KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Duşemê, 20 Cotmeh

Heger hûn xewnê û şîrova wê ji min re nebêjin, hûnê bên perçekirin (Danîêl 2:5, Mizgînî).

Teqrîben du salan piştî ku Babîliyan Orşelîm wêran kir, Padîşahê Babîlê Nebûkadnetsar di xewneke ecêb de peyker, yanî heykelekî mezin dît. Wî tehdîd kir ku eger xewn neyê gotin û şîroveya wê neyê kirin, ewê zilamên xwe yên şehreza – Danîêl jî yek ji wan bû – bikuje (Danîêl 2:3-5). Lazim bû ku Danîêl zû tiştekî bike, çimkî jiyana gelek kesan di talûkeyê de bû. Ew “ket hûndir û ji padîşah wext xwest ku ew dixwaze şiroveya xewna wî bike” (Danîêl 2:16, Mizgînî). Ji bo vê, cesaret û bawerî lazim bûn. Kitêba Pîroz nabêje ku Danîêl berî vê carê xewn şîrove kiribûn. Wî ji hevalên xwe rica kir ku bila ew “ji bo sira vê xewnê ji Xwedayê Ezmanan alîkariyê bixwazin” (Danîêl 2:18, Mizgînî). Yehowa cewab da duayên wan. Bi alîkariya Xwedê, Danîêl xewna Nebûkadnetsar şîrove kir. Ew û hevalên wî ji mirinê filitîn. w23.08 3 par. 4

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Sêşemê, 21 Cotmeh

Lê yê ku heta dawiyê sebir bike, ewê xelas bibe (Meta 24:13, NWT).

Li ser feydeyên sebirkirinê bifikire. Gava em bisebir bin, dilxweşî û dilrihetiya me wê zêde bibe. Sebirkirin dikare hem li ser hîs û fikrên me hem jî li ser siheta me tesîreke baş bihêle. Gava bêhna me fireh be, em û kesên din, emê baştir li hev bikin. Di civata me de, wê zêdetir îtifaq û yekîtî hebe. Eger kesek me aciz bike û hêrsa me zû ranebe, problem wê mezintir nebe (Zebûr 37:8; Methelokên Silêman 14:29). Lê ya herî muhîm, em Bavê xweyî ezmanî ji xwe re dikin mînak û nêzîktirî wî dibin. Sebirkirin sifetekî pir biqîmet û bifeyde ye! Carinan ne hêsan e ku em bisebir bin, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin sebra xwe zêde bikin. Em bisebir li benda dinyaya nû disekinin. Em emîn in ku “çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin, li ser wan e ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin” (Zebûr 33:18). Wek ku Kitêba Pîroz dibêje, em bi dil û can her tim dixwazin sebirê li xwe bikin! w23.08 22 par. 7; 25 par. 16-17

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Çarşemê, 22 Cotmeh

Baweriya bi serê xwe, eger kirinên wê tune bin, mirî ye (Aqûb 2:17).

Li gor Aqûb, kesek belkî dibêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî vê yekê nîşan nadin (Aqûb 2:1-5, 9).Wekî din, Aqûb tîne ziman ku “birayek an xwişkek tazî û bêyî xwarina rojane” ye û kesek vê yekê dibîne, lê ew alîkariya wan nake. Eger ew kes bibêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî vê yekê nîşan nedin, wê baweriya wî bi kêrî tiştekî neyê (Aqûb 2:14-16). Aqûb behsa Rehabê jî kir. Wê baweriya xwe bi kirinên xwe nîşan dida (Aqûb 2:25, 26). Wê tiştên ku Yehowa ji bo Îsraîliyan kiribûn, bihîstibûn û wê dizanibû ku Yehowa piştgiriya Îsraîliyan dike (Yêşû 2:9-11). Rehabê îmana xwe bi kirinên xwe nîşan da. Gava jiyana du Îsraîliyan ketibû talûkeyê, wê ew veşartin. Wek Birahîm, ew jina ne Îsraîlî her çi qas qisûrdar bû û ne di rêya Qanûna Mûsa de bû jî, ew rastdar hat hesibandin. Em ji serpêhatiya Rehabê hîn dibin ku gerek em bi kirinên xwe baweriya xwe nîşan bidin. w23.12 5 par. 12-13

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne