Roja Yekşemê, 19 Cotmeh
Torên xwe bavêje avê (Lûqa 5:4, NWT).
Îsa Mesîh ji Petrûsê şandî re digot ku Yehowa wê destekê bide wî. Piştî rabûna ji mirinê, Îsa Mesîh bi mucîzeyekê alî Petrûs û şandiyên din kir ku ew gelek masiyan bigirin (Yûhena 21:4-6). Ji vê mucîzeyê, Petrûs fehm kir ku Yehowa wê hemû hewcedariyên wî tedarek bike. Wê çaxê, belkî ev gotinên Îsa hatin bîra wî: Yehowa wê li kesên ku “berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê” digerin xwedî derkeve (Meta 6:33). Ji ber vê yekê, Petrûs berî her tiştî bala xwe dida xizmetê, ne îşê masîgiriyê. Di roja Pentîkostê ya sala 33yan de, wî alî hezaran kesan kir ku ew xebera xêrê qebûl bikin (Karên Şandiyan 2:14, 37-41). Paşê wî alî Sameriyan û kesên ji miletên din dikir ku ew bibin xizmetkarên Xwedê (Karên Şandiyan 8:14-17; 10:44-48). Belê, Yehowa Petrûs bi kar anî, da ku mirovên ji hemû miletan Xwedê nas bikin. w23.09 20 par. 1; 23 par. 11
Roja Duşemê, 20 Cotmeh
Heger hûn xewnê û şîrova wê ji min re nebêjin, hûnê bên perçekirin (Danîêl 2:5, Mizgînî).
Teqrîben du salan piştî ku Babîliyan Orşelîm wêran kir, Padîşahê Babîlê Nebûkadnetsar di xewneke ecêb de peyker, yanî heykelekî mezin dît. Wî tehdîd kir ku eger xewn neyê gotin û şîroveya wê neyê kirin, ewê zilamên xwe yên şehreza – Danîêl jî yek ji wan bû – bikuje (Danîêl 2:3-5). Lazim bû ku Danîêl zû tiştekî bike, çimkî jiyana gelek kesan di talûkeyê de bû. Ew “ket hûndir û ji padîşah wext xwest ku ew dixwaze şiroveya xewna wî bike” (Danîêl 2:16, Mizgînî). Ji bo vê, cesaret û bawerî lazim bûn. Kitêba Pîroz nabêje ku Danîêl berî vê carê xewn şîrove kiribûn. Wî ji hevalên xwe rica kir ku bila ew “ji bo sira vê xewnê ji Xwedayê Ezmanan alîkariyê bixwazin” (Danîêl 2:18, Mizgînî). Yehowa cewab da duayên wan. Bi alîkariya Xwedê, Danîêl xewna Nebûkadnetsar şîrove kir. Ew û hevalên wî ji mirinê filitîn. w23.08 3 par. 4
Roja Sêşemê, 21 Cotmeh
Lê yê ku heta dawiyê sebir bike, ewê xelas bibe (Meta 24:13, NWT).
Li ser feydeyên sebirkirinê bifikire. Gava em bisebir bin, dilxweşî û dilrihetiya me wê zêde bibe. Sebirkirin dikare hem li ser hîs û fikrên me hem jî li ser siheta me tesîreke baş bihêle. Gava bêhna me fireh be, em û kesên din, emê baştir li hev bikin. Di civata me de, wê zêdetir îtifaq û yekîtî hebe. Eger kesek me aciz bike û hêrsa me zû ranebe, problem wê mezintir nebe (Zebûr 37:8; Methelokên Silêman 14:29). Lê ya herî muhîm, em Bavê xweyî ezmanî ji xwe re dikin mînak û nêzîktirî wî dibin. Sebirkirin sifetekî pir biqîmet û bifeyde ye! Carinan ne hêsan e ku em bisebir bin, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin sebra xwe zêde bikin. Em bisebir li benda dinyaya nû disekinin. Em emîn in ku “çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin, li ser wan e ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin” (Zebûr 33:18). Wek ku Kitêba Pîroz dibêje, em bi dil û can her tim dixwazin sebirê li xwe bikin! w23.08 22 par. 7; 25 par. 16-17