3. Bi Kesên ku ji Xwedê Hez Dikin re Hevaltiyê Bike
1 TU DIKARÎ BIBÎ DOSTÊ YEHOWA
“Birahîm ji Xwedê bawer kir ... û jê re dostê Xwedê hat gotin” (Aqûb 2:23).
Em çawa dikarin bibin dostên Yehowa?
2. Samûyêl 22:26; Zebûr 15:1-5; Yûhenna 14:21
Yehowa kesên ku ji wî hez dikin, guh didin wî û ji wî re dilsoz in wek dostên xwe qebûl dike.
Methelokên Silêman 13:20; 1. Korîntî 15:33; 2. Tîmotêyos 2:22
Gelek kes bi zeman re dişibin hevalên xwe.
2 GEREK EM BI KESÊN KU JI YEHOWA HEZ DIKIN RE HEVALTIYÊ BIKIN
“Ew dostê kesên dilrast e” (Methelokên Silêman 3:32, WDN).
Gerek em ji xwe re hevalên çawa hilbijêrin?
Romayî 1:11, 12; 2. Korîntî 6:13; 1. Petrûs 2:17
Em dikarin bi kesên ji cure cure kok û miletan re hevaltiyê bikin. Tiştê herî muhîm ev e ku hevalên me ji Yehowa hez bikin.
Rût 1:14, 16; 1. Samûyêl 18:1; Filîpî 2:20-22
Kitêba Pîroz behsa gelek kesan dike, yên ku hevalên baş bûn.
3 BIBE HEVALEKÎ LI GOR DAXWAZA YEHOWA
“Hevalekî baş her tim hez dike û di tengasiyê de wek bira ye”(Methelokên Silêman 17:17, WDN).
Eger di nava me û hevalekî me de problemek derkeve, em dikarin çi bikin?
Zebûr 133:1; Metta 6:14, 15; Romayî 14:19
Gava pêşîn bavêje ku di nava we de selamet çêbe û yekîtî xera nebe.
Methelokên Silêman 17:9; Kolosî 3:13; 1. Petrûs 4:8
Hezkirin nahêle ku em problemeke biçûk mezin bikin. Hezkirin wê alî me bike ku em hevdû efû bikin û dilsoz bin.
Zebûr 141:5; Methelokên Silêman 27:6
Hevalekî rastîn natirse ku ji te re rastiyê bi eşkereyî bibêje.
Methelokên Silêman 12:18; 18:24; 1. Yûhenna 3:16-18
Ji bo ku em nêzikî hevalên xwe bimînin, lazim e ku em jî bibin hevalên baş.
4 HERÎ ZÊDE JI YEHOWA RE DILSOZ BIMÎNE
“Rast e, her terbiyekirin di sêrî de ne wek şahî ... lê belê piştre ev ... rastdariyê tîne”(Îbranî 12:11).
Eger hevalekî me ji riya Yehowa derkeve, gerek em çi bikin?
1. Korîntî 5:11-13; 2. Yûhenna 9-11
Eger hevalekî me dev ji xerabiyê bernede û alîkariyê qebûl neke, ev yek nîşan dide ku ew êdî naxwaze di civatê de bimîne.
-
Gava em xwe ji kesên ku ji civatê hatine derxistin dûr digirin, em nîşan didin ku em ji Yehowa, ji navê wî û ji qanûnên wî hez dikin.