KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Înê, 10 Cotmeh

Tirsa Xudan destpêka şehrezayiyê ye (Methelokên Silêman 9:10, Mizgînî).

Eger li ser cîhaza me ji nişka ve sûretekî pornografîk vebe, gerek em çi bikin? Gerek em bi lez û bez berê xwe bizivirînin û lê mêze nekin. Eger em bînin bîra xwe ku qîmeta dostaniya me ya bi Yehowa re çi qas mezin e, ev yek wê li me hêsantir bê. Hin sûretên ku di esasê xwe de wek pornografî nayên hesibandin jî dikarin şehweta cinsî hişyar bikin. Çima lazim e ku em ji sûretên wisa jî birevin? Çimkî wek Îsa Mesîh gotibû, “her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye” (Meta 5:28, 29). Rîspiyekî bi navê David, ê ku li Taylandê dijî, dibêje: “Ez her tim ji xwe dipirsim: ‘Sûretek her çi qas wek pornografî neyê hesibandin jî, eger ez lê mêze bikim, gelo Yehowa wê ji min razî be?’ Fikrên wisa alî min dikin ku ez qerarên baş bidim.” Gelo çi dikare alî me bike ku em qerarên baş bidin û dilê Yehowa neêşînin? Kitêba Pîroz nîşan dide ku tirsa Xwedê destpêka hîkmeta rastîn e. w23.06 23 par. 12-13

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Şemiyê, 11 Cotmeh

Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundir (Îşaya 26:20, Mizgînî).

Dibe ku ev “odeyên hûndir” tên maneya civatên me. Di dema tengasiya mezin de, eger em tevî xwişk û birayan ji Yehowa re xizmetê bikin, Yehowa soz dide ku ewê me biparêze. Loma, gerek em ji niha ve xîret bikin ku ji dil ji xwişk û birayan hez bikin. Dibe ku xelasiya me bi vê yekê ve girêdayî be! “Roja mezin ya XUDAN” wê ji bo hemû mirovan wexteke dijwar bîne (Tsêfanya 1:14, 15). Xizmetkarên Yehowa jî wê tengasiyan bikişînin. Lê eger em xwe ji niha ve hazir bikin, emê bikaribin sakîn bimînin û alîkariya kesên din bikin. Çi dibe bila bibe, emê li hemberî hemû probleman sebir bikin. Gava xwişk û birayên me êşê bikişînin, emê xîret bikin ku dilşewatiyê ji wan re nîşan bidin û destekê bidin wan. Û eger em ji niha ve ji xwişk û birayan hez bikin, emê sibe û dusibe jî ji wan hez bikin. Paşê, Yehowa wê jiyana herheyî bide me. Hingê, hemû felaket û tengasî wê tune bin û bên jibîrkirin (Îşaya 65:17). w23.07 7 par. 16-17

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Yekşemê, 12 Cotmeh

[Xwedê] wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).

Peyva Xwedê gelek caran zilamên dilsoz wek kesên xurt bi nav dike. Lê carinan wan jî xwe bêqewet hîs dikir. Mesela, di hin rewşan de Dawid Padîşah qeweta xwe wek çiyayekî didît, lê di hin rewşên din de xof û tirs diket dilê wî (Zebûr 30:7). Yehowa bi destê ruhê xwe yê pîroz hêzeke mezin da Şîmşon. Lê Şîmşon dizanibû ku bêyî qeweta Xwedê, ewê sist bibe û bibe wek zilamên din (Serweran 14:5, 6; 16:17). Ev zilamên dilsoz xurt bûn, çimkî Yehowa çavkaniya qeweta wan bû. Pawlosê şandî dizanibû ku qeweta Yehowa ji wî re lazim e (2. Korîntî 12:9, 10). Wî jî problemên sihetê dikişandin (Galatî 4:13, 14). Carinan ji bo wî zor bû ku ya rast bike (Romayî 7:18, 19). Û carinan ew dilteng dibû û xema pêşerojê dixwar (2. Korîntî 1:8, 9). Belê, gava Pawlos sist dibû jî, ew dîsa jî biqewet dibû. Ev yek çawa mumkin bû? Yehowa qeweta ku jê re lazim bû didayê. Wî ew xurt dikir. w23.10 12 par. 1-2

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne