KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lvssm r. 7-8
  • 4. Gerek Em Otorîteya Kê Qebûl Bikin?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 4. Gerek Em Otorîteya Kê Qebûl Bikin?
  • Di Hezkirina Xwedê de Bimîne – Bi Kurtasî
Di Hezkirina Xwedê de Bimîne – Bi Kurtasî
lvssm r. 7-8

4. Gerek Em Otorîteya Kê Qebûl Bikin?

1 YEHOWA KESÊN DIN BI KAR TÎNE KU RÊBERIYA ME BIKE

“Ji hemûyan re hurmetê bikin. ... Ji Xwedê bitirsin” (1. Petrûs 2:17).

Çima carinan zor e ku mirov rêberiyê qebûl bike?

  • 4. Mûsa 16:1-3; Waiz 8:9; Romayî 5:12

    Însanên ku Yehowa bi kar tîne ku rêberiya me bikin, wek me biqisûr in.

  • Lûqa 22:42

    Îsa ji aliyê guhdarîkirinê ve emsala herî baş e. Wî her tim li Yehowa guhdarî dikir.

  • Methelokên Silêman 27:11; Marqos 12:29, 30

    Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em qedrê tertîbên wî digirin. Di malbatê de, serê malê heye. Li mektebê, mamoste hene. Di civatê de, kalên civatê hene.

2 TERTÎBA MALBATÊ JI ALIYÊ YEHOWA VE HATIYE AVA KIRIN

“Ji bo vê yekê, ez li ber Bavê ku li erd û ezmanan her bavikî nav jê standiye, diçim ser çokan” (Efesî 3:14, 15).

Yehowa çima dixwaze ku em qedrê tertîba malbatê bigirin?

  • Methelokên Silêman 10:1

    Yehowa dixwaze ku malbat hem ji bo zarokan hem jî ji bo ferdên din cihekî emîn û bihizûr be.

  • Methelokên Silêman 1:8; 1. Korîntî 11:3; Efesî 6:1-3; 1. Petrûs 3:1

    Wê baş be ku di malbatê de, her kes rola xwe bizanibe.

3 YEHOWA OTORÎTEYA LI SER CIVATÊ DAYE ÎSA

“Mesîh serê Civînê ye” (Efesî 5:23).

Wê çima baş be ku em bi civatê re hevkariyê bikin?

  • Metta 24:45-47

    Îsa bi destê “xulamê dilsoz û şehreza” li xizmetkarên Xwedê xwedî derdikeve.

  • 1. Selanîkî 5:12; Îbranî 13:17

    Kalên civatê û alîkarên xizmetê alî xwişk û birayan dikin ku ew ji aliyê ruhî ve xurt bimînin. Gava em bi van birayan re rind hevkariyê dikin, em nîşan didin ku em otorîteya Yehowa qebûl dikin.

  • Karên Şandiyan 20:28

    Gava em bi dil û can piştgiriya civatê dikin – a ku tertîba Yehowa ya ji bo îbadetê ye – ev yek ji bo her kesî bifeyde ye.

4 YEHOWA OTORÎTEYEKE BISÎNOR DAYE DEWLETÊ

“Hukûmeta ku ne ji alîyê Xwedê ve ye tune û yên heyî ji aliyê Xwedê ve hatine danîn” (Romayî 13:1).

Em çawa dikarin nîşan bidin ku em otorîteya dewletê qebûl dikin?

  • Metta 5:16; 1. Petrûs 3:15

    Em bi gotin û kirinên xwe qedrê dewletê digirin û bi vî awayî Yehowa birûmet dikin.

  • Karên Şandiyan 26:2, 25; Romayî 12:17, 18

    Şagirtên Îsa li qanûnên dewletê guhdarî dikin. Gava Şahidên Yehowa ji aliyê dewletê ve muxalefetê dibînin, ew dîsa jî hurmetkar dimînin.

  • Romayî 13:1-4

    Prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu guh bidî kesên ku otorîteya wan hene.

  • Metta 22:37-39; 26:52; Yûhenna 18:36; Karên Şandiyan 5:27-29; Îbranî 10:24, 25

    Eger dewlet ji te bixwaze ku tu tiştekî li dijî qanûnên Yehowa bikî, gerek tu qerarê bidî ku tuyê li kê guhdarî bikî.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne