 Lê tu kesî nikaribû destnivîsê veke û lê binêre, ne li ezmên, ne li ser rûyê erdê, ne jî di bin erdê de. 4 Ez gelek giriyam, çimkî min tu kes nedît, ê ku hêja bû ku destnivîsê veke û lê binêre. 5 Lê yek ji rîspiyan ji min re got: “Negirî. Va ye, Şêrê ku ji eşîra Cihûda û ji koka Dawid e bi ser ketiye, û ew dikare destnivîsê û heft morên wê veke.”

6 Min li ber text, di navbera çar kerûb û rîspiyan de, berxek sekinî dît. Ev berx qey şerjêkirî bû, û heft strûhên wî û heft çavên wî hebûn. Ev çav heft ruhên Xwedê, yên ku li seranserê dinyayê hatine şandin, temsîl dikin. 7 Di cih de berx hat ber text û destnivîs ji destê wî yê rastê, yê ku li ser text rûniştî bû, stand. 8 Gava wî destnivîs stand, çar kerûb û 24 rîspî li ber Berx ketin ser çokan. Di destê her rîspiyekî de çengek hebû, û li ber wan taseke zêrîn tijî bixûr hebû. Bixûr duayên pîrozan temsîl dike. 9 Û rîspî kilameke nû distrên: “Tu hêja yî ku destnivîsê bistînî û morên wê vekî, çimkî tu hatî şerjêkirin û te bi xwîna xwe ji her eşîr, ziman, xelk û miletî mirov ji bo Xwedê kirîn. 10 Û te ew kirine hukimdar û kahînên Xwedayê me, û ewê wek hukimdar li ser dinyayê hukim bajon.”

11 Û min li dora text û kerûb û rîspiyan gelek melek dîtin û dengê wan bihîst. Hejmara wan bi hezaran hezar û bi deh hezaran deh hezar bû. 12 Û wan bi dengekî bilind wisa digot: “Berxê ku hatiye şerjêkirin hêja ye ku qudret, dewlemendî, hîkmet, qewet, hurmet, rûmet û pesn bistîne.”

13 Û min dengê her kesê li ezmên, li ser rûyê erdê, di bin erdê de û di behrê de bihîst, û wan hemûyan digot: “Bila her û her pesn, hurmet, rûmet û qudret ji yê ku li ser text rûniştî ye û ji Berx re be.” 14 Çar kerûban wisa digot: “Amîn!” Û rîspî ketin ser çokan û ji Xwedê re îbadet kir.

6 Min dît ku Berx yek ji heft moran vekir, û min bihîst ku yek ji çar kerûban bi dengekî wek dengê guregura ezmanan wisa dibêje: “Derkeve û here!” 2 Û min hespekî boz dît, û di destê siwar de kevanek hebû. Xwedê tacek da wî, û ew derket ku li dijî dijminên xwe bi ser bikeve.

3 Gava Berx mora diduyan vekir, min bihîst ku kerûbê diduyan wisa dibêje: “Derkeve û here!” 4 Hingê hespekî din derket, ê ku rengê wî sor bû. Ji siwar re îzin hat dayîn ku ew aştiyê ji dinyayê rake ku mirov hevdû bikujin, û ji siwar re şûrekî mezin hat dayîn.

5 Gava Berx mora sisêyan vekir, min bihîst ku kerûbê sisêyan wisa dibêje: “Derkeve û here!” Û min hespekî reş dît, û di destê siwar de mêzîn* hebû. 6 Di nav çar kerûban de min tiştekî wek deng bihîst, ê ku dibêje: “Kîloyek genim bi dînarek û sê kîlo ceh bi dînarek. Zeyt û şerabê bi dîqat bi kar bîne.”

7 Gava Berx mora çaran vekir, min dengê kerûbê çaran bihîst, ê ku wisa dibêje: “Derkeve û here!” 8 Û min hespekî rengavêtî* dît, ê ku navê siwarê wî Mirin bû. Û Gor* li pey wî dihat. Û li ser çaryeka dinyayê qudret ji wan re hat dayîn ku ew bi şûrekî dirêj, bi xelayê, bi nexweşiyên giran û bi destê heywanên çolê yên erdê bikujin.

9 Gava Berx mora pêncan vekir, min di bin qurbangehê de xwîna wan mirovan dît, ên ku ji ber peyva Xwedê û ji ber belavkirina peyva wî hatibûn kuştin. 10 Wan bi dengekî bilind got: “Ya Rebê Mezin, tu Xwedayê pîroz û rast î! Ma tuyê heta kengê li bendê bî ku tu kesên ku li ser rûyê erdê dijîn mehkûm bikî û heyfa xwîna me, ya ku wan rijandiye, bistînî?” 11 Hingê ji her yek ji wan re xeftanekî spî hat dayîn, û ji wan re hat gotin: “Hinek zêdetir li bendê bisekinin heta ku hejmara hemxulamên we û birayên we temam bibe. Belê, hindik maye ku ew jî wek we bên kuştin.”

12 Û gava min dît ku Berx çawa mora şeşan vekir, erdhejeke mezin çêbû. Roj wek cilên şîngirtinê* reş bû, û temamiya heyvê wek xwînê sor bû. 13 Û çawa ku dara hêjîrê ji ber bayekî mezin hêjîrên xwe yên negihîştî diweşîne, stêrên ezmên jî ketin ser rûyê erdê. 14 Ezman wek destnivîseke ku hatiye pêçandin, winda bû. Û her çiya û girav ji cihê xwe hat rakirin. 15 Hingê hukimdarên dinyayê, memûr, fermandarên eskeran, yên dewlemend, yên bihêz, her kole û her mirovê azad xwe di nav şkeft û zinarên çiyayan de veşart. 16 Wan ji çiya û zinaran re digot: “Bi ser me de bikevin û me ji rûyê yê ku li ser text rûniştî ye û ji xezeba Berx veşêrin. 17 Çimkî roja mezin a xezeba wan hatiye. Ma kî dikare jê xelas bibe?”

7 Piştî vê yekê, min çar melek li çar kujên dinyayê sekinî dîtin. Wan bayên çar kujên dinyayê digirtin, da ku ba li erdê, li behrê* û li daran nexe. 2 Û min melekekî din jî dît, ê ku ji rojhilatê derdiket, û di destê wî de mora Xwedayê herheyî hebû. Wî bi dengekî bilind ji çar melekên ku îzin ji wan re hatibû dayîn ku zerarê bidin erd û behrê re got: 3 “Heta ku em morê li ser eniya xulamên Xwedayê xwe nexin, zerarê nedin erdê, behrê û daran.”

4 Û min hejmara kesên ku hatibûn morkirin bihîst. Hejmara wan 144.000 bû, û ew ji hemû eşîrên kurên Îsraîl bûn:

5 Ji eşîra Cihûda 12.000 hatibûn morkirin,

ji eşîra Rûbên 12.000,

ji eşîra Gad 12.000,

6 ji eşîra Aşer 12.000,

ji eşîra Neftelî 12.000,

ji eşîra Manaşe 12.000,

7 ji eşîra Şîmeon 12.000,

ji eşîra Lêwî 12.000,

ji eşîra Îsexar 12.000,

8 ji eşîra Zebûlon 12.000,

ji eşîra Ûsiv 12.000,

ji eşîra Benyamîn 12.000 hatibûn morkirin.

9 Piştî vê yekê, min komeke mezin a mirovan dît, a ku tu kesî nedikarî bihejmarta. Ew ji her miletî, ji her eşîrê, ji her xelk û ji her zimanî bûn. Wan xeftanên spî li xwe kiribûn, û di destê wan de çiqilên xurmeyan hebûn, û ew li ber text û li ber Berx sekinî bûn. 10 Wan bi dengekî bilind digot: “Xelasiya* me ji Xwedayê me, yê ku li ser text rûniştî ye, û ji Berx tê.”

11 Hemû melek li dora text, rîspî û kerûb sekinî bûn. Wan xwe li ber text diavêt ser çokan û ji Xwedê re îbadet dikir 12 û digot: “Amîn. Pesn, rûmet, hîkmet, şikir, hurmet, qudret û hêz her û her ên Xwedayê me ne. Amîn.”

13 Hingê yek ji rîspiyan ji min re got: “Ev kesên bi xeftanên spî kî ne û ji ku derê hatine?” 14 Di cih de min jê re got: “Ezbenî, tu cewaba vê pirsê dizanî.” Û wî ji min re got: “Ev kes ew in, ên ku ji tengasiya mezin derketine, xeftanên xwe bi xwîna Berx şûştine û spî kirine. 15 Loma, ew li ber textê Xwedê sekinî ne û di îbadetgeha wî de bi şev û roj ji wî re xizmeta pîroz dikin. Û yê ku li ser text rûniştî ye wê konê xwe li ser wan veke. 16 Êdî ewê tî û birçî nebin, û ne roj ne jî germî wê li wan bixe. 17 Çimkî Berxê ku li ber text e wê şivantiya wan bike û wan ber bi kaniyên ava jiyanê ve bibe. Û Xwedê wê hemû hêstiran ji çavên wan paqij bike.”

8 Gava Berx mora heftan vekir, li ezmên teqrîben nîv saet bêdengî çêbû. 2 Û min heft melekên ku li ber Xwedê sekinî bûn dîtin, û ji wan re heft borî hatin dayîn.

3 Melekekî din hat û di destê wî de bixûrdankeke zêrîn hebû, û ew li ber qurbangehê sekinî. Ji wî re gelek bixûr hat dayîn, da ku ew vê bixûrê bi duayên pîrozan li ser qurbangeha zêrîn a li ber text pêşkêş bike. 4 Dûmana bixûrê bi duayên pîrozan ji destê melek bilind bû ber Xwedê. 5 Piştre wî bixûrdank bi komirên* qurbangehê tije kir û komir avêtin ser erdê. Hingê guregura ezmanan, deng, birûsk û erdhej çêbûn. 6 Û heft melekên ku heft borî li ba wan hebûn xwe hazir kir ku li boriyan bixin.

7 Melekê pêşîn li boriya xwe xist. Hingê zîpik* û agir bi xwînê ve tevlihev, barîn ser erdê. Û sêyeka erdê, sêyeka daran û sêyeka nebatan şewitî.

8 Melekê diduyan li boriya xwe xist. Û tiştekî wek çiyayekî mezin, ê ku bi êgir dişewitî, hat avêtin nav behrê*. Û sêyeka behrê bû xwîn, 9 sêyeka heywanên di behrê de mir û sêyeka gemiyan parçeparçe bû.

10 Melekê sisêyan li boriya xwe xist. Û stêreke mezin wek qendîleke vêxistî ji ezmên li ser sêyeka çeman û kaniyên avê ket. 11 Navê stêrê “Nebata Tehl” e. Û sêyeka avê wek vê nebatê tehl bû, û ji ber ku av tehl bûbû, gelek mirov mirin.

12 Melekê çaran li boriya xwe xist. Û vê yekê li ser sêyeka rojê, sêyeka heyvê û sêyeka stêran tesîr kir, da ku sêyeka wan tarî be û sêyeka rojê û sêyeka şevê bê ronahî be.

13 Min qerteleke* ku di ezmanan de difire dît û bihîst ku ew bi dengekî bilind dibêje: “Ji ber sê melekên mayî, yên ku hazir in ku li boriyên xwe bixin, wey, wey, wey li kesên ku li ser rûyê erdê dijîn!”

9 Melekê pêncan li boriya xwe xist, û min stêreke ku ji ezmên ket ser rûyê erdê dît. Ji vê stêrê re mifteya* ku çala bêbinî vedike, hat dayîn. 2 Wî çala bêbinî vekir, û ji wê derê dûman wek dûmana ji firineke mezin derket. Û ji ber vê dûmanê roj û hewa tarî bûn. 3 Ji nav dûmanê kulî derketin ser rûyê erdê. Ji wan re wek ji dûpişkên erdê re eynî hêz hat dayîn. 4 Ji wan re hat gotin ku bila ew zerarê nedin nebat yan darên erdê, lê tenê zerarê bidin mirovên ku li ser eniya wan mora Xwedê tune ye.

5 Îzna kuliyan hebû ku pênc mehan ezabê bidin wan, lê gerek ew wan nekujin. Êşa wan wek êşa ji pêvedana dûpişkan bû. 6 Di wan rojan de, mirov wê li mirina xwe bigerin, lê ewê wê nebînin, û ewê bixwazin bimirin, lê mirin wê ji wan bireve.

7 Kuliyan mîna hespên ku ji bo şer hatine hazirkirin, xuya dikir. Li ser serê wan tiştekî mîna tacên zêrîn hebû, û rûyê wan mîna rûyê mirovan bû. 8 Û porê wan mîna porê jinan bû, û diranên wan mîna diranên şêran bû. 9 Zirxên wan zirxên hesinî bûn, û dengê baskên wan mîna dengê erebeyên hespan bû, yên ku diçin şer. 10 Wekî din, dûvikên* wan wek derziya dûpişkan bû, û di dûvikên wan de hêz hebû ku pênc mehan êşê bidin mirovan. 11 Melekê çala bêbinî hukimdarê wan e. Navê wî bi Îbranî Abadon* e, û bi Yûnanî Apoliyon* e.

12 “Wey” ya pêşîn derbas bû. Lê paşê du “wey” ên din jî wê bên.

13 Melekê şeşan li boriya xwe xist, û min dengeke ji strûhên qurbangeha zêrîn, a ku li ber Xwedê ye, bihîst. 14 Vî dengî ji melekê şeşan re, yê ku borî di destê wî de bû, got: “Wan çar melekên ku li ba çemê mezin ê Firatê girêdayî ne, veke.” 15 Hingê ev çar melekên ku ji bo vê saetê, vê rojê, vê mehê û vê salê hatibûn hazirkirin, hatin berdan ku sêyeka mirovan bikujin.

16 Min bihîst ku hejmara ordiya siwarên hespan deh hezar caran bîst hezar* bû. 17 Di dîtiniyê de, hesp û siwarên ku min dîtin wisa bûn: Zirxên siwaran sor, şîn û zer bûn. Serê hespan mîna serê şêran bû, û ji devê wan agir, dûman û kewkurd derdiket. 18 Sêyeka mirovan ji ber van sê belayan, yanî agir, dûman û kewkurda ku ji devê wan derdiket, hat kuştin. 19 Çimkî hêza hespan di devê wan û dûvikên* wan de bû. Dûvikên wan mîna mar in ku serên wan hene û ew bi van dûvikên xwe zerarê didin mirovan.

20 Lê mirovên mayî, yên ku ji ber van belayan nehatibûn kuştin, ji kirinên xwe tobe nekir. Wan dev jê berneda ku ji cinan û ji pûtên ji zêr, zîv, tûnc, kevir û dar, ên ku nikarin bibînin, bibihîzin û bimeşin re, îbadetê bikin. 21 Wekî din, wan ji kuştin, sêrbazî, bêexlaqiya cinsî û dizîkirinê tobe nekir.

10 Min melekekî din ê biqudret dît ku ji ezmên dadiket xwarê. Ew bi ewrekî pêçandî bû û li ser serê wî keskesorek hebû. Rûyê wî wek rojê bû û lingên wî wek stûnên êgir bûn. 2 Û di destê wî de destnivîseke biçûk a vekirî hebû. Wî lingê xwe yê rastê danî ser behrê* û lingê xwe yê çepê danî ser erdê. 3 Û wî bi dengekî bilind qey wek dengê şêrekî ku dihumîne bang kir. Gava wî bang kir, min dengê heft guregurên ezmanan bihîst.

4 Gava heft guregurên ezmanan xeber da, min dixwest dest bi nivîsandinê bikim, lê min bihîst ku dengek ji ezmên wisa dibêje: “Tiştên ku heft guregurên ezmanan gotin nenivîse, lê mor bike.” 5 Û melekê ku min li ser behrê* û erdê sekinî dît, destê xwe yê rastê ber bi ezmên ve bilind kir. 6 Û wî bi navê yê ku her û her dijî, û ezman, erd, behr û her tiştê ku di wan de ye çêkirine, sond xwar: “Xwedê wê êdî li bendê nesekine. 7 Lê belê, roja ku melekê heftan hazir be ku li boriya xwe bixe, sira pîroz, a ku Xwedê ji xulamên xwe re, yanî ji pêxemberan re wek mizgînî dabû, wê temam bibe.”

8 Û wî dengê ku min ji ezmên bihîstibû, dîsa bi min re xeber da û wisa got: “Here, û destnivîsa vekirî ji destê melekê ku li ser behrê* û erdê sekinî ye, bistîne.” 9 Ez çûm ba melek û min jê xwest ku ew destnivîsa biçûk bide min. Wî ji min re got: “Bigire û bixwe. Ewê di zikê te de tehl be, lê di devê te de wek hingiv şîrîn be.” 10 Min destnivîsa biçûk ji destê melek stand, û min ew xwar. Û di devê min de ew wek hingiv şîrîn bû, lê di zikê min de ew tehl bû. 11 Û ji min re hat gotin: “Gerek tu dîsa li ser xelk, milet, ziman û gelek hukimdaran pêxembertiyê bikî.”

11 Qamîşekî mîna şivdar ji min re hat dayîn û dengekî got: “Rabe û îbadetgeha Xwedê, qurbangeha wî û yên ku tê de îbadetê dikin, bipîve. 2 Lê hewşa derveyî îbadetgehê bihêle û wê nepîve, çimkî ew ji miletan re hat dayîn. Ewê bajarê pîroz 42 mehan di bin lingên xwe de bipelçiqînin. 3 Ezê wisa bikim ku du şahidên min bi cilên şîngirtinê 1.260 rojî pêxembertiyê bikin.” 4 Ew her du darên zeytûnê û her du şamdank du şahidan temsîl dikin û li ber Xwediyê dinyayê disekinin.

5 Eger kesek bixwaze zerarê bide wan, hingê ji devê wan agir wê derkeve û dijminên wan bixwe. Eger kesek bixwaze zerarê bide wan, ewê bi vî awayî bê kuştin. 6 Serwerî ji wan re hatiye dayîn ku ew ezmanan bigirin, da ku di rojên ku ew pêxembertiyê dikin de baran nebare. Wekî din, serwerî ji wan re hatiye dayîn ku ew avê bikin xwîn û kengê ew bixwazin her cureyê belayê bînin ser rûyê erdê.

7 Gava ew du şahid pêxembertiya xwe bibin serî, heywanê wehşî, yê ku ji çala bêbinî derdikeve, wê bi wan re şer bike. Ewê bi ser bikeve û wan bikuje. 8 Cesedên wan wê li meydana bajarê mezin bin, ê ku jê re bi mecazî Sodom û Misir tê gotin. Efendiyê wan jî li wê derê li ser dar hatibû îdamkirin. 9 Û mirovên ji her xelk, eşîr, ziman û miletî wê sê û nîv roj li cesedên wan binêrin û îznê nedin ku cesedên wan bên defnkirin*. 10 Kesên ku li ser rûyê erdê dijîn wê bi mirina wan dilxweş bin û kêfê bikin. Û ewê hediyeyan ji hevdû re bişînin, çimkî van du pêxemberan ezab dida kesên ku li ser rûyê erdê dijîn.

11 Piştî sê û nîv rojan, ruhê jiyanê ji Xwedê ket hundirê wan, û ew rabûn ser lingên xwe. Tirseke mezin ket dilê kesên ku ew dîtin. 12 Hingê wan dengekî bilind ji ezmên bihîst, ê ku ji wan re got: “Werin jor.” Û li ber çavên dijminên xwe ew di ewr de hilkişiyan ezmên. 13 Di wê saetê de erdhejeke mezin çêbû, û dehyeka bajêr hilweşiya. Ji ber erdhejê 7.000 kes mirin, û yên mayî tirsiyan û rûmet dan Xwedayê ezmanan.

14 “Wey” ya diduyan derbas bû. Û “wey” ya sisêyan zû tê.

15 Melekê heftan li boriya xwe xist. Û li ezmên dengên bilind hatin bihîstin, ên ku digotin: “Hukimdariya dinyayê bûye Hukimdariya Xudanê me û Mesîhê wî, û ewê wek hukimdar her û her hukim bajo.”

16 Û 24 rîspiyên ku li ber Xwedê li ser textên xwe rûniştî bûn, ketin ser çokan û ji Xwedê re îbadet kirin. 17 Wan got: “Şikir ji te re Yehowa, Xwedayê ku qudreta wî bêsînor e, yê ku heye û hebû, çimkî te qudreta xwe ya mezin xist destê xwe û wek hukimdar dest bi hukimajotinê kir.” 18 Lê milet hêrs bûn û xezeba te hat. Û wexta hilbijartî hat ku kesên mirî hukmê xwe bistînin û xulamên te, yanî pêxemberên te, kesên pîroz, kesên ku ji navê te ditirsin, kesên biçûk û mezin, bên xelatkirin û kesên ku dinyayê xera dikin, bên helakkirin.

19 Û îbadetgeha Xwedê ya li ezmanan vebû, û sindoqa peymana wî li îbadetgeha wî hat dîtin. Û birûskan lê da, deng û guregura ezmên hatin bihîstin, û erdhej û zîpikên* mezin çêbûn.

12 Piştî vê yekê li ezmên nîşaneke mezin xuya bû: Jinikeke bi cilên ku wek rojê şewq dida xemilandî bû, û heyv di bin lingên wê de bû, û li ser serê wê taceke ji 12 stêran hebû. 2 Jinik bihemle bû, û ji ber êş û janan dikir qîrîn, çimkî bûyîna zarok nêzîk bûbû.

3 Li ezmên nîşaneke din jî xuya bû. Min ejderekî mezin dît, ê ku rengê wî sor bû û heft serî û deh strûhên wî hebûn, û li ser serên wî heft tac hebûn. 4 Wî bi dûvika* xwe sêyeka stêrên ezmên kişandin û avêtin ser rûyê erdê. Ejder li ber jinika bihemle disekinî û li benda bûyîna zarokê wê bû ku wî daqurtîne.

5 Jinikê kur anî dinyayê, yê ku wê bi gopalê hesin şivantiya hemû miletan bike. Û zarok ji wê hat standin û birin ber Xwedê û textê wî. 6 Lê jinik revî û çû çolê. Li wê derê Xwedê cihek jê re hazir kiribû ku ew 1.260 rojî bê têrkirin.

7 Hingê li ezmên şer çêbû: Mîkaîl* û melekên wî bi ejder re şer kir, û ejder û melekên wî bi wan re şer kir. 8 Lê ew bi ser neketin, û li ezmên êdî ji bo wan cih nema. 9 Ejderê mezin, marê kevnar, ê ku ji wî re Îblîs û Şeytan tê gotin, ê ku temamiya dinyayê dixapîne, hat avêtin ser rûyê erdê. Û melekên wî jî bi wî re hatin avêtin. 10 Û min li ezmên dengekî bilind bihîst, ê ku got:

“Wexta xelasiya* me, hêz û Hukimdariya Xwedayê me û qudreta Mesîh hatiye. Çimkî yê ku birayên me sûcdar dike, yanî yê ku wan şev û roj li ber Xwedayê me sûcdar dike, hatiye avêtin ser rûyê erdê. 11 Ew bi xwîna Berx û bi mizgîniya ku wan belav dikir li hember wî bi ser ketin û hazir bûn ku canê xwe feda bikin*. 12 Ji ber vê yekê dilxweş bin, ya ezmanno û yên ku di wan de dijîn! Lê wey li erdê û li behrê*, çimkî Îblîs daketiye ba we. Xezeba wî mezin e, çimkî ew dizane ku wexta wî kêm e.”

13 Gava ejder dît ku ew hat avêtin ser rûyê erdê, wî zilm li jinika ku kur anîbû, kir. 14 Du baskên qertelê* mezin ji jinikê re hatin dayîn ku ew bifire çolê, li ku derê cihek jê re hat hazirkirin. Li wê derê, ewê dûrî mar yek dem, du deman û nîv demî* bê têrkirin.

15 Mar ji devê xwe av wek çemekî mezin avêt, da ku jinikê bi avê bixeniqîne. 16 Lê erd hat hawara jinikê, devê xwe vekir û çemê ku ji devê ejderê derket, daqurtand. 17 Hingê ejder ji ber jinikê hêrs ket û çû ku bi kesên mayî yên ji zûriyeta wê re şer bike, yên ku emrên Xwedê pêk tînin û ku îşê belavkirina mizgîniya li ser Îsa ji wan re hatiye dayîn.

13 Ejder li ser qûma* behrê* sekinî bû.

Û min heywanekî wehşî dît, ê ku ji behrê derdiket. Deh strûh û heft serên wî hebûn, û li ser strûhên wî deh tac hebûn. Lê li ser serên wî navên kufrê nivîsî bûn. 2 Ew heywanê wehşî, yê ku min dît, mîna piling bû, lê lingên wî mîna lingên hirç bûn, û devê wî mîna devê şêr bû. Û ejder hêza xwe, textê xwe û qudreta xwe ya mezin da heywanê wehşî.

3 Min dît ku yek ji serên heywanê wehşî gelek birîndar bû. Her çi qas wî dikaribû ji ber vê birînê bimire jî, birîna wî qenc bû, û temamiya dinyayê jê re heyran dima û li pey wî diçû. 4 Wan ji ejder re îbadet dikir, çimkî wî qudret dabû destê heywanê wehşî. Û wan ji heywanê wehşî re bi van gotinan îbadet dikir: “Gelo kî mîna heywanê wehşî ye, û kî dikare bi wî re şer bike?” 5 Ji heywanê wehşî re destûr hat dayîn ku ew gotinên qure bibêje û kufir bike. Wekî din, ji wî re destûr hat dayîn ku ew 42 mehan çi bixwaze bike. 6 Û wî dest pê kir ku li dijî Xwedê, navê wî, mala wî û kesên ku li ezmên dijîn kufir bike. 7 Ji wî re destûr hat dayîn ku ew bi pîrozan re şer bike û bi ser bikeve. Û jê re qudret li ser her eşîr, xelk, ziman û miletî hat dayîn. 8 Hemû kesên ku li ser rûyê erdê dijîn wê ji wî re îbadetê bikin. Û navên wan ji dema avakirina dinyayê ve di destnivîsa jiyanê ya Berxê ku hat şerjêkirin de nehatin nivîsîn.

9 Guhên kê hene, bila baş guh bide. 10 Yê ku gerek bibe êsîr, ewê bibe êsîr. Yê ku bi şûr bikuje*, gerek ew bi şûr bê kuştin. Ji ber vê yekê ji pîrozan re tehemul û îman lazim e.

11 Hingê min heywanekî wehşî yê din dît, ê ku ji erdê derdiket. Wek berxek du strûhên wî hebûn, lê wî mîna ejder xeber dida. 12 Û ew li ber çavê heywanê wehşî yê pêşîn hemû qudreta wî bi kar tîne. Û ew zorê li erd û kesên ku li ser rûyê erdê dijîn dike ku ew ji heywanê wehşî yê pêşîn re, yê ku birîna wî qenc bû, îbadetê bikin. 13 Ew li ber mirovan nîşanên mezin çêdike, heta ew ji ezmên êgir tîne ser rûyê erdê.

14 Ew bi nîşanên ku destûra wî hebû ku ew wan li ber çavê heywanê wehşî çêke, mirovên ku li ser rûyê erdê dijîn, dixapîne. Ew ji wan dixwaze ku ew sûretekî heywanê wehşî çêkin, ê ku bi şûr hatibû birîndarkirin, lê dîsa jî sax ma. 15 Jê re destûr hat dayîn ku ew jiyanê* bide sûretê heywanê wehşî, da ku ev sûret bikare xeber bide û kesên ku naxwazin ji wî re îbadetê bikin, bide kuştin.

16 Ew li hemûyan, yên biçûk û mezin, yên dewlemend û feqîr, yên azad û kole, zorê dike ku ew li destê xwe yê rastê yan li ser eniya xwe îşaretekê bistînin. 17 Û ji xeynî yê ku ev îşaret, yanî navê heywanê wehşî yan jî hejmara navê wî li ba wî heye, tu kes wê nikaribe bikire yan bifiroşe. 18 Ji bo fehmkirina vê yekê hîkmet lazim e: Bila kesê fehmdar hejmara heywanê wehşî hesab bike, çimkî ew hejmareke mirovî ye, û hejmara wî 666 e.

14 Min Berx li ser Çiyayê Siyonê sekinî dît, û bi wî re 144.000 kes hebûn, ên ku navê wî û navê Bavê wî li ser eniya wan nivîsî bû. 2 Û min ji ezmên dengek wek dengê xuşexuşa avê û dengê guregura ezmên bihîst. Dengê ku min bihîst wek dengê stranbêjên ku li çengên xwe dixin, bû. 3 Wan li ber text, çar kerûb û rîspiyan kilama ku qey nû bû, digot. Ji xeynî 144.000 kesên ku ji erdê hatibûn kirîn, tu kesî nikaribû vê kilamê hîn bibe. 4 Ew ev kes in, ên ku xwe bi jinan re pîs nekiribû, belê ew kesên bêleke ne*. Berx here ku derê jî, ew bi dewamî li pey wî diçin. Ew ji nav mirovan wek berê pêşîn ji bo Xwedê û Berx hatin kirîn. 5 Tu derew ji devê wan derneket, û ew bêleke ne.

6 Min melekekî din dît, ê ku di nav ezmên de difirî, û mizgîniyeke herheyî li ba wî hebû. Gerek ew vê mizgîniyê bigihîne kesên ku li ser rûyê erdê dijîn, yanî hemû milet, eşîr, ziman û xelkan. 7 Wî bi dengekî bilind digot: “Ji Xwedê bitirsin û rûmetê bidin wî, çimkî saeta ku ewê hukim bide hatiye. Loma ji yê ku erd û ezmên, behr* û kaniyên avê çêkirine re îbadetê bikin.”

8 Li pey wî melekê diduyan dihat û digot: “Babîla Mezin ketiye! Bajarê ku şeraba şehweta* xwe ya bêexlaqiya cinsî ji hemû miletan re daye vexwarin, ketiye!”

9 Melekê sisêyan li pey wan dihat û bi dengekî bilind digot: “Eger kesek ji heywanê wehşî û ji sûretê wî re îbadetê bike û îşaretekê li ser eniya xwe yan destê xwe bistîne, 10 ew kes wê ji şeraba xezeba Xwedê vexwe. Xwedê ev şeraba saf dixe kasa xezeba xwe, û ew kes wê li ber çavê pîrozan û li ber çavê Berx di nav agir û kewkurdê de ezabê bikişîne. 11 Û dûmana ezaba* wan her û her dû dike. Bi şev û roj rehetiya kesên ku ji heywanê wehşî û ji sûretê wî re îbadetê dikin û îşareta navê wî distînin, tune ye. 12 Ji ber vê yekê ji pîrozên ku emrên Xwedê tînin cih û xwe li îmana xwe ya bi Îsa digirin re, tehemul lazim e.”

13 Û min ji ezmên dengek bihîst, ê ku got: “Binivîse: Çi qas dilxweş in kesên ku ji niha û pê vê dimirin û bi Efendiyê me re di yekîtiyê de ne. Ruhê pîroz dibêje ku gerek ew ji karê xwe îstirahetê bikin, çimkî tiştên ku wan kirin nayên jibîrkirin*.”

14 Û min ewrekî spî û yekî mîna kurê mirov li ser ewr rûniştî dît. Li ser serê wî taceke zêrîn hebû û di destê wî de daseke tûj hebû.

15 Melekekî din ji îbadetgehê derket û bi dengekî bilind ji yê ku li ser ewr rûniştî bû re got: “Dasa xwe bavêje û bidirû, çimkî wexta dirûnê hatiye û genimê erdê gihîştiye.” 16 Û yê ku li ser ewr rûniştî bû dasa xwe avêt rûyê erdê, û erd hat dirûn.

17 Piştre melekekî din ji îbadetgeha li ezmên derket, û li ba wî jî daseke tûj hebû.

18 Û melekekî din jî ji qurbangehê derket û li ba wî qudreta li ser êgir hebû. Û wî bi dengekî bilind ji yê ku daseke tûj li ba wî hebû re got: “Dasa xwe ya tûj bavêje û tiriyên mêwa erdê top bike, çimkî ew gihîştine.” 19 Melek dasa xwe avêt rûyê erdê û mêwa erdê top kir û avêt mehsera* mezin a xezeba Xwedê. 20 Tirî li derveyî bajêr hatin pelçiqandin, û ji mehserê xwîn derket û 296 kîlometre* heta lixaba* hespan herikî.

15 Hingê min li ezmên nîşaneke din a mezin û ecêb dît: Heft melek heft belayan tînin. Ev belayên dawîn in, çimkî xezeba Xwedê bi wan temam dibe.

2 Û min tiştekî wek behreke* ji camê dît, a ku bi êgir tevlihev bû. Û min kesên ku li hember heywanê wehşî, sûretê wî û hejmara navê wî bi ser ketin jî dîtin. Ew li ber behra ji camê sekinî bûn, û di destê wan de çengên Xwedê hebûn. 3 Û wan kilama xulamê Xwedê Mûsa û kilama Berx distrandin û digot:

“Ya Yehowa Xwedê, yê ku qudreta te bêsînor e, karên te mezin û ecêb in. Ya Hukimdarê herheyî, rêyên te rast û adil in. 4 Ya Yehowa, kî ji te natirse û rûmetê nade navê te? Çimkî bi tenê tu dilsoz î. Hemû milet wê bên û ji te re îbadetê bikin, çimkî eşkere ye ku hukmên te adil in.”

5 Piştî vê yekê min dît ku li ezmên îbadetgeha konê şahidiyê* vebû. 6 Û heft melekên ku heft belayan tînin ji îbadetgehê derketin. Cilên wan ji kitanê paqij bûn û dibiriqîn, û singên wan bi qayîşa zêrîn pêçayî bû. 7 Yekî ji çar kerûban ji heft melekan re heft tasên zêrîn dan. Ev tas bi xezeba Xwedayê ku her û her dijî ve tije bûn. 8 Û îbadetgeh ji ber rûmeta Xwedê û qudreta wî bi dûman ve tije bû. Heta ku heft belayên heft melekan temam bûn, tu kesî nikaribû bikeve îbadetgehê.

