KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • ds r. 28-48
  • Qisim 2: Jiyana Şagirtên Îsa

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Qisim 2: Jiyana Şagirtên Îsa
  • ‘Herin, Mirovan Bikin Şagirt û Wan Bin Av Bikin’
‘Herin, Mirovan Bikin Şagirt û Wan Bin Av Bikin’
ds r. 28-48

PIRSÊN JI BO KESÊN KU DIXWAZIN BIN AV BIBIN

Qisim 2: Jiyana Şagirtên Îsa

Ji lêkolîna Kitêba Pîroz, tu hîn bûyî ku Yehowa ji te çi dixwaze û tu çawa dikarî li gor qanûnên wî bijî. Bi saya tiştên ku tu hîn bûyî, belkî lazim bû ku tu hal û hereketên xwe û nêrîna xwe ya li ser jiyanê biguherînî. Niha, ji ber ku te qerar daye ku tuyê êdî li gor qanûnên Yehowa bijî, tu hazir î ku ji wî re xizmet bikî.

Dubarekirina pirsên vî qismî wê alî te bike ku tu daxwaz û qanûnên Yehowa di bîra xwe de rind xwedî bikî. Bi saya vê melûmatê, tuyê hê rindtir fehm bikî ku çi qas muhîm e ku tu her tiştî bi wijdanekî pak û ji bo rûmeta Yehowa bikî (2. Kor. 1:12; 1. Tîm. 1:19; 1. Ptr. 3:16, 21).

Niha tu bê guman dixwazî teslîmî hikumdariya Yehowa bibî û bibî para teşkîlata wî. Bi alîkariya pirs û ayetên vî qismî, tu dikarî bibînî ka te rind fehm kiriye ku Yehowa li civatê, li malbatê û li dewletê çawa dinêre. Wekî din, ev qisim wê alî te bike ku tu zêdetir qîmetê bidî tertîbên Yehowa yên ji bo perwerde û avakirina ruhî ya xizmetkarên xwe. Ji bo ku tu ji van tertîban feydeyê bistînî, pir muhîm e ku tu dev ji civînan bernedî.

Ji xeynî vê, ev qisim wê rêyî te bide ku çi qas muhîm e ku tu mizgînê bi xîret belav bikî û alî kesên din bikî ku ew jî Yehowa nas bikin û mexseda wî ya ji bo însanan bizanibin (Met. 24:14; 28:19, 20). Di dawiyê de, ev qisim wê nîşan bide ku sonda xwedayînê û binavbûn gavên çi qas cidî ne. Bawer be ku Yehowa pir dilşad e ku tu kerema wî ji dil qebûl dikî!

  1. Ji bo şagirtên Îsa, standarda zewacê çi ye? Li gor Kitêba Pîroz, ji bo hevberdanê tenê kîjan sebeb heye?

    • “Ma we nexwendiye ku Afirandar di destpêkê de ew ‘nêr û mê afirandin’ û got: ‘Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.’ Wusa ku êdî ew ne dido ne, lê bedenek in. Ji ber vê yekê yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin ... kî ku ji zînayê pê ve bi sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike” (Met. 19:4-6, 9).

  2. Eger jin û mêr bi hev re dijîn, çima lazim e ku zewaca wan resmî be? Eger tu zewicî yî, gelo tu emîn î ku zewaca te li gor qanûnên dewletê hatiye qeyd kirin?

    • “Bîne bîra wan ku desthilatiya serok û hukûmetan qebûl bikin, bi ya wan bikin” (Tît. 3:1).

    • “Bila her kes bi hurmet li zewacê binêre û bila nivîna zewacê bêleke be. Çimkî Xwedê wê dîwana fuhûşkar û zînakaran bike” (Îbr. 13:4).

  3. Di malbatê de rola te çi ye?

    • “Lawê min, guh bide îkazên bavê xwe, ji hînkariyên diya xwe neqete!” (Mtl. 1:8).

    • “Çawa Mesîh serê Civînê ye, mêr serê jinê ye ... Ey mêrno! Wek ku Mesîh ji Civînê hez kir ... bila her kes ji jina xwe hez bike” (Ef. 5:23, 25).

    • “Bavno! Hûn jî hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin” (Ef. 6:4).

    • “Zarokno, di her tiştî de serî li ber dê û bavê xwe deynin, çimkî ev li Xudan xweş tê” (Kol. 3:20).

    • “Jinno, ... bi ya mêrê xwe bikin” (1. Ptr. 3:1).

  4. Çima lazim e ku em qîmetê bidin jiyanê?

    • “Xwedayê ... yê ku jiyan, hilm û her tiştî dide hemûyan, ew e. Çimkî em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene” (Kar. 17:24, 25, 28).

  5. Xwedê li jiberkirina zarokan û li kuştinê çawa dinêre?

    • “Ger zilam şer bikin û li pîrekek ducanî kevin û ... ger xesar bibe, wê gavê dê li dêvila canê, can [bide]” (2. Mû. 21:22, 23).

    • “Hê di malzaroka dê de çavên te ez dîtim; hemû rojên ku ji bo min hatibûn veqetandin, beriya ku yek ji wan jî bê, tev di kitêba te de hatibûn nivîsandin” (Zeb. 139:16).

    • Yehowa ji “destên ku xwîna bêsûcan dirijîne” nefret dike (Mtl. 6:16, 17).

  6. Qanûna Xwedê ya di heqê xwînê de çi ye?

    • “Xwe ... ji xwînê, ji heywanên mirar ... dûr bixin” (Kar. 15:29).

  7. Gerek em çima ji xwişk û birayan hez bikin?

    • “Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûh. 13:34, 35).

  8. Ji bo ku nexweşiyên giran derbasî kesên din nebin: (a) Çima lazim e ku kesekî nexweş neke ku kesên din hembêz bike yan maç bike? (b) Çima gerek kesekî nexweş nexeyîde eger kesên din wî gazî mala xwe nekin? (c) Berî ku xwişk û birayek dest bi hevnaskirinê bikin, çima lazim e ku kesekî ku merûzî nexweşiya giran maye xwîna xwe bide test kirin? (ç) Berî binavbûnê, çima lazim e ku kesekî bi nexweşiyeke ku dikare derbasî kesên din bibe, xeberê bide koordînatorê koma kalên civatê?

    • “Ji hevhezkirinê pê ve ji bo tu tiştî nebin deyndarê tu kesî. ... ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.’ Hezkirin xerabiyê li cîran nake” (Rom. 13:8-10).

    • “Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre” (Flp. 2:4).

  9. Yehowa çima dixwaze ku em kesên din efû bikin?

    • “Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin” (Kol. 3:13).

  10. Eger xwişk yan birayekî îftira avêtibe ser te yan heqê te xwaribe, wê baş be ku tu çi bikî?

    • “Eger birayê te li hember te guneh bike, here û gava ku hûn herdu bi tenê ne, sûcê wî nîşanî wî bide. Eger ew guhdariya te bike, te birayê xwe kar kir. Lê eger ew guhdariya te neke, kesek an du kesên din jî bi xwe re bibe, ‘da ku her gotin bi devê dido an sê şahidan rast derkeve.’ Lê eger ew nexwaze guhdariya wan jî bike, ji civîna bawermendan re bêje. Îcar, eger ew nexwaze guhdariya civîna bawermendan jî bike, bila êdî ew ji bo te bibe wek yekî pûtperest û bacgir” (Met. 18:15-17).

  11. Yehowa li van gunehan çawa dinêre?

    • ▪ Bêexlaqiya cinsî

    • ▪ Pûtperestî

    • ▪ Homoseksueltî

    • ▪ Dizîkirin

    • ▪ Qumar

    • ▪ Serxweşî

    • “Neyên xapandin! Yên ku fuhûşê dikin, an pûtperest, an zînakar, an ... [homoseksuel, KP], an diz, an çavbirçî, an serxweş, an çêrker an jî nijdevan, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin” (1. Kor. 6:9, 10).

  12. Li warê bêexlaqiya cinsî, yanî li cinsîtiya li derveyî zewacê, tuyê çi bikî?

    • “Ji fuhûşê birevin” (1. Kor. 6:18).

  13. Eger sebebên tibî tune bin, çima lazim e ku em xwe ji narkotîkan dûr bigirin?

    • “Hûn bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin. Perizîna we ya ruhanî ev e. Hûn li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye” (Rom. 12:1, 2).

  14. Hin adetên cindariyê, yên ku Xwedê qedexe dike, çi ne?

    • “Divê di nav we de ... remildar, an jî sitêrknas, an jî sêrbaz, an jî efsûnkar, an jî sêhrker, an jî cinkar, an jî nêrînvan, an jî yê ku bi miriyan re dişêwire tune be” (5. Mû. 18:10, 11).

  15. Eger kesek gunehekî giran kiribe û dixwaze ku Yehowa wî efû bike, gerek ew hemen çi bike?

    • “Min ji te re diyar kir gunehê xwe, min nenuxamt sûcê xwe. Min ji Xudan re got, ‘Ezê serhildanên xwe bêjim’” (Zeb. 32:5).

    • “Eger di nav we de yek nexweş e, bila ew gazî rihspiyên civînê bike û ew li ser wî dua bikin û bi navê Xudan rûn li wî bidin. Duaya ku bi bawerî tê kirin wê yê nexweş qenc bike û Xudan wê wî rake. Û eger wî guneh kiribe, wê lê bê bihûrtin” (Aqûb 5:14, 15).

  16. Eger tu pê bihesî ku kesekî li civatê guneheke giran kiriye, gerek tu çi bikî?

    • “Eger yekî guneh dike ji ber ku wî banga şahidiyê bihîstiye û ew ji tiştekî re bûye şahid yan wî tiştek dîtiye yan pê hesiya, lê dengê xwe nake, sûcê wî wê li ser stuyê wî be” (3. Mû. 5:1, NWT).

  17. Eger îlanek bê kirin ku filan kes êdî ne Şahidê Yehowa ye, gerek em bi wî re çawa bin?

    • “Bi yekî ku bira tê gotin, lê zînakar, çavbirçî, pûtperest, çêrker, serxweş an nijdevan be, pê re têkiliyê nekin, heta bi yekî weha re xwarinê jî nexwin” (1. Kor. 5:11).

    • “Eger yek bê ba we û vê hînkirinê neyne, wî nehewînin malê û silavê nedinê” (2. Yûh. 10).

  18. Wê çima baş be ku tu bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re dostiyê bikî?

    • “Yê ku bi zaniyaran ve rûdine û radibe, dibe zaniyar; lê belê yê ku bi bêaqilan ve dibe heval, dixesire” (Mtl. 13:20).

    • “Neyên xapandin, ‘Hevaltiya xerab exlaqê spehî xera dike’” (1. Kor. 15:33).

  19. Şahidên Yehowa çima ji aliyê siyasî ve bêteref dimînin?

    • “Çawa ku ez [Îsa] ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne” (Yûh. 17:16).

  20. Gerek tu çima guhdariya dewletê bikî?

    • “Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike; çimkî hukûmeta ku ne ji aliyê Xwedê ve ye tune û yên heyî ji aliyê Xwedê ve hatine danîn” (Rom. 13:1).

  21. Eger qanûnên dewletê li dijî qanûnên Yehowa bin, tuyê çi bikî?

    • “Divê em ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin” (Kar. 5:29).

  22. Gava tu ji xwe re li îşekî digerî, kîjan ayet dikarin alî te bikin ku tu xwe ji dinyayê cihê bigirî?

    • “Dê gel li dijî gelî şûr raneke û êdî hînî cengê nebin” (Mîka 4:3).

    • “Ya gelê min, ji wê [Babîla Mezin] derkevin, da ku hûn nebin hevparên gunehên wê û ji belayên wê parê nestînin” (Pey. 18:4).

  23. Tuyê kîjan mijûliyan hilbijêrî û kîjan red bikî?

    • “Yehowa ... ji her kesê ku ji zordariyê hez dike, nefret dike” (Zeb. 11:5, NWT).

    • “Ji ya xerab nefret bikin, xwe li ya qenc bigirin” (Rom. 12:9).

    • “Çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin” (Flp. 4:8).

  24. Şahidên Yehowa çima tevî dîn û baweriyên din îbadetê nakin?

    • “Hûn nikarin hem ji kasa Xudan û hem ji kasa cinan vexwin” (1. Kor. 10:21).

    • “Veqetin, dest nedin tiştê murdar. Hingê ezê we qebûl bikim” (2. Kor. 6:17).

  25. Kîjan prensîp dikarin alî te bikin ku tu qerarê bidî ka tu kîjan cejnan pîroz bikî yan nekî?

    • “[Îsraêlî] bi miletan re ketin nav hev, û karên wan hîn bûn. Bi ser de perizîn pûtên wan, bi vî awayî ketin dafika wan” (Zeb. 106:35, 36).

    • “Mirî bi tiştekî nizanin” (Waiz 9:5).

    • “Çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne” (Yûh. 17:16).

    • “Êdî bes e ku we li gor xwestina pûtperestan dema jiyana xwe ya derbasbûyî bi bêedebî, şehwet, serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina civatî û di pûtperestiya pîs de derbas kir” (1. Ptr. 4:3).

  26. Kîjan serpêhatiyên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu qerarê bidî ka tu roja bûyînê pîroz bikî yan nekî?

    • “Di roja xwe yî bûyînê de, Fîrawûn dawetek da hemû wezîfedarên xwe. Û li ber wezîfedarên xwe, serokmeyger û serfirnevanê xwe ji zîndanê ve derxist. Û ... serokmeygerê xwe da wezîfa wî yî kevin. ... Lê belê wî serokfirnevan daliqand” (1. Mû. 40:20-22).

    • “Di rojbûyîna Hêrodês de keça Hêrodiyayê li ber vexwendiyan reqisî. Ev yek li Hêrodês gelek xweş hat û wî soz da û sond xwar ku keçik her çi jê bixwaze, ewê bide wê. Keçika ku ji aliyê diya xwe ve hatibû şîretkirin, ji Hêrodês re got: ‘Serê Yûhennayê [Yehyayê] imadkar, li vir li ser sêniyekê bide min.’ Wî şand û di zîndanê de serê Yûhennayê [Yehyayê] imadkar da jêkirin” (Met. 14:6-8, 10).

  27. Tu çima dixwazî li gor rêberiya kalên civatê hereket bikî?

    • “Bi ya rêberên xwe bikin û ji gotina wan dernekevin. Çimkî ew wek ên ku wê hesab bidin, berevaniya canê we dikin. Guh bidin wan, da ku ew vê yekê ne bi nalîn, lê bi dilxweşî bikin. An na, wê ji bo we bê kêr be” (Îbr. 13:17).

  28. Çima muhîm e ku tu û malbata te her roj ji bo xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz wext veqetînin?

    • “Ew tenê zewqa xwe ji şerîeta Xudan distîne, û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire. Yên weha wek wê darê ne, ku li lêva avê hatiye danîn, meywa xwe di demê de dide, pelê wê naçilmise. Her karê ku dike qenc dike” (Zeb. 1:2, 3).

  29. Tu çima ji civînan û ji cewabdayînê kêfê distînî?

    • “Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim, li nav civatê pesnê te bêjim” (Zeb. 22:22).

    • “Em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin. Wek ku hinekan ji xwe re kiriye adet, em dev ji civînên xwe bernedin, lê çawa ku hûn dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû” (Îbr. 10:24, 25).

  30. Îşê herî muhîm ê ku Îsa daye me çi ye?

    • “Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan ... imad [bin av] bikin, hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin” (Met. 28:19, 20).

  31. Gava em bi bexşên xwe piştgiriya îşê Padîşahiyê û xwişk û birayan dikin, gerek em vêya bi çi niyetê bikin?

    • “Bi hebûn[a] ... xwe, XUDAN bi rûmet bike” (Mtl. 3:9).

    • “Ne bi bêdilî an ji mecbûrî, lê bila her kes wek ku xistiye dilê xwe bide. Çimkî Xwedê ji yê ku bi rûgeşî dide, hez dike” (2. Kor. 9:7).

  32. Şagirtên Îsa dikarin rastî çi cure tengasiyan bên?

    • “Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan, çimkî Padîşahiya Ezmanan a wan e. Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji bo we bêjin. Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî tengahî da wan pêxemberên beriya we jî” (Met. 5:10-12).

  33. Ev yek ku tu bin av dibî û dibî Şahidê Yehowa çima îmtiyazeke mezin e?

    • “Gotinên te ji min re bûn kêfxweşî û ji dilê min re bûn şabûn; ji ber ku ez bi navê te ve tême bang kirin, ya Xwedayê artêşan XUDAN!” (Yêr. 15:16).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne