6-12 Nîsan
Roja Sêşemê, 7 Nîsan 2020 – Bîranîna Mirina Îsa Mesîh
Li her demsala Bîranînê, gelek xwişk û bira li ser hezkirina mezin a Yehowa û Kurê wî Îsa Mesîh kûr difikirin (Yh 3:16; 15:13). Tabloya jêrîn nîşan dide ku çar qeydên Încîlê li ser rojên dawîn ên xizmeta Îsa li Orşelîmê çi dibêjin. Ev bûyer li para 6an a kitêba Jesus—The Way, the Truth, the Life (E) derbas dibin. Hezkirina Xwedê û Mesîh te teşwîq dike ku tu çi bikî? (2Kr 5:14, 15; 1Yh 4:16, 19).
XIZMETA DAWÎN A ÎSA LI ORŞELÎMÊ
Wext  | 
Cih  | 
Bûyer  | 
Metta  | 
Marqos  | 
Lûqa  | 
Yûhenna  | 
|---|---|---|---|---|---|---|
8 Nîsan 33 (1-2 Nîsan 2020)  | 
Beytanya  | 
Îsa şeş roj berî Cejna Derbasbûnê digihîje Beytanyayê  | 
||||
9 Nîsan (2-3 Nîsan 2020)  | 
Beytanya  | 
Meryem li ser serê Îsa rûn dirijîne  | 
||||
Beytanya - Beytfacê - Orşelîm  | 
Îsa li ser kerekê siwar dibe û bi zafer dikeve Orşelîmê  | 
|||||
10 Nîsan (3-4 Nîsan 2020)  | 
Beytanya - Orşelîm  | 
Li dara hêjîrê nifir dike; perestgehê dîsa paqij dike  | 
||||
Orşelîm  | 
Serekên kahînan û Şerîetzan dixwazin Îsa bikujin  | 
|||||
Yehowa xeber dide; Îsa dibêje ku ewê bê kuştin; wek Îşaya ji berê de gotibû, Cihû pê bawer nakin  | 
||||||
11 Nîsan (4-5 Nîsan 2020)  | 
Beytanya - Orşelîm  | 
Dersa dara hêjîrê ya hişk  | 
||||
Orşelîm, perestgeh  | 
Ji Îsa pirs dikin ka wî otorîteya xwe ji kê stend; mesela du kuran  | 
|||||
Mesel: rezvanên mêrkuj, dawet  | 
||||||
Îsa cewabên pirsên li ser Xwedê, Qeyser, rabûna miriyan û emrê herî mezin dide  | 
||||||
Ji elaletê pirs dike ka Mesîh kurê Dawid e yan na  | 
||||||
Lome li Şerîetzan û Ferîsiyan dike  | 
||||||
Bala xwe dide bexşa jinebiyê  | 
||||||
Çiyayê Zeytûnê  | 
Îsa behsa nîşana hazirbûna xwe dike  | 
|||||
Mesel: deh keçik, telant, mî û bizin  | 
||||||
12 Nîsan (5-6 Nîsan 2020)  | 
Orşelîm  | 
Alimên Cihû plan dikin ku wî bikujin  | 
||||
Cihûda qebûl dike ku Îsa bide destê wan  | 
||||||
13 Nîsan (6-7 Nîsan 2020)  | 
Orşelîm û derdora wê  | 
Ji bo Cejna Derbasbûnê haziriyê dike  | 
||||
14 Nîsan (7-8 Nîsan 2020)  | 
Orşelîm  | 
Cejna Derbasbûnê tevî şandiyên xwe pîroz dike  | 
||||
Lingên şandiyên xwe dişo  | 
||||||
Eyan dike ku Cihûda xayîn e û wî dişîne  | 
||||||
Şîva Xudan dest pê dike (1Kr 11:23-25)  | 
||||||
Dibêje ku Petrûs wê wî înkar bike û şandî wê belav bibin  | 
||||||
Soz dide ku alîkar wê bê; mesela mêwa rastîn; emrê hezkirinê dide; duaya dawîn tevî şandiyan  | 
||||||
Gêtşemanî  | 
Îsa li baxçe dilteng dibe; Cihûda Îsa dide destê dijminan û ew tê girtin  | 
|||||
Orşelîm  | 
Henan Îsa dide ber pirsan; Îsa li ber Qeyafa û civîna giregiran tê dîwan kirin; Petrûs wî înkar dike  | 
|||||
Cihûdayê xayîn xwe darde dike (Kar 1:18, 19)  | 
||||||
Îsa tê ber Pîlatos, paşê ber Hêrodês û paşê dîsa ber Pîlatos  | 
||||||
Pîlatos dixwaze wî berde, lê Cihû diwazin ku Barabas bê berdan; cezaya mirinê distîne û li ser dîrekekê tê darde kirin  | 
||||||
(weke saeta 15:00)  | 
Golgota  | 
Li ser dîrekê dimire  | 
||||
Orşelîm  | 
Bedena wî ji direkê hiltînin û dikin tirbeyê  | 
|||||
15 Nîsan (8-9 Nîsan 2020)  | 
Orşelîm  | 
Serekên kahînan û Fêrisî tirbeyê mor dikin û nobedar datînin ber tirbeyê  | 
||||
16 Nîsan (9-10 Nîsan 2020)  | 
Orşelîm û derdora wê; Emwas  | 
Îsa ji mirinê radibe; pênc caran ji şagirtên xwe re xuya dibe  | 
||||
Piştî 16ê Nîsanê  | 
Orşelîm; Celîle  | 
Gelek caran ji şagirtan re xuya dibe (1Kr 15:5-7; Kar 1:3-8); hîn dike; îşê şagirtkirinê dide wan  |