KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lvssm r. 9-10
  • 5. Xwe ji Dinyayê Cihê Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 5. Xwe ji Dinyayê Cihê Bike
  • Di Hezkirina Xwedê de Bimîne – Bi Kurtasî
Di Hezkirina Xwedê de Bimîne – Bi Kurtasî
lvssm r. 9-10

5. Ji Dinyayê Cihê Bimîne

1 ŞAGIRTÊN ÎSA JI PADÎŞAHIYA XWEDÊ RE DILSOZ DIMÎNIN

“Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36).

Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bêteref in û piştgiriya Padîşahiya Xwedê dikin?

  • Îşaya 2:2-4; Yûhenna 6:15; 1. Petrûs 3:15

    Em tev li şer û siyasetê nabin.

  • 2. Mûsa 20:4, 5; 1. Yûhenna 5:21

    Em ji sembolên dewletê re, mesela ji alayê re, îbadetê nakin.

  • Metta 26:52

    Xwîn bi xwînê nayê şûştin! Em li benda Yehowa disekinin ku problemên dinyayê bi temamî hel bike.

  • Yûhenna 13:34, 35; 1. Yûhenna 3:10-12

    Hemû xizmetkarên Xwedê – welat, kok û zimanê wan çi bin jî – xwişk û birayên hev in. Emê tu caran li hemberî hev şer nekin.

2 ŞAGIRTÊN ÎSA “NE JI VÊ DINYAYÊ” NE

“Çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne” (Yûhenna 17:16).

Gerek em çima ji dinyaya Îblîs cihê bimînin?

  • 1. Yûhenna 5:19

    Peyva “dinya” ji bo kesên ku Xwedê nas nakin û ji bo yên ku ketine bin tesîra Îblîs, tê bi kar anîn.

  • Aqûb 4:4

    Em dixwazin ku Yehowa me wek hevalên xwe bibîne. Em di rabûn û rûniştina xwe de Yehowa û Îsa ji xwe re emsal digirin.

3 ŞAGIRTÊN ÎSA XWE JI NÊRÎNÊN DINYAYÊ DÛR DIGIRIN

“Berî her tiştî jî dilê xwe biparêze” (Methelokên Silêman 4:23).

Em çawa dikarin nêrînên dinyaya Îblîs red bikin?

  • Efesî 2:2; 1. Yûhenna 2:16

    Îblîs xwehez, pozbilind û serhildêr e. Ew dixwaze însanan bide bawer kirin ku ne lazim e ku ew li Xwedê guhdarî bikin.

  • 1. Korîntî 10:31

    Bi gotin û kirinên xwe, em nîşan didin ku em ne ji vê dinyayê ne. Gerek em vêya di meseleyên şexsî de jî xuya bikin.

  • 1. Korîntî 2:12; 1. Yûhenna 4:4

    Ji bo ku em karibin li hemberî nêrînên dinyayê li ber xwe bidin, lazim e ku em nêzikî Yehowa bimînin û hişê xwe bi fikrên wî ve tije bikin.

4 PERE NIKARE EMNIYETA RASTÎN Û DILRIHETIYÊ BIDE ME

“Jiyana mirov ne bi pirrbûna malê wî ye” (Lûqa 12:15).

Çi wê alî me bike ku em wek Yehowa li tiştên madî binêrin?

  • Karên Şandiyan 20:35; 1. Tîmotêyos 6:9, 10

    Şeytan dixwaze me bide bawer kirin ku kêf û şahî û mal û milk wê dilê me şa bikin. Lê Îsa hîn dikir ku eger dostaniya me bi Yehowa re saxlem be û em comerd bin, emê kêfxweş bibin.

  • Metta 6:31, 32; Marqos 12:30, 31; Lûqa 21:34-36

    Gava em herî zêde bala xwe didin xizmeta Yehowa, em dilşad û dilrihet dibin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne