Roja Yekşemê, 12 Cotmeh
[Xwedê] wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).
Peyva Xwedê gelek caran zilamên dilsoz wek kesên xurt bi nav dike. Lê carinan wan jî xwe bêqewet hîs dikir. Mesela, di hin rewşan de Dawid Padîşah qeweta xwe wek çiyayekî didît, lê di hin rewşên din de xof û tirs diket dilê wî (Zebûr 30:7). Yehowa bi destê ruhê xwe yê pîroz hêzeke mezin da Şîmşon. Lê Şîmşon dizanibû ku bêyî qeweta Xwedê, ewê sist bibe û bibe wek zilamên din (Serweran 14:5, 6; 16:17). Ev zilamên dilsoz xurt bûn, çimkî Yehowa çavkaniya qeweta wan bû. Pawlosê şandî dizanibû ku qeweta Yehowa ji wî re lazim e (2. Korîntî 12:9, 10). Wî jî problemên sihetê dikişandin (Galatî 4:13, 14). Carinan ji bo wî zor bû ku ya rast bike (Romayî 7:18, 19). Û carinan ew dilteng dibû û xema pêşerojê dixwar (2. Korîntî 1:8, 9). Belê, gava Pawlos sist dibû jî, ew dîsa jî biqewet dibû. Ev yek çawa mumkin bû? Yehowa qeweta ku jê re lazim bû didayê. Wî ew xurt dikir. w23.10 12 par. 1-2
Roja Duşemê, 13 Cotmeh
Xudan li dil dinêre (1. Samûyêl 16:7, Mizgînî).
Eger em xwe carinan bêqîmet bibînin, bila em bînin bîra xwe ku Yehowa em çawa kişandine ba xwe (Yûhena 6:44). Yehowa dizane ku di dilê me de çi heye, û ew sifetên me yên baş dibîne – eger em wan nebînin jî (2. Dîrokan 6:30). Madem ku ew dibêje ku em biqîmet in, em dikarin pê bawer bin (1. Yûhena 3:19, 20). Hin kes xwe ji ber tiştên ku wan berî ku ew bûn şagirtên Îsa Mesîh kiribûn, sûcdar hîs dikin (1. Petrûs 4:3). Wekî din, xizmetkarên Xwedê yên dilsoz jî bi kêmasiyên xwe re micadele dikin. Eger dilê te te mehkûm bike, ji bîr neke ku xizmetkarên Yehowa yên berê jî bi hîsên wisa re micadele dikir. Mesela, Pawlosê şandî ji ber kêmasiyên xwe aciz dibû (Romayî 7:24). Pawlos helbet ji gunehên xwe tobe kiribû û vaftîz bûbû. Dîsa jî, wî got ku ew “ji Şandiyan yê herî biçûk” û “ji wan ê herî gunehkar” e (1. Korîntî 15:9; 1. Tîmotêyos 1:15). w24.03 27 par. 5-6
Roja Sêşemê, 14 Cotmeh
Dev ji mala Xwedayê bapîrên xwe XUDAN berdan (2. Dîrokan 24:18).
Serpêhatiya Yoaş Padîşah nîşan dide ku gerek em ji xwe re hevalên ku ji Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî xweş bikin hilbijêrin. Hevalên wisa wê alî me bikin ku em tiştên qenc bikin. Hevalên me dikarin ji me ciwantir yan mezintir bin. Yoaş jî ji hevalê xwe Yehoyada pir ciwantir bû. Ji xwe bipirse: “Gelo hevalên min alî min dikin ku baweriya min qewîtir bibe? Gelo ew min teşwîq dikin ku ez li gor qanûn û prensîpên Xwedê bijîm? Gelo ew behsa Yehowa û rastiyên wî yên biqîmet dikin? Gelo ew tenê tiştên ku ez dixwazim bibihîzim dibêjin, yan jî eger lazim be, gelo ew şaşiya min li rûyê min dibêjin?” (Methelokên Silêman 27:5, 6, 17). Ya rast, hevalên ku ji Yehowa hez nakin ji te re ne lazim in. Lê hevalên ku ji Yehowa hez dikin pir biqîmet in, çimkî ewê li ser te baş tesîr bikin (Methelokên Silêman 13:20). w23.09 9-10 par. 6-7