16 Û min ji îbadetgehê dengekî bilind bihîst, ê ku ji heft melekan re got: “Herin û heft tasên xezeba Xwedê birijînin ser erdê.”

2 Melekê pêşîn çû û tasa xwe rijand ser erdê. Hingê bedena mirovên ku ji sûretê heywanê wehşî re îbadet dikir û nîşana wî li ser wan bû bi kunêrên pîs û xerab ve tije bû.

3 Melekê diduyan tasa xwe rijand ser behrê*. Û behr bû mîna xwîna mirovekî mirî, û her tiştê* ku di behrê de dijiya, mir.

4 Melekê sisêyan tasa xwe rijand ser çem û kaniyên avê, û ew bûn xwîn. 5 Û min bihîst ku melekê ku qudreta wî li ser avê hebû, wisa got: “Tu, yê ku heye, hebû û dilsoz e, tu adil î, çimkî te ev hukim dane. 6 Ji ber ku wan xwîna pîrozan û pêxemberan rijandiye, te xwîn da wan ku ew vexwin. Belê, wan ev yek heq kir.” 7 Û min dengek ji qurbangehê bihîst, ê ku got: “Erê, ya Yehowa Xwedê, yê ku qudreta te bêsînor e, hukmên te rast û adil in.”

8 Melekê çaran tasa xwe rijand ser rojê, û ji rojê re destûr hat dayîn ku ew mirovan bişewitîne. 9 Mirov ji ber germiyeke mezin şewitîn, û wan kufir li navê Xwedê kir, ê ku qudreta wî li ser van belayan heye. Wan tobe nekir û rûmet neda wî.

10 Melekê pêncan tasa xwe rijand ser textê heywanê wehşî. Hukimdariya wî tarî bû, û mirovan ji ber êşê zimanê xwe gez dikir. 11 Wan ji ber êş û kunêrên xwe kufir li Xwedayê ezmên kir, û wan ji kirinên xwe tobe nekir.

12 Melekê şeşan tasa xwe rijand ser çemê mezin ê Firatê û ava çem ziwa bû. Bi vî awayî, rê ji bo hukimdarên rojhilatê hat hazirkirin.

13 Min dît ku ji devê ejder, ji devê heywanê wehşî û ji devê pêxemberê sexte sê gotinên nepak* wek beq derketin. 14 Bi eslê xwe, ev gotin ji cinan tên û nîşanan çêdikin. Ew diçin ba hukimdarên temamiya erdê ku wan ji bo şer top bikin, ê ku wê di roja mezin a Xwedayê ku qudreta wî bêsînor e de, çêbe.

15 “Va ye, ez wek diz têm! Çi qas dilxweş e kesê ku hişyar dimîne û serkirasê xwe ji xwe nake, da ku tazî negere û şerma wî neyê dîtin.”

16 Û wan hukimdar li cihê ku jê re bi Îbranî Armagedon* tê gotin, top kirin.

17 Melekê heftan tasa xwe rijand ser hewayê. Hingê dengekî bilind ji textê ku li îbadetgehê ye hat û got: “Çêbû!” 18 Û birûskan lê da, deng û guregura ezmên hat bihîstin û erdhejeke mezin çêbû. Ji dema ku li ser rûyê erdê mirov hene, erdhejeke wisa mezin qet çênebûbû. 19 Bajarê mezin bû sê par, û bajarên miletan wêran bûn. Xwedê Babîla mezin anî bîra xwe ku kasa şeraba hêrs û xezeba xwe bide wê. 20 Hemû girav winda bûn, û çiya nehatin dîtin. 21 Û ji ezmên li ser mirovan zîpikên* mezin bi qasî giraniya talentekê* barîn. Mirovan ji ber belaya zîpikan kufir dikir, çimkî ev bela pir giran bû.

17 Yek ji heft melekan, ê ku heft tas li ba wî hebûn, hat û ji min re got: “Were, ezê nîşanî te bidim ka fahîşeya mezin, a ku li ser gelek avan rûniştî ye, wê çawa ceza bistîne. 2 Hukimdarên dinyayê bi wê re bêexlaqiya cinsî dikir, û mirovên li ser rûyê erdê bi şeraba bêexlaqiya wê ya cinsî serxweş dibûn.”

3 Û melek ez di bin tesîra ruhê pîroz de birim çolê, û li wê derê min jinikeke li ser heywanekî wehşî dît. Rengê wî sor bû, ew bi navên kufrê ve tije bû, û heft serî û deh strûhên wî hebûn. 4 Cilên jinikê binefşî û sor bûn, û ew bi zêr, bi kevirên giranbiha û bi moriyan xemilandî bû. Di destê wê de kaseke zêrîn hebû, û kas tijî tiştên mirdar û tiştên pîs ên bêexlaqiya wê ya cinsî bû. 5 Li ser eniya wê navek nivîsî bû, ev nav sir bû: “Babîla Mezin, diya fahîşeyan û tiştên mirdar ên dinyayê.” 6 Û min dît ku ev jinik bi xwîna pîrozan û bi xwîna şahidên Îsa serxweş bû.

Gava min ew dît, ez gelek şaş mam. 7 Hingê melek ji min re got: “Çima tu şaş dimînî? Ezê sira vê jinikê û heywanê wehşî, yê ku ew li ser rûniştî ye û heft serî û deh strûhên wî hene, ji te re bibêjim: 8 Heywanê wehşî, yê ku te dîtibû, pêşî hebû, lê niha tune ye, ewê di nêzîk de ji çala bêbinî derkeve û ber bi helakbûnê ve here. Û gava mirovên li ser rûyê erdê, yên ku navên wan ji destpêka çêkirina dinyayê ve di kitêba jiyanê de nehatine nivîsîn, bibînin ku heywanê wehşî, yê ku pêşî hebû û paşê tune bû, wê dîsa derkeve, ewê şaş bimînin.

9 Ji bo fehmkirina vê yekê aqil û hîkmet lazim e: Heft serî heft çiyayên ku jinik li ser wan rûniştî ye temsîl dikin. 10 Û ew heft hukimdaran temsîl dikin: Pênc ketin, yek niha heye, û yê din hê nehatiye. Lê gava ew bê, ewê ji bo demeke kin bimîne. 11 Û heywanê wehşî, yê ku hebû, lê niha tune ye, bi xwe jî hukimdarê heştan e. Ew ji heft hukimdaran hatiye û ewê bê helakkirin.

12 Ew deh strûhên ku te dîtibûn deh hukimdarên ku hê hukimdarî nestandiye temsîl dikin. Lê belê, ewê bi heywanê wehşî re ji bo saetekê wek hukimdar hukim bajon. 13 Ji ber ku fikra wan* yek e, ew hêz û serweriya xwe didin heywanê wehşî. 14 Ewê bi Berx re şer bikin, û Berx wê li hember wan bi ser bikeve, çimkî ew Efendiyê efendiyan û Hukimdarê hukimdaran e. Wekî din, yên ku bi wî re ne jî, yanî yên ku hatine gazîkirin û hilbijartin û kesên dilsoz in, wê bi ser bikevin.”

15 Melek ji min re got: “Ew avên ku te dîtin, ên ku fahîşe li ser wan rûniştî ye, mirov, xelk, milet û zimanan temsîl dikin. 16 Û ew deh strûhên ku te dîtin û heywanê wehşî wê ji fahîşeyê nefret bikin. Ewê wê tazî û perîşan bikin, goştê wê bixwin û wê bi temamî bişewitînin. 17 Çimkî Xwedê fikra xwe xist dilê wan ku ew daxwaza wî pêk bînin. Û ewê fikra xwe* bînin cih, yanî serweriya xwe bidin heywanê wehşî heta ku gotinên Xwedê bên cih. 18 Û ew jinika ku te dîtibû bajarê mezin temsîl dike. Ew li ser hukimdarên dinyayê hukim dajo.”

18 Piştî vê yekê, min melekekî din dît, ê ku bi qudreteke mezin ji ezmên daket jêr, û rûyê erdê bi rûmeta wî ronî bû. 2 Û wî bi dengekî bilind got: “Babîla Mezin ketiye! Bajarê ku bûye cihê cinan, ruhên nepak* û hemû teyrên nepak û mirdar, ket! 3 Çimkî ji ber şeraba şehweta* wê ya bêexlaqiya cinsî, hemû milet serxweş bûn. Hukimdarên dinyayê bi wê re ketin bêexlaqiya cinsî, û bazirganên dinyayê bi tiştên biqîmet û giranbiha, yên ku wê bê şermî bi dest xistine, dewlemend bûn.”

