KILAM 87
Civînên ku Dilê Me Xurt Dikin
- 1. Însanên vê dinyayê winda bûne, - ew rêya Xwedê nizanin. - Em hewceyî rêberiya saxlem in, - da ku em serkeftî bibin. - Civînên me cesaretê didin me, - îmana me zêde dikin. - Ew hêviya me tînin ber çavê me, - biratiya me xurt dikin. - Em hazir in ku guh bidin Yehowa, - emê daxwaza wî bikin. - Bi saya civînan em rastdariyê - û emrên Xwedê hîn dibin. 
- 2. Xwedê hewcedariyên me dizane, - şîretên wî bifeyde ne. - Loma em civînên xwe îhmal nakin, - qîmeta wan pir mezin e. - Birayên hêja me perwerde dikin - di rêya baweriyê de. - Bi saya desteka malbata ruhî - em tu caran ne tenê ne. - Gerek em xwe bispêrin Peyva Xwedê - û guh bidin gotinên wê. - Loma wek Yehowa ji me dixwaze, - emê herin her civînê.