Roja Şemiyê, 11 Cotmeh
Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundir (Îşaya 26:20, Mizgînî).
Dibe ku ev “odeyên hûndir” tên maneya civatên me. Di dema tengasiya mezin de, eger em tevî xwişk û birayan ji Yehowa re xizmetê bikin, Yehowa soz dide ku ewê me biparêze. Loma, gerek em ji niha ve xîret bikin ku ji dil ji xwişk û birayan hez bikin. Dibe ku xelasiya me bi vê yekê ve girêdayî be! “Roja mezin ya XUDAN” wê ji bo hemû mirovan wexteke dijwar bîne (Tsêfanya 1:14, 15). Xizmetkarên Yehowa jî wê tengasiyan bikişînin. Lê eger em xwe ji niha ve hazir bikin, emê bikaribin sakîn bimînin û alîkariya kesên din bikin. Çi dibe bila bibe, emê li hemberî hemû probleman sebir bikin. Gava xwişk û birayên me êşê bikişînin, emê xîret bikin ku dilşewatiyê ji wan re nîşan bidin û destekê bidin wan. Û eger em ji niha ve ji xwişk û birayan hez bikin, emê sibe û dusibe jî ji wan hez bikin. Paşê, Yehowa wê jiyana herheyî bide me. Hingê, hemû felaket û tengasî wê tune bin û bên jibîrkirin (Îşaya 65:17). w23.07 7 par. 16-17
Roja Yekşemê, 12 Cotmeh
[Xwedê] wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).
Peyva Xwedê gelek caran zilamên dilsoz wek kesên xurt bi nav dike. Lê carinan wan jî xwe bêqewet hîs dikir. Mesela, di hin rewşan de Dawid Padîşah qeweta xwe wek çiyayekî didît, lê di hin rewşên din de xof û tirs diket dilê wî (Zebûr 30:7). Yehowa bi destê ruhê xwe yê pîroz hêzeke mezin da Şîmşon. Lê Şîmşon dizanibû ku bêyî qeweta Xwedê, ewê sist bibe û bibe wek zilamên din (Serweran 14:5, 6; 16:17). Ev zilamên dilsoz xurt bûn, çimkî Yehowa çavkaniya qeweta wan bû. Pawlosê şandî dizanibû ku qeweta Yehowa ji wî re lazim e (2. Korîntî 12:9, 10). Wî jî problemên sihetê dikişandin (Galatî 4:13, 14). Carinan ji bo wî zor bû ku ya rast bike (Romayî 7:18, 19). Û carinan ew dilteng dibû û xema pêşerojê dixwar (2. Korîntî 1:8, 9). Belê, gava Pawlos sist dibû jî, ew dîsa jî biqewet dibû. Ev yek çawa mumkin bû? Yehowa qeweta ku jê re lazim bû didayê. Wî ew xurt dikir. w23.10 12 par. 1-2
Roja Duşemê, 13 Cotmeh
Xudan li dil dinêre (1. Samûyêl 16:7, Mizgînî).
Eger em xwe carinan bêqîmet bibînin, bila em bînin bîra xwe ku Yehowa em çawa kişandine ba xwe (Yûhena 6:44). Yehowa dizane ku di dilê me de çi heye, û ew sifetên me yên baş dibîne – eger em wan nebînin jî (2. Dîrokan 6:30). Madem ku ew dibêje ku em biqîmet in, em dikarin pê bawer bin (1. Yûhena 3:19, 20). Hin kes xwe ji ber tiştên ku wan berî ku ew bûn şagirtên Îsa Mesîh kiribûn, sûcdar hîs dikin (1. Petrûs 4:3). Wekî din, xizmetkarên Xwedê yên dilsoz jî bi kêmasiyên xwe re micadele dikin. Eger dilê te te mehkûm bike, ji bîr neke ku xizmetkarên Yehowa yên berê jî bi hîsên wisa re micadele dikir. Mesela, Pawlosê şandî ji ber kêmasiyên xwe aciz dibû (Romayî 7:24). Pawlos helbet ji gunehên xwe tobe kiribû û vaftîz bûbû. Dîsa jî, wî got ku ew “ji Şandiyan yê herî biçûk” û “ji wan ê herî gunehkar” e (1. Korîntî 15:9; 1. Tîmotêyos 1:15). w24.03 27 par. 5-6