4 Û min ji ezmên dengekî din bihîst, ê ku got: “Ya xelkê min, ji wê derkevin, da ku hûn nebin hevparên gunehên wê, û belayên ku wê bên serê wê neyên serê we. 5 Çimkî gunehên wê gihîştine heta ezmên, û Xwedê wê ji ber kirinên wê yên xerab hukmê wê bide. 6 Tiştên ku wê anîn serê kesên din, hûn jî bînin serê wê. Erê, hemû tiştên ku wê kirine, hûn du qat lê vegerînin. Kasa ku wê hazir kiriye, hûn du qat zêdetir ji bo wê hazir bikin. 7 Bi qasî ku wê xwe birûmet dikir û di dewlemendiya bê şerm de dijiya, hûn ew qas cefa û şînê bidin wê. Çimkî ew di dilê xwe de dibêje: ‘Ez melîke me, ez ne jinebî me, û ezê tu car şînê negirim.’ 8 Loma belayên wê, yanî mirin, şîn û xela, wê di rojekê de bên serê wê. Û ewê bi temamî bi êgir bê şewitandin, çimkî Yehowa Xwedê, yê ku hukmê wê daye, biqudret e.

9 Û gava hukimdarên dinyayê, yên ku bi wê re diketin bêexlaqiya cinsî û bi wê re di dewlemendiya bêşerm de dijiyan, dûmana şewitandina wê bibînin, ewê ji ber wê bigirîn, şînê bigirin û li singên xwe bixin. 10 Ji ber tirsa ku ewê wek wê cefayê bikişînin, ewê dûr bisekinin û bibêjin: ‘Wax, wax, bajarê mezin û xurt Babîl! Çimkî hukmê te di saetekê de hat dayîn.’

11 Wekî din, bazirganên dinyayê wê ji ber wê bigirîn û şînê bigirin, çimkî tu kes wê êdî tiştên wan nekire: 12 Zêr, zîv, kevirên giranbiha, morî, kitan, qumaşên binefşî û sor, herîr, her tiştê ku ji darê bêhnxweş, diranê fîlan, darên biqîmet, tûnc, hesin û mermer hatiye çêkirin. 13 Wekî din, darçîn, biharat, bixûr, zeyta bêhnxweş, bixûrê spî, şerab, zeyt, arê baş, genim, dewar, mî, hesp, erebe, kole û mirov. 14 Erê, berê qenc, ê ku dilê te diçû ser wê, ji te hat standin. Û te hemû tiştên xweş û biqîmet winda kirine û tuyê wan tu caran nebînî.

15 Bazirganên ku ev tişt difirotin û bi alîkariya wê dewlemend bûn ji ber tirsa ku ewê wek wê cefayê bikişînin, ewê dûr bisekinin, bigirîn, şînê bigirin 16 û bibêjin: ‘Wax, wax, bajarê mezin, ê ku bi kitan, bi cilên binefşî û sor, bi zêr, kevirên giranbiha û moriyan xemilandî ye! 17 Çimkî di saetekê de dewlemendiyeke ew qas mezin tune bû.’

Her kaptanê gemiyê, her rêwiyê ku bi gemiyê diçe, gemîvan û her kesê ku bi îşê behrê* debara xwe dike, dûr sekinî. 18 Û gava wan dûmana şewitandina wê dît, wan bi dengekî bilind got: ‘Ma kîjan bajar mîna vî bajarê mezin e?’ 19 Wan xwelî li serê xwe kir, giriyan, şîn girtin û bi dengekî bilind gotin: ‘Wax, wax, bajarê mezin, ê ku bi alîkariya wê hemû xwediyên gemiyan dewlemend bûn, çimkî di saetekê de ew wêran bû!’

20 Ey ezmanno, ji ber tiştên ku hatin serê wê kêfxweş bin! Û hûn jî, ey kesên pîroz, şandî û pêxember, kêfxweş bin, çimkî ji bo xatirê we Xwedê hukmê wê daye!”

21 Hingê melekekî biqudret kevirekî mezin wek kevirê aş* rakir, avêt nav behrê* û got: “Bajarê mezin Babîl jî wê bi eynî awayî bê avêtin nav behrê û êdî tu caran neyê dîtin. 22 Û êdî dengê stranbêjên ku li çengê dixin, muzîkvan, bilûrvan û borîvanan wê di Babîlê de neyê bihîstin. Wekî din, tu kes wê êdî di vî bajarî de îş neke, û dengê kevirên aş wê tê de qet neyê bihîstin. 23 Êdî tu ronahiya qendîlan wê di vî bajarî de şewq nede, û dengê bûk û zava jî wê jê neyê bihîstin. Çimkî bazirganên te zilamên herî bi nav û deng bûn, û ji ber sêrbaziya te hemû milet ji rê derketin. 24 Erê, xwîna pêxemberan, kesên pîroz û hemû kesên ku li ser rûyê erdê hatin şerjêkirin di vî bajarî de hat dîtin.”

19 Piştî vê yekê, min ji ezmên dengekî bilind bihîst, ê ku wek dengê gelekan bû. Wan got: “Pesnê Yah* bidin! Xelasî*, rûmet û qudret ên Xwedayê me ne, 2 çimkî hukmên wî rast û adil in. Wî hukmê fahîşeya mezin da, ya ku dinya bi bêexlaqiya xwe ya cinsî xera kiriye. Û wî heyfa xwîna xulamên xwe ji destê wê hilanî”. 3 Piştî vê yekê, wan cara diduyan got: “Pesnê Yah* bidin! Dûmana ku ji bajêr tê, her û her bilind dibe.”

4 Û 24 rîspî û çar kerûb ketin ser çokan û ji Xwedayê ku li ser text rûniştî ye re îbadet kirin û gotin: “Amîn! Pesnê Yah* bidin!”

5 Wekî din, dengek ji text hat û got: “Ey hûn, hemû xulamên wî, yên biçûk û mezin, ên ku ji wî ditirsin, pesnê Xwedayê me bidin.”

6 Û min dengekî wek dengê gelekan, dengê xûşexûşa avê û dengê guregura ezmên bihîst. Wan digot: “Pesnê Yah* bidin, çimkî Xwedayê me Yehowa, yê ku qudreta wî bêsînor e, dest bi hukimdariyê kiriye! 7 Bila em kêfxweş û dilgeş bin û rûmetê bidin wî, çimkî wexta daweta Berx hatiye û bûka wî xwe hazir kiriye. 8 Ji bûkê re îzin hat dayîn ku ew cilê ji kitanê paqij, ê ku dibiriqe li xwe bike. Ev kitan kirinên rast ên pîrozan temsîl dike.”

9 Hingê melek ji min re got: “Binivîse: Çi qas dilxweş in yên ku ji bo şîva daweta Berx hatine gazîkirin.” Wekî din, wî ji min re got: “Ev gotin, gotinên rast ên Xwedê ne.” 10 Û ez li ber wî ketim ser çokan ku ji wî re îbadetê bikim. Lê wî ji min re got: “Tu çi dikî? Wisa neke! Ez wek te û birayên te xulam im û mizgîniya li ser Îsa belav dikim. Tenê ji Xwedê re îbadetê bike! Çimkî armanca pêxembertiyan ev e ku mizgîniya li ser Îsa bê belavkirin.”

11 Min ezman vekirî dît û li wê derê hespekî boz hebû. Ji siwarê wî re Yê Dilsoz û Rast tê gotin. Hukmê wî adil e, û ew bi edalet şer dike. 12 Çavên wî wek pêta êgir in, û li ser serê wî gelek tac hene. Li ser wî navekî ku ji xeynî wî tu kes nizane, nivîsî ye. 13 Cilên wî bi xwîn bûn, û ji wî re Peyva Xwedê tê gotin. 14 Wekî din, ordiyên ezmên bi cilên ji kitanê spî û paqij li ser hespên boz li pey wî dihatin. 15 Ji devê wî şûrekî dirêj û tûj derdikeve ku li miletan bixe, û ewê bi gopalê hesin şivantiya wan bike. Wekî din, ew bi xezeba Xwedayê ku qudreta wî bêsînor e di mehserê* de tirî dipelçiqîne. 16 Li ser serkirasê wî û li ser ranê wî navek nivîsî ye: Hukimdarê hukimdaran û Efendiyê efendiyan.

17 Wekî din, min melekekî ku li ber rojê sekinî bû dît. Wî bi dengekî bilind gazî kir û ji hemû teyrên ku di nav ezmên de difirîn re got: “Werin û ji bo şîva mezin a Xwedê top bibin. 18 Û goştê hukimdaran, goştê fermandarên eskeran, goştê zilamên xurt, goştê hespan û siwarên wan, û goştê hemûyan, hem kesên azad û kole hem jî kesên biçûk û mezin, bixwin.”

19 Û min dît ku heywanê wehşî û hukimdarên dinyayê bi ordiyên xwe re li hev top bûne, da ku li hember yê ku li ser hesp siwarbûyî ye û ordiya wî şer bikin. 20 Û heywanê wehşî û pêxemberê sexte, yê ku li ber wî nîşan çêdikirin, hatin girtin. Bi van nîşanan, pêxemberê sexte kesên ku ji heywanê wehşî nîşan standin û kesên ku ji sûretê wî re îbadet dikirin, xapandin. Ev her du sax hatin avêtin nav gola êgir, a ku bi kewkurdê dişewite. 21 Lê kesên mayî bi şûrê dirêj, ê ku ji devê siwarê hesp derdiket, hatin kuştin. Hemû teyr ji goştê wan têr bûn.

20 Min melekek dît, ê ku ji ezmên daket jêr, û di destê wî de mifteya* çala bêbinî û zincîreke mezin hebû. 2 Wî ejder, marê kevnar, ê ku Îblîs û Şeytan e, girt û ji bo 1.000 salî girêda. 3 Melek ew avêt çala bêbinî, çal girt û mor kir, da ku ew miletan nexapîne heta ku 1.000 sal temam bibin. Piştî vê yekê, gerek ew ji bo demeke kin bê berdan.

4 Û min text dîtin, û ji kesên ku li ser wan rûniştî bûn re qudret hat dayîn ku ew hukim bidin. Min canê wan kesan dît, ên ku hatibûn îdamkirin ji ber ku wan mizgîniya li ser Îsa belav dikir û li ser Xwedê xeber dida. Wan ne ji heywanê wehşî ne jî ji sûretê wî re îbadet dikir. Û wan li ser eniya xwe û li ser destê xwe nîşan nestandibû. Ew vegeriyan jiyanê, û wan bi Mesîh re 1.000 sal hukimdarî kir. 5 (Gava 1.000 sal temam bûn, miriyên mayî vegeriyan jiyanê.) Ev rabûna miriyan a pêşîn bû. 6 Çi qas dilxweş û pîroz in yên ku di dema rabûna miriyan a pêşîn de ji mirinê rabin. Li ser wan qeweta mirina diduyan tune ye. Ewê bibin kahînên Xwedê û Mesîh, û ewê bi wî re wek hukimdar 1.000 salî hukimdariyê bikin.

7 Gava 1.000 sal temam bibin, Şeytan wê ji hebsê bê berdan. 8 Ewê derkeve ku miletên ji çar kujên dinyayê, yanî Gog û Magog, bixapîne û wan ji bo şer top bike. Hejmara wan wek qûma* behrê* ye. 9 Ew li seranserê erdê belav bûn, û wan dora cihê pîrozan û bajarê ku Xwedê jê hez dike girtin. Lê ji ezmên agir hat û ew tune kirin. 10 Û Îblîsê ku ew dixapandin hat avêtin nav gola agir û kewkurdê, cihê ku heywanê wehşî û pêxemberê sexte jixwe li wê derê bûn. Û ewê bi şev û roj her û her ezabê bikişînin*.

11 Û min textekî mezin ê spî û yê ku li ser wî rûniştî bû dît. Erd û ezman ji ber wî reviyan, û ji bo wan êdî cihek tune bû. 12 Min yên mirî, yên biçûk û mezin, li ber text sekinî dîtin, û destnivîs hatin vekirin. Lê destnivîseke din vebû, ew destnivîsa jiyanê ye. Û kesên mirî li gor kirinên xwe, yên ku di destnivîsan de nivîsî bûn, hukmê xwe stand. 13 Behrê* kesên ku tê de mirî bûn dan, mirin û Gorê* kesên ku di wan de mirî bûn dan. Her kesî li gor kirinên xwe hukmê xwe stand. 14 Hingê mirin û Gor hatin avêtin nav gola êgir. Gola êgir mirina diduyan temsîl dike. 15 Û her kesê ku navê wî di kitêba jiyanê de ne nivîsî bû hat avêtin nav gola êgir.

21 Min erdeke nû û ezmanekî nû dît, çimkî erd û ezmanê kevn derbas bûn, û êdî behr* tune bû. 2 Wekî din, min dît ku bajarê pîroz, yanî Orşelîma Nû, ji ba Xwedê ji ezmên dadiket jêr. Ew wek bûka ku xwe ji bo zava xemilandiye hazir bû. 3 Hingê min ji text dengekî bilind bihîst, ê ku got: “Va ye, konê Xwedê di nav mirovan de ye, û ewê bi wan re bijî. Mirov wê bibin xelkê wî, û ewê bi wan re be. 4 Û Xwedê wê hemû hêstirên çavên wan paqij bike û êdî mirin wê tune be. Êdî ne şîn û girîn, ne jî êş û elem wê hebin. Tiştên berê derbas bûne.”

5 Yê ku li ser text rûniştî ye got: “Va ye, ez her tiştî nû çêdikim!” Wekî din, wî got: “Binivîse, çimkî ev gotin rast û pêbawer in.” 6 Wî ji min re got: “Ev gotin hatine cih! Ez Alfa û Omega*, destpêk û dawî me. Ezê ava ji kaniya ava jiyanê belaş bidim her kesê ku tî ye. 7 Yê ku bi ser bikeve, ewê van hemû tiştan mîras bistîne. Ezê bibim Xwedayê wî, û ewê bibe kurê min. 8 Lê yên tirsonek, yên bêbawer, yên pîs û mirdar, yên mêrkuj, yên ku bêexlaqiya cinsî dikin, yên ku sêrbaziyê dikin, yên pûtperest û hemû derewkar, gola agir û kewkurdê li benda wan e. Ev yek mirina diduyan temsîl dike.”

9 Yek ji heft melekan, ên ku li ba wan heft tasên tijî heft belayên dawîn hebûn, hat û ji min re got: “Were, ezê bûkê nîşanî te bidim, a ku wê bibe jina Berx.” 10 Îcar wî ez bi destê ruh birim çiyayekî mezin û bilind, û wî bajarê pîroz Orşelîm, ê ku ji ba Xwedê ji ezmên dadiket xwarê, nîşanî min da. 11 Û vî bajarî rûmeta Xwedê şewq dida. Ew wek kevirê herî biqîmet dibiriqî, yanî wek kevirê yaspîs, ê ku wek krîstalê dibiriqê. 12 Sûrên bajêr mezin û bilind bûn, û 12 dergehên wî hebûn û li ber wan 12 melek sekinî bûn. Li ser dergeh navên 12 eşîrên kurên Îsraîl nivîsî bûn. 13 Li aliyê rojhilatê sê dergeh, li aliyê bakur sê dergeh, li aliyê başûr sê dergeh û li aliyê rojavayê sê dergeh hebûn. 14 Bingeha sûrên bajêr ji 12 keviran bû, û 12 navên 12 şandiyên Berx li ser van keviran nivîsî bûn.

15 Di destê melekê ku bi min re xeber dida de qamîşekî zêrîn hebû ji bo ku ew bajar, dergeh û sûrên wî bipîve. 16 Şeklê bajêr çargoşe bû, dirêjahî û firehiya wî eynî bûn. Û melek bajar bi qamîş pîvand, û bajêr teqrîben 2.220 kîlometre* bû. Dirêjahî, firehî û bilindahiya wî eynî bûn. 17 Wekî din, wî sûrên bajêr jî pîvand, û bilindahiya wî teqrîben 64 metre* bû. Ev pîvan li gor pîvana mirovan bû û eynî li gor pîvana melekan bû. 18 Sûrên bajêr ji kevirê yaspîs bûn, û bajêr ji zêrê xas wek cama zelal bû. 19 Bingehên sûrên bajêr bi her cure kevirên biqîmet xemilandî bûn: Bingeha pêşîn kevirê yaspîs bû, ya diduyan safîr, ya sisêyan eqîqê spî, ya çaran zimrûd, 20 ya pêncan eqîqê qehweyî, ya şeşan kevirê sor, ya heftan krîzolît, ya heştan berîl, ya nehan topaz, ya dehan krîzopraz, ya yanzdehan zîrkonê şîn û ya diwanzdehan ametîst. 21 Wekî din, 12 dergeh 12 morî bûn, her dergeh ji yek moriyê bû. Kolana sereke ya bajêr ji zêrê xas wek camê zelal bû.

22 Min di bajêr de îbadetgeh nedît, çimkî Yehowa Xwedê, yê ku qudreta wî bêsînor e, û Berx îbadetgeha wî ne. 23 Ne hewce ye ku roj û heyv bajêr ronahî bikin, çimkî rûmeta Xwedê bajêr ronahî dike, û Berx qendîla wî ye. 24 Milet wê di ronahiya bajêr de bimeşin, û hukimdarên dinyayê wê rûmeta xwe bînin nav wî. 25 Dergehên bajêr wê di nava rojê de qet neyên girtin, çimkî li wê derê nabe şev. 26 Û rûmet û hurmeta miletan wê bikeve nav bajêr. 27 Lê tu tiştê mirdar û tu kesê ku tiştên pîs û hîleyan dike wê nekevin nav bajêr. Bi tenê yên ku navê wan di destnivîsa jiyanê de, ya ku aîdî Berx e, nivîsî ye wê bikevin vî bajarî.

22 Û melek çemê ava jiyanê nîşanî min da. Ev çem wek krîstalê zelal bû, û ji textê Xwedê û Berx dihat, 2 û di nava kolana sereke ya bajêr de diherikî. Li her du aliyên çem darên jiyanê hebûn. Wan her meh carek, yanî salê 12 car ber dida. Û pelên daran ji bo qencbûna miletan bûn.

3 Xwedê wê tu caran lanet li bajêr neke. Lê textê Xwedê û Berx wê di nav bajêr de be, û xulamên wî wê ji wî re xizmeta pîroz bikin. 4 Û ewê rûyê wî bibînin, û navê wî wê li ser eniya wan be. 5 Wekî din, êdî nabe şev, û hewceya wan ne bi ronahiya qendîlekê ne jî bi ronahiya rojê heye, çimkî Yehowa Xwedê wê li ser wan ronahiyê birijîne, û ewê her û her wek hukimdar hukim bajon.

6 Melek ji min re got: “Ev gotin rast û pêbawer in. Erê, Yehowa Xwedê, yê ku bi destê pêxemberan xeber dide, melekê xwe şand ku tiştên ku gerek di nêzîk de çêbin, nîşanî xulamên xwe bide. 7 Ezê zû bêm. Çi qas dilxweş e kesê ku xwe li gotinên pêxembertiyê, yên ku di vê destnivîsê de ne, digire.”

8 Ez Yûhena, min ev tişt bihîstin û dîtin. Gava min ew bihîstin û dîtin, ez li ber lingên melekê ku ev tişt nîşanî min dan ketim ser çokan ku ji wî re îbadetê bikim. 9 Lê wî ji min re got: “Tu çi dikî? Wisa neke! Ez wek te, wek birayên te yên pêxember û yên ku xwe li gotinên vê destnivîsê digirin, xulam im. Tenê ji Xwedê re îbadetê bike!”

10 Wekî din, wî ji min re got: “Gotinên pêxembertiyê yên vê destnivîsê mor neke, çimkî wexta hilbijartî nêzîk e. 11 Yê ku neheqiyê dike bila di neheqiya xwe de bimîne, û yê ku pîs e bila di pîsîtiya xwe de bimîne. Lê yê rastdar bila di rastdariya xwe de bimîne, û yê pîroz bila di pîroziya xwe de bimîne.

12 ‘Ezê zû bêm, û ezê li gor kirinên her yekî heqê wî bidim wî. 13 Ez Alfa û Omega*, yê pêşîn û yê paşîn, destpêk û dawîn im. 14 Çi qas dilxweş in yên ku xeftanên xwe dişon, da ku heqê wan hebe ku ji darên jiyanê bixwin û di dergehên bajêr re bikevin hundir. 15 Îzna kûçikan*, yên ku sêrbaziyê dikin, yên ku bêexlaqiya cinsî dikin, mêrkuj, pûtperest û her kesê ku ji derewan hez dike û derewan dike tune ye ku bikevin nav bajêr.’

16 ‘Ez Îsa, min melekê xwe şand ku ew ji bo civatan şahidiya van tiştan bike. Kok û zuriyeta Dawid û stêra sibehê ya şewqdar ez im.’”

17 Ruh û bûk dibêjin: “Were!” Û her kesê ku vê yekê dibihîze bila bibêje: “Were!” Û her kesê ku tî ye bila were. Û her kesê ku dixwaze bila ava jiyanê belaş bistîne.

18 “Ez ji her kesê ku gotinên pêxembertiyê yên ku di vê destnivîsê de ne dibihîze re şahidiyê dikim: Eger kesek tiştekî li van gotinan zêde bike, Xwedê wê belayên ku di vê destnivîsê de nivîsî ne, bîne serê wî. 19 Û eger kesek tiştekî ji gotinên vê destnivîsê kêm bike, Xwedê wê li gor gotinên vê destnivîsê heqê wî ku ew ji darên jiyanê bixwe û bikeve hundirê bajêr, ji wî bistîne.

20 Yê ku şahidiya van tiştan dike dibêje: ‘Erê, ezê zû bêm.’”

“Amîn! Were, ya Efendiyê me Îsa!”

21 Bila kerema Efendiyê me Îsa li ser pîrozan be.

Yanî eşkerekirin.

Di alfabeya Yûnanî de “Alfa” herfa pêşîn û “Omega” herfa dawîn e.

Yan “kilîdên”.

Yan “Hades”. Cihekî mecazî ku mirî li wê derê ne.

Yan “kenîşteya”.

Bi herfî “taca jiyanê”.

Yan “hîsên kûr”.

Bi herfî “xîş nekim”.

Yan “kilîda”.

Yan “kenîşteya”.

Bi herfî “taca te”.

Navekî Îsa ye û temsîl dike ku wî çi kir.

Yan “afirîna”.

Yan “deryayeke”.

Yan “eyloyê”.

Yan “terazî”.

Yanî hespekî ku rengê wî wek rengê nexweşan bû.

Yan “Hades”. Cihekî mecazî ku mirî li wê derê ne.

Yanî cilên reş, ên ku ji pirçên heywanan hatibûn çêkirin.

Yan “li deryayê”.

Yan “Rizgariya”.

Bi herfî “agirê”.

Yan “teyrok”.

Yan “deryayê”.

Yan “eyloyeke”.

Yan “kilîda”.

Yan “boçikên”.

Tê maneya “Helak”.

Tê maneya “Yê ku helak dike”.

Yanî 200 milyon.

Yan “boçikên”.

Yan “deryayê”.

Yan “deryayê”.

Yan “deryayê”.

Yan “veşartin; binaxkirin”.

Yan “teyrokên”.

Yan “boçika”.

Ev nav tê maneya “Kî wek Xwedê ye?”.

Yan “rizgariya”.

Bi herfî “ji canê xwe hez nedikirin”.

Yan “deryayê”.

Yan “eyloyê”.

Yanî sê û nîv deman.

Yan “xîza; remla”.

Yan “deryayê”.

Yan belkî “Yê ku gerek bi şûr bê kuştin”.

Bi herfî “nefesê”.

Yan “qet neketibûn eleqeyên cinsî”.

Yan “derya”.

Yan “hêrsa”.

Yan “girtina; hebskirina”.

Bi herfî “tiştên ku wan kirin bi wan re diçin”.

Cihê ji bo pelçiqandina tiriyan.

Bi herfî “1.600 stadyon”. 1 stadyonê dikir 185 metre.

Yan “gema; bizmika”.

Yan “deryayeke”.

Yan “konê ku nîşan dida ku Xwedê bi wan re bû”.

Yan “deryayê”.

Bi herfî “can”.

Yan “ruhên nepak”.

Tê maneya Çiyayê Megîdoyê.

Yan “teyrokên”.

1 talenta Yûnanî dikir 20,4 kg.

Yan “armanca wan”.

Yan “armanca xwe”.

Yan belkî “hilm; xeberên sexte”.

Yan “hêrsa”.

Yan “deryayê”.

Kevirekî mezin ku ji bo hêrandina genim dihat bikaranîn.

Yan “deryayê”.

Yan “Halêlûya”. “Yah” formeke kin a navê Yehowa ye.

Yan “Rizgarî”.

Yan “Halêlûya”. “Yah” formeke kin a navê Yehowa ye.

Yan “Halêlûya”. “Yah” formeke kin a navê Yehowa ye.

Yan “Halêlûya”. “Yah” formeke kin a navê Yehowa ye.

Cihê ji bo pelçiqandina tiriyan.

Yan “kilîda”.

Yan “xîza; remla”.

Yan “deryayê”.

Yan “bên girtin; bên hebskirin”.

Yan “Deryayê”.

Yan “Hades”. Cihekî mecazî ku mirî li wê derê ne.

Yan “derya”.

Di alfabeya Yûnanî de “Alfa” herfa pêşîn û “Omega” herfa dawîn e.

Bi herfî “12.000 stadyon”. 1 stadyonê dikir 185 metre.

Bi herfî “144 arşîn”.

Di alfabeya Yûnanî de “Alfa” herfa pêşîn û “Omega” herfa dawîn e.

Yanî kesên ku kirinên wan di çavê Xwedê de pîs in.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne