KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Sêşemê, 14 Cotmeh

Dev ji mala Xwedayê bapîrên xwe XUDAN berdan (2. Dîrokan 24:18).

Serpêhatiya Yoaş Padîşah nîşan dide ku gerek em ji xwe re hevalên ku ji Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî xweş bikin hilbijêrin. Hevalên wisa wê alî me bikin ku em tiştên qenc bikin. Hevalên me dikarin ji me ciwantir yan mezintir bin. Yoaş jî ji hevalê xwe Yehoyada pir ciwantir bû. Ji xwe bipirse: “Gelo hevalên min alî min dikin ku baweriya min qewîtir bibe? Gelo ew min teşwîq dikin ku ez li gor qanûn û prensîpên Xwedê bijîm? Gelo ew behsa Yehowa û rastiyên wî yên biqîmet dikin? Gelo ew tenê tiştên ku ez dixwazim bibihîzim dibêjin, yan jî eger lazim be, gelo ew şaşiya min li rûyê min dibêjin?” (Methelokên Silêman 27:5, 6, 17). Ya rast, hevalên ku ji Yehowa hez nakin ji te re ne lazim in. Lê hevalên ku ji Yehowa hez dikin pir biqîmet in, çimkî ewê li ser te baş tesîr bikin (Methelokên Silêman 13:20). w23.09 9-10 par. 6-7

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Çarşemê, 15 Cotmeh

Alfa û Omêga Ez im (Peyxam 1:8).

Alfabeya Yûnanî bi alfayê dest pê dike û bi omêgayê diqede. Bi gotina “Alfa û Omêga”, Yehowa tîne ziman ku gava ew dest bi tiştekî dike, bê guman ew wî tiştî bi serkeftî dibe serî. Yehowa ji Adem û Hewayê re wisa got: “Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe” (1. Mûsa 1:28, Mizgînî). Dema ku Yehowa cara pêşîn armanca xwe anî ziman, ev destpêk, yanî “Alfa” bû. Dema ku armanca wî bi temamî bê cih û kesên îtaetkar ên ji zuriyeta Adem û Hewayê dinyayê tije bikin û wê bikin Cenet, ev wê “Omêga” be. Piştî ku xuliqandina “erd û ezman bi hemû nexşên xwe temam” bû, Yehowa anî ziman ku wê gotina wî rast derkeve. Armanca Yehowa ya ji bo mirovan û dinyayê wê di dawiya roja heftan de bi temamî pêk were (1. Mûsa 2:1-3). w23.11 5 par. 13-14

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Pêncşemê, 16 Cotmeh

Li beriyê riya Xudan amade bikin, li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin (Îşaya 40:3, Mizgînî).

Rêwîtiya li ser riya herfî ya ji Babîlê heta Îsraêlê rêwîtiyeke zehmet bû û nêzîkî çar mehan dikişand. Lê Yehowa soz dabû ku ewê hemû astengên li ser riya wan ji holê rake. Ji bo Cihûyên bawermend, vegera bo welatê Îsraêlê hêjayî her fedakariyekê bû. Bereketa herî mezin bi îbadeta Yehowa ve girêdayî bû. Li Babîlê ji bo Yehowa qet îbadetgehek tune bû. Li wê derê, ji bo pêşkêşkirina qurbanên li gor Qanûna Mûsa ne qurbangeh ne jî xizmeta kahînan a nîzamî hebû. Wekî din, nifûsa pûtperestên ku qedrê qanûnên Yehowa nedigirt ji nifûsa xizmetkarên Yehowa zêdetir bû. Loma bi hezaran Cihûyên xwedênas bi hesreta wê rojê bûn ku vegerin welatê xwe û li wê derê îbadeta Yehowa ji nû ve ava bikin. w23.05 14-15 par. 3-4

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne