Roja Çarşemê, 15 Cotmeh
Alfa û Omêga Ez im (Peyxam 1:8).
Alfabeya Yûnanî bi alfayê dest pê dike û bi omêgayê diqede. Bi gotina “Alfa û Omêga”, Yehowa tîne ziman ku gava ew dest bi tiştekî dike, bê guman ew wî tiştî bi serkeftî dibe serî. Yehowa ji Adem û Hewayê re wisa got: “Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe” (1. Mûsa 1:28, Mizgînî). Dema ku Yehowa cara pêşîn armanca xwe anî ziman, ev destpêk, yanî “Alfa” bû. Dema ku armanca wî bi temamî bê cih û kesên îtaetkar ên ji zuriyeta Adem û Hewayê dinyayê tije bikin û wê bikin Cenet, ev wê “Omêga” be. Piştî ku xuliqandina “erd û ezman bi hemû nexşên xwe temam” bû, Yehowa anî ziman ku wê gotina wî rast derkeve. Armanca Yehowa ya ji bo mirovan û dinyayê wê di dawiya roja heftan de bi temamî pêk were (1. Mûsa 2:1-3). w23.11 5 par. 13-14
Roja Pêncşemê, 16 Cotmeh
Li beriyê riya Xudan amade bikin, li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin (Îşaya 40:3, Mizgînî).
Rêwîtiya li ser riya herfî ya ji Babîlê heta Îsraêlê rêwîtiyeke zehmet bû û nêzîkî çar mehan dikişand. Lê Yehowa soz dabû ku ewê hemû astengên li ser riya wan ji holê rake. Ji bo Cihûyên bawermend, vegera bo welatê Îsraêlê hêjayî her fedakariyekê bû. Bereketa herî mezin bi îbadeta Yehowa ve girêdayî bû. Li Babîlê ji bo Yehowa qet îbadetgehek tune bû. Li wê derê, ji bo pêşkêşkirina qurbanên li gor Qanûna Mûsa ne qurbangeh ne jî xizmeta kahînan a nîzamî hebû. Wekî din, nifûsa pûtperestên ku qedrê qanûnên Yehowa nedigirt ji nifûsa xizmetkarên Yehowa zêdetir bû. Loma bi hezaran Cihûyên xwedênas bi hesreta wê rojê bûn ku vegerin welatê xwe û li wê derê îbadeta Yehowa ji nû ve ava bikin. w23.05 14-15 par. 3-4
Roja Înê, 17 Cotmeh
Wek zarokên ronahiyê rêve herin (Efesî 5:8).
Ji bo ku em “wek zarokên ronahiyê” hereket bikin, em muhtacî alîkariya ruhê pîroz in. Gelo çima? Çimkî qet ne hêsan ku em di vê dinyaya bêexlaq de pak bimînin (1. Selanîkî 4:3-5, 7, 8). Ruhê pîroz dikare alî me bike ku em li hemberî fikir û felsefeyên dinyayê, yên ku li dijî nêrîna Xwedê ne, micadele bikin. Wekî din, ruhê pîroz dikare alî me bike ku em “her qencî, rastî û rastdariyê” bînin meydanê (Efesî 5:9). Gerek em dua bikin ku bila Yehowa ruhê pîroz bide me. Îsa Mesîh gotibû ku Yehowa wê “ruhê pîroz bide wan, ên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13, NWT). Wekî din, gava em li civînan bi xwişk û birayên xwe re pesnê Yehowa didin, em ruhê pîroz distînin (Efesî 5:19, 20). Tesîra baş a ruhê pîroz wê alî me bike ku em li gor dilê Xwedê bijîn. w24.03 23-24 par. 13-15