PIRSÊN JI BO KESÊN KU DIXWAZIN BIN AV BIBIN
Qisim 1: Baweriyên Şagirtên Îsa
Bi saya kursa Kitêba Pîroz, tu rastiyê elimiyî. Wekî din, tu hîn bûyî ku tu çawa dikarî dostaniya Yehowa bi dest bixî û di bin Padîşahiya Xwedê de heta bi hetayê li ceneta li rûyê erdê bijî. Baweriya te ya bi gotinên Xwedê xurttir bûye, û bi destê hevaltiya te ya bi civatê re, te gelek bereket stendine. Te bi xwe dîtiye ku Yehowa îro çawa piştgiriya xizmetkarên xwe dike (Zek. 8:23).
Gava tu xwe ji bo binavbûnê hazir dikî, kalên civatê wê baweriyên esasî yên Şagirtên Îsa bi te re dubare bikin (Îbr. 6:1-3). Her ku tu xîret bikî ku tu Yehowa zêdetir nas bikî, bila ew te her tim bibereket bike û xelata sozdayî bide te (Yûh. 17:3).
Tu çima dixwazî bin av bibî?
Yehowa kî ye?
“Li jor li ezmanan û li jêr li erdê XUDAN, ew Xwedê ye; wekî din nîne” (5. Mû. 4:39).
“Bila mirov zanibin ku tu – ku navê te Yehowa ye – li ser tevahiya erdê yê herî bilind tenê tu yî” (Zeb. 83:18, NWT).
Çima muhîm e ku tu navê Xwedê bînî zimên?
“Hûn bi vî awayî dua bikin: Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be” (Met. 6:9).
“Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe” (Rom. 10:13).
Li gor Kitêba Pîroz, hin taybetiyên Yehowa çi ne?
“Xwedayê abadîn, XUDAN, ... nîçikên dinê afirandiye” (Îşa. 40:28).
“Bavê me yê li ezmanan” (Met. 6:9).
“Xwedê hezkirin e” (1. Yûh. 4:8).
Tu dikarî çi bidî Yehowa Xwedê?
“Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû fêmdariya xwe û bi hemû hêza xwe hez bike” (Mar. 12:30).
“Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike” (Lûqa 4:8).
Tu çima dixwazî ji Yehowa re dilsoz bimînî?
“Lawê min, bi zaniyarî bike ku, bila dilê min kêfxweş bibe, da ku, bersivê bidim yê ku min dişermîne” (Mtl. 27:11).
Gerek em ji kê re dua bikin, û bi navê kê?
“Bi rastî ez [Îsa] ji we re dibêjim, hûn bi navê min her çi ji Bav bixwazin, ewê bide we” (Yûh. 16:23).
Em dikarin ji bo çi dua bikin?
“Hûn bi vî awayî dua bikin: Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be. Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih. Nanê me yê rojane roj bi roj bide me. Û li deynên me bibihûre, wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine. Û me nebe ceribandinê, lê me ji Yê Xerab xilas bike” (Met. 6:9-13).
“Cesareta me ya li ber wî ev e: Çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me” (1. Yûh. 5:14).
Yehowa guh nade kîjan duayan?
“Li wê demê, ewê ji Yehowa re bikin hawar, lê belê ewê cewabê nede wan. Seba kirinên wan ên xerab, ewê pişta xwe bide wan” (Mîka 3:4, NWT).
“Çavên Xudan li ser yên rast in û guhên wî ji bo duayên wan vekirî ne. Lê rûyê Xudan li hember xerabkaran e” (1. Ptr. 3:12).
Îsa Mesîh kî ye?
“Tu Mesîh î, Kurê Xwedê yî” (Yûh. 11:27).
Îsa Mesîh ji bo çi hat dinyayê?
“Kurê Mirov jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bide” (Met. 20:28).
“Divê ez [Îsa] Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bidim bajarên din jî, çimkî ez ji bo vê yekê hatime şandin” (Lûqa 4:43).
Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji bo qurbanbûna Îsa şikurdar î?
“Ew ji bo hemûyan mir, da ku yên dijîn êdî ne ji bo xwe, lê belê ji bo wî yê ku ji bo wan mir û hat rakirin, bijîn” (2. Kor. 5:15).
Çi otorîte ji Îsa re hatiye dayîn?
“Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn” (Met. 28:18).
“Xwedê ew gelek bilind kir û navê di ser her navî re da wî” (Flp. 2:9).
Gelo tu bawer dikî ku Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa “xulamê dilsoz û şehreza” ye, yê ku ji aliyê Îsa ve hatiye tayîn kirin?
