Tewsiyeyên ji bo Lêgerînê
Çalakiyên ji bo Zarokan
Gerek dê û bav zarokên xwe di heqê Yehowa de hîn bikin (Efesî 6:4). Ji bo alîkariya dê û bavan, teşkîlata Yehowa gelek meqale, vîdeo û kilam weşandine. Hûn çawa dikarin zarokên xwe bi destê van tiştan perwerde bikin?
- Malzemeyan bibînin. Li ser JW.ORG hûn dikarin hemû tiştên ku ji bo kesên ciwan hatine weşandin bibînin – di nav wan de vîdeo û tiştên nivîskî hene.a Ji bo dîtina van tiştan, peyva “Zarok” yan “Ciwan” di qutiya lêgerînê de binivîsin. 
- Malzemeyên herî baş hilbijêrin. Li bin qismê “Zarok”, hûn dikarin vîdeo, kilam û tiştên din, ên ku ji bo zarokên we minasib in, hilbijêrin. 
- Ji bo zarokên xwe wextê veqetînin. Vîdeo yan fealiyetên çapkirî ne tenê ji bo mijûlkirina zarokan bi kar bînin. Bi alîkariya van tiştan, bi zarokên xwe re sohbet bikin û alî wan bikin ku ew dostaniya xwe ya bi Yehowa re ava bikin. 
a Di JW Library® de hemû vîdeoyên ji bo ciwanan hene, lê fealiyetên nivîskî sînordar in.