KILAM 162
Ez Hewceyî Xwedê me
(Meta 5:3)
- 1. Peyva Xwedê têr dike - îhtiyaca dilê me. - Hêvî dide, dilxweş dike, - me birçî nahêle. - Hîn dike hem rastiyê - hem armanca jiyanê. - Ji ber ku me ew dîtiye, - em çi qas şa bûne. - (DÎSGOTIN) - Xwedê, tu pir comerd î, - tu rêya min ronî dikî. - Xwedê, min xwedî bike, - ez xwe dispêrim te. - Qet nabe bê te, - hewceyî te me. 
- 2. Tiştên ku em hîn dibin - gelekî biqîmet in. - Îmana me qewî dibe - bi saya Peyva te. - Gelek kes te nas nakin, - pir dûrî rêya rast in. - Xwezî ku ew te nas bikin, - mîna me dilxweş bin. - (DÎSGOTIN) - Xwedê, tu pir comerd î, - tu rêya min ronî dikî. - Xwedê, min xwedî bike, - ez xwe dispêrim te. - Qet nabe bê te, - hewceyî te me. - Xwedê, tu pir comerd î, - tu rêya min ronî dikî. - Xwedê, min xwedî bike, - ez xwe dispêrim te. - Qet nabe bê te, - hewceyî te me. - Xwedê, tu pir comerd î, - tu rêya min ronî dikî. - Xwedê, min xwedî bike, - ez xwe dispêrim te. - Qet nabe bê te, - hewceyî te me. 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 1:1, 2; 112:1; 119:97; Îşa. 40:8; Meta 5:6; 16:24; 2. Tîm. 4:4.)