KILAM 96
Kitêba Pîroz Xezîne ye
(Methelokên Silêman 2:1)
- 1. Bi destê rûpelên Kitêba Pîroz - em hêvî û hizûrê distînin. - Gotinên vê kitêbê bêemsal in, - ew ronahî û jiyanê didin. - Belê, Kitêba Pîroz xezîne ye, - qîmeta şîretên wê mezin e. - Ew bi îlhama Yehowa çêbûye, - bi hêza ruhê wî pêk hatiye. 
- 2. Peyva Xwedê zelal dike ku çawa - hatibûn çêkirin erd û ezman. - Ew dibêje ku jin û mêrê pêşîn - winda kirin hem cenet hem jiyan. - Ew behsa melekê ku serî hilda - û destpêka kul û derdan dike. - Ji xeynî vê, ew hêviyê dide me, - rêya jiyanê rêyî me dide. 
- 3. Îsa Mesîh li ser text rûniştî ye, - ev yek me gelekî dilxweş dike. - Loma em vê mizgînê belav dikin, - Xwedê ev îşê mezin daye me. - Wexta ku em Peyva Xwedê dixwînin, - em dengê Yehowa dibihîzin. - Em ji Xwedê re çi qas şikurdar in - ji bona vê xezîneya mezin! 
(Li van ayetan jî binêre: 2. Tîm. 3:16; 2. Ptr. 1:21)