“Xulamê dilsoz û şehreza kî ye? Ewê ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan” (Met. 24:45).
Em ji ku dizanin ku ruhê pîroz ne kes e?
“Milyaket lê vegerand û got: ‘Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya wî Yê Herî Berz. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê Xwedê bê gotin’” (Lûqa 1:35).
“Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê ezmanî hê çiqas bêtir wê Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13).
Yehowa ruhê pîroz çawa bi kar tîne?
“Ezman bi peyva Xudan, roj û heyv û stêr, bi hilma wî hatin afiran” (Zeb. 33:6).
“Gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û ... heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min” (Kar. 1:8).
“Tu pêxemberîtiya Nivîsara Pîroz ne ji şîrovekirina ji ber xwe çêkirî ye. Çimkî pêxemberîtî tu caran bi daxwaza mirov nehatiye; lê belê mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine” (2. Ptr. 1:20, 21).
Padîşahiya Xwedê çi ye?
“Di rojên wan padîşahan de, wê Xwedayê Ezmanan padîşahiyeke wiha ava bike ku tu caran hilneweşe û qet nekeve destê gelên din. Wê ev padîşahî, hemû padîşahiyan perçe bike, biqedîne û wê herdem li ser piyan bimîne” (Dan. 2:44).
Tuyê ji Padîşahiya Xwedê çi feydeyan bibînî?
“Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê bihûrîn” (Pey. 21:4).
Tu ji ku dizanî ku wexta ku tuyê bereketên Padîşahiyê bistînî nêzik e?
“Şagirtên wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: ‘Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?’ Îsa bersîva wan da û got: ‘... Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin. Û wê li cih cihan xela û erdhejîn çêbin. Û ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê’” (Met. 24:3, 4, 7, 14).
“Di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên. Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesinker, pozbilind, çêrker, neguhdarên dê û bavan, nankor, nepak, bêdilovanî, bêrehm, buxtankar, çilek, har, neyarên qenciyê, xayîn, rikdar, qure û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin. Wê şiklê jiyana xwedayî nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin. Tu xwe ji yên weha dûr bixe” (2. Tîm. 3:1-5).
Tu çawa dikarî nîşan bidî ku Padîşahiya Xwedê ji bo te muhîm e?
“Hûn berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin” (Met. 6:33).
“Îsa ji şagirtên xwe re got: ‘Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje [dîreka] xwe û li pey min bê’” (Met. 16:24).
Îblîs Şeytan û cin kî ne?
“Hûn ji bavê xwe Îblîs in ... Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû” (Yûh. 8:44).
“Ejderê mezin yê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin ê ku hemû dinya xapandiye, ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê” (Pey. 12:9).
Şeytan li ser Yehowa û xizmetkarên wî çi iftîra avêtin?
“Hewayê wisa cewab da: ‘Em dikarin ji mêweya darên baxçe bixwin. Lê ji bo mêweya dara ku di nava baxçe de ye Xwedê wisa got: “Jê nexwin, û dest nedin wê, ku hûn nemirin.”’ Û mar ji pîrekê re got: ‘Hûn qet namirin. Çimkî Xwedê dizane ku roja ku hûn ji mêweya vê darê bixwin, çavên we wê vebin û hûnê bibin mîna Xwedê û qencî û xerabiyê bizanin’” (1. Mû. 3:2-5, NWT).
“Îblîs, bersivê da XUDAN û got: ‘Dêvla çerman çerm; belê, mirov bona canê xwe, heger çiyî wî hebe, dide’” (Eyûb 2:4).
Tu çawa dikarî îsbat bikî ku îdîayên Şeytan ne rast in?
“Bi hemûya dil ... ji [Xwedê] re qûlitiyê bike” (1. Dîr. 28:9).
“Heta ku ez hilma xwe yî dawîn bidim, ez ê bêsûciya [dilrastiya] xwe ji xwe ve neqetînim!” (Eyûb 27:5).
Însan çima dimirin?
“Çawa bi saya yek mirovî guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wisa jî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan jî guneh kir” (Rom. 5:12).
Halê miriyan çi ye?
“Yên ku dijîn dizanin ku dê bimirin; lê belê mirî bi tiştekî nizanin” (Waiz 9:5).
Ji bo miriyan çi hêvî heye?
“Wext tê ku hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin û derkevin” (Yûh. 5:28, 29).
Çend kes wê li ezmanan bi Îsa re hikum bajon?
“Min dît ku va ye, Berx li ser Çiyayê Siyonê disekinî û bi wî re sed û çil û çar hezar mirov hebûn ku li ser eniya wan navê wî û navê Bavê wî nivîsî bûn” (Pey. 14